Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bêrecûkê bi girseyî buroya hilbijartinê vekir. Li Mêrdînê jî namzetên xwe da danasîn. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên 31’ê Adarê de xebatên xwe û danasîna namzetan didomîne. Di vê çarçoveyê de li navçeya Bêrecûk a Rihayê buroya ewil a hilbijartinê vekir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk dihat di ketina bajar ber bi Cadeya Firatê ve hat ku buro lê hat vekirin. Di dema derbasbûna konvoyê de welatiyan jî bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan piştgirî dan. Bi hezaran kes tev li vekirina buroyê bûn û veguherandin mitîngê. Di vekirina buroyê de welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin. Jin bi cil û bergên kurdî tev li bûn û dîmenên rengîn derketin holê. 
 
‘EM Ê DAWÎ LI PERGALA AXATIYÊ BÎNIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bêrecûkê Hasan Yildiz û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî ji ber tevlibûna girseyî spasiya gel kirin. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya û Mehmet Begît axivîn. Di dema vegotina projeyan de girseyê gelek caran bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" axaftin hatin qutkirin. Begît, got ku dê dawî li pergala axatiyê bînin û dê gel bi xwe Bêrecûkê birêve bibe. 
 
 
‘DÊ DAWÎ LI SELTENATÊ BÊ ANÎN’
 
Parlamenter Omer Ocalan jî got ku piştî hilbijartinê dê deriyên şaredariyê li gel bên vekirin û ev tişt anî ziman: “Xelkê Bêrecûkê vê carê biisrar e û dê gelên tirkmen, ereb û kurd bi hev re deriyên şaredariyê vekin. Em ê bi hevalên xwe re êdî ji vê seltenatê re bibêjin bes e. Bila her kes piştgiriyê bide vê. Li rex me Firat derbas dibe lê gundên herî nêz jî bêav in. 5 rêyên diçin Xelfetiyê girtî ne. Dê hevşaredarên me ji bo gel bixebitin. Xwediyê şaredariyê xelkê Bêrecûkê ye. Bila her kes biçe pirsgirêkên xwe vebêje. Şaredarî dorpêç kirine û seltenata xwe ava kirine. Divê ev yek bê mehkûmkirin. Banga me ya ji bo her kesî ev e; dê gel bi destên hev bigirin û şaredariyê birêve bibin. Xizmeta ji bo gel lûtfek nîne. Rêya me rêya heqîqetê ye. Di vê rêyê de dizî, talan, nelirêtî û derew nînin. Piştrast bin ku di rêveberiya DEM Partiyê de nelirêtî û dizî nînin. Dê hevşaredarên me ji bo berjewendiyên gel bixebitin.”
 
Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê hate vekirin. Piştre jî hunemendên herêmî derketin ser dikê û heta demekî dirêj stranên kurdî gotin û gel li ber govend gerand. 
 
MÊRDÎN
 
DEM Partiyê li Mêrdînê namzetên xwe da nasîn. Civîna danasînê li navçeya Qoserê hat lidarxistin. Gelek kes tev li civîna danasînê bûn. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz got ku dê partiya wan li bajar rêjeyeke bilind a dengan wergire û wiha got: “Vê eywanê ji îro ve encama hilbijartinê ya li Mêrdînê jî eşkere kir. Gelê Mêrdînê dê hem li navendê hem jî li navçeyan serkeftineke mezin bi dest bixe.” 
 
 
Piştre jî namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û diyar kir ku ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye. Demîr, wiha got: “Em ê ji îro ve bi hemû hêz û îradeya xwe bala xwe bidin ser hilbjartinê. Em ê xebatên xwe li ser vî esasî bimeşînin. Tevahiya şaredariyên me hatine xespkirin. Li dijî polîtîkayên qeyûman em ê bi tevahiya rêxistiniya xwe bixebitin û dawî li vê polîtîkayê bînin.” 
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me ya esasî, xwedîderketina li têkoşîna gelê kurd e. Armanca me ne tenê ew e ku bibin hevşaredar an jî encumen. Divê em siyaseteke ku pêşeroja me diyar bike bimeşînin. Divê em tevek bi hev re tevbigerin. Bêguman hilbijartinên rêveberiyên herêmî girîng in, lingê demokrasiyê yê herêmê ne. Berpirsyartiyeke gelê me heye ku îradeya xwe nîşan bide. Qeyûman îradeya gel xesp kirin. Weke gel em ê li hemberî siyaseta qeyûm li ber xwe bidin. Berpirsyartî tenê li ser milê hevalên me hatine hilbjartin e. Peywireke mezin dikeve ser hemû endam, rêveber û dilxwazên vê partiyê. Heke têkoşîna me ji bo pêşeroja gelê kurd be, wê demê hewcehî bi dilmayînan nîne. Berpirsyartiya me tevan heye ku vê pêvajoyê bi hev re birêve bibin.” 
 
Piştre jî bi namzetan re wêne hatin kişandin. Bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Hat zanîn ku di civînê de ji bo diyarkirina nexşerêya hilbijartinan nîqaş hatin kirin. 

Sernavên din

10/07/2024
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî