Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be

  • rojane
  • 11:39 20 Sibat 2024
  • |
STENBOL - Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê”, ji bo hin serdanan bike hate Stenbolê. 
 
Li dijî tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 35 meh in agahî jê nayê wergirtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Taybet tê ragirtin, şandeyek ji Ewropayê hate Stenbolê. Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” ku di nava wan de parlamenter jî hene, dê du rojan li vir hin serdanan pêk bînin. Navnîşana şandeyê ya îro ya ewil bû Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê dike. 
 
EWILÎ SERDANA BUROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ KIRIN 
 
Şandeyê serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li Beyoglûyê kir. Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Rêzan Sarica û Mazlûm Dînç û Berdevka Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunayê şande pêşwazî kirin. Nûnera Partiya Çep a Almanyayê Konstanze Kriese, Seroka EFA’yê Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Partiya Çep a Swêdê û Forûma Çep Ann Jessica Theresa Karlqvîst, Senatorê Meclisa Netewî ya Îspanyayê ya Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Wekîla Parlamentroya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages, Senatora Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Clément Evans û parlamentera Partiya Sor a Norveçê Hege Bae Nyholt di nav şandeyê de cih digirin. 
 
AGAHDARKIRINA DERBARÊ TECRÎDA MÛTLEQ DE
 
Parêzer Îbrahîm Bîlmez, di serdanê de qala hewldanên ji bo rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan dikin kir. Bîlmez, der barê bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî yên li dijî tecrîda Îmraliyê û hewldanên navneteweyî yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re agahî da şandeyê. 
 
Bîlmez ê piştî serdana ku ji çapemeniyê re girtî berdewam kir axivî û wiha got: “Li ser tecrîda li Girava Îmraliyê li muwekîlên me tê kirin me agahî dan û diyar kir ku ev hevgirtin ji bo me pir girîng e. Em dixwazin rê li ber hemû însîyatîfên hiqûqî vebikin ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ji bo vê jî serdana şandeyê ji bo me pir girîng e.
 
ŞANDEYÊ DAXUYANÎ DA 
 
Dû re metnê ku şandeyê amade kir hate xwendin. Di metnê de hate destnîşan kirin ku bandora neçareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û herêmê berdewam dike û wiha hate gotin: “Ji destpêka damezrandina HEP’ê ya di salên 1990’an de ve bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê girtî, hêzên siyasî yên ku nûnertiya vîna gelê kurd temsîl dikin, bang dikin ku dijminahî bên bidawîkirin û di navbera hikumeta tirk û tevgera azadiyê de muzakereyên aştîxwaz bên kirin. Ev bang bi êriş û zextên dewleta tirk ên berdewam dikin re rû bi rû man. Ev zext di hilbijartinên giştî yên dawî yên Tirkiyeyê de jî hatin dîtin ku hewldanên HDP’ê yên ji bo tevlibûn û kampanya bi awayekî azad a bi namzetên xwe re hatin astengkirin. Em weke nûnerên partiyên demokratîk ên Ewropayê bi Konseya Ewropayê re em ê ji bo mafên bingehîn ên kesên dixwazin li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk peywîra xwe ya siyasî bikarbînin kampanyayekê bimeşînin. Divê tevlibûna demokratîk a mûxalefetê neyê sînorkirin, zilm lê neyê kirin û dengê wan neyê birîn.”
 
PIŞTEVANIYA BI DEM PARTIYÊ RE DESTNÎŞAN KIRIN 
 
Di berdewama metnê de ev tişt hatin gotin: “Em darizandinên neheq û dozên bi motîvasyonên siyasî yên li dijî muxalîfan û nûnerên wan ên siyasî şermezar dikin. Ji bo vê jî ji bilî çavdêriya hilbijartinê em ê pêvajoyên darazê yên domdar bişopînin û raporên ku pêşkêşî raya giştî kirine destek bikin. Em ji hewldanên nû yên ji bo binçavkirin û çavtirsandina namzetên DEM'ê û nûnerên hilbijartî bi fikar in.”
 
‘DEMA BERDANA OCALAN E’ 
 
Di metnê de hate destnîşan kirin ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were pêkanîn û wiha hate gotin: “Ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriya siyasî ya aştiyane û mayînde ya pirsgirêka Kurd, hem zexta li ser partiyên siyasî yên legal, hem jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê bi dawî bibe. Abdullah Ocalan ji sala 2005’an û vir ve modela Konfederalîzma Demokratîk diparêze. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke binpêkikirine aşkere ya mafên mirovan û hiqûqa navnetewî dibînin û şermezar dikin. Êdî dem dema aştî û jiyana bi hev re ye. Dem dema serbest berdana Abdullah Ocalan e. Li Rojhilata Navîn dem dema aştiyê û jiyana bi hev re ye.”
 
Metnê daxuyaniyê bi van gotinan bi dawî bû: “Tevî Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re, hemû rêxistinên li vir tên temsîlkirin, wê xebatên xwe yên ji bo seferberkirina çavdêrên hilbijartinê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê bidomînin. Em ê piştgiriya xwe ya Delegasyona Ewropayê ku DEM Partiyê di navbera 19 û 21’ê sibatê de lidarxist bidomînin. Em ê bi kêfxweş bibin ku parlamenterên ji neteweyên cuda ji bo destekkirina mafê DEM Partiyê bên bi rengekî azad tevli hilbijartinê bibin.”
 
Şandeyê pişt re pirsên rojnamevanan bersivandin. Şande dê tevahiya rojê bi rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî re bê bahev.
 

Sernavên din

13/07/2024
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
12:18 PDK bazirganiya petrola qaçax dike
12:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket