Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin

  • rojane
  • 15:07 10 Sibat 2024
  • |

ÊLIH - Meşvanên Azadiyê yên gihiştine navçeya Hezoya Êlihê, ji hêla gelê navçeyê ve bi pankarta ku gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Tenê kesên ku dilên wan bi agir û azweriya serkeftinê dişewitin dikarin bi me re bimeşin” li ser dinivîsî, pêşwazî kirin. 

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, piştî navçeya Farqîna Amedê gihişt navçeya Hezoya Êlihê.  
 
 
LI SER PIRA MALABADIYÊ BÎRANÎN
 
Meşvanên Azadiyê dema ku derbasî navçeya Hezoyê dibûn li Pira Malabadî ya li navçeyê sekinîn. Meşvanan li ser pirê Mala Eliyê Ûnis ê di dema serhildana Şêx Seîd de hatiye qetilkirin û Rindêxan a ji bo ku nekeve destê dijmin xwe ji pirê avêtibû û jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anîn. 
 
Bîranîn di şexsê jin û zarokan de ji bo kesên di têkoşîna Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêzgirtina dest pê kir. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal a li vir axivî, dest nîşan kir ku li her dereke Kurdistanê çîrokeke têkoşînê heye. 
 
‘NE BÛKA NEYAR Û XAYÎNAN IN’
 
Ûysal derbarê têkoşîna Mala Eliyê Ûnis û Rindêxanê de hin agahî parve kirin û wiha got: “Rindêxan qêrîna çiyayên Kurdistanê ye. Berfîneke ku li Çiyayê Meretoyê vedibe ye. Rindêxan deng û bêhna zozanên Sasonê ye. Bavê Rindêxanê Mihemed, mîrê Mala Eliyê Ûnis bû.” Ûysal behsa têkoşîna Mala Eliyê Ûnis a 200 salan li dijî Osmaniyan têkoşîn daye, kir û gotinên Rindêxanê yên berî ku xwe ji pirê bavêje dubare kirin: “Ez Rindêxan im! Keça Rindêxan! Ne bûka neyar û xayînan im. Ez Rindêxana Şervana Kurdistan im.”
 
‘MIFTEYA AŞTIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE’ 
 
Meşvanên pişt re li bajaroka Kaniya Hênê ya navçeya Hezo ya Êlihê ku çûnê bi kulîlkan û berzkirina dirûşmeya “Bi can bi xwin em bi tere ne ey Serok” hatin pêşwazîkirin, li avahiya navçeyê ya DEM Partiyê bi gel re hatin gelhev. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê di civîna gel de axivî, diyar kir ku meşa wan di roja 10’emîn de ye û ev tişt gotin: “Salvegera 100’emîn a Lozanê bi paş ve ma. Em êdî naxwazin di sedsala Tirkiyeyê de bi pîvanên koletiyê bijîn. Em dixwazin yekitî û tifaqa me çêbibe. Em mafên ku her mirov daxwaza dike, dixwazin. Lê heqîqetek heye. Serok û rêberê her gelekî heye, rêberekî me jî heye. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Divê demildest bi awayekî fizîkî azad bibe. Pirsgirêka kurd heta ku serokê wê muhatap neyê girtin nikare were çareserkirin. Divê demildest malbat û parêzer pê re hevdîtinê bikin û birêz Ocalan di nava gelê xwe de be. Em her cihê ku diçinê vê dibêjin. Heke gelê me bi me re be, tiştekî ku em nikaribin bikin nîne. Mifteya çareseriyê pirsgirêka kurd di destê birêz Ocalan de ye. Daxwazên me daxwazên rewa ne.”
 
 
HEZO BI CIWAN Û KAL Û PÎRAN RE RABÛ SER PIYAN 
 
Meşvanên di meşa berdewam kir de di ketina navçeya Hezoyê ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin, li vir bi gel re govend gerandin. 
 
Ciwanan meşvan bi dirûşmeyan pêşwazîkirin û pankarta ku gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Tenê kesên ku dilên wan bi agir û azweriya serkeftinê dişewitin dikarin bi me re bimeşin” li ser dinivîsî û pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Hezo, meşvanên azadiyê silav dike” vekirin. Bi sedan kesan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin û li navçeyê demekî dirêj meşiyan. Di cade û kolanên tê re derbas bûn de gel meşvan biç epik û dirûşmeyan pêşwazî kirin. 
 
‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Yek ji Rêwiya Azadiyê Sabahat Saritaş Erdogan a piştî meşê li Qada Uçyolê ji gel re axivî, wiha got: “Em çûbin ku derê bi coşeke wiha hatin pêşwazîkirin. Em dibêjin ‘me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî serbikevin’. Em dixwazin xeyalên gelê xwe pêk bînin. Heta ku ev tecrîda dij mirovahiyê neyê şikandin, em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Hêza gelê me li pişt me ye. Em ji bo aştî û wekheviyê dimeşin. Em li dijî polîtîkayên şerê taybet û qirêj dimeşin. Bi sedsalan e li dijî gelê me şerekî qirêj tê meşandin. Her kes dizane ku mifteya aştiyê li Îmraliyê  ye. Heta ku ev meş bigihe armanca xwe dê berdewam bike. Divê gelê Hezoyê xwedî li vîn û Serokatiya xwe derkeve. Em careke din ji vir Ocalan silav dikin.”
 
Meşvanên Azadiyê pişt re bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” heta avahiya DEM Partiyê ya navçeyê meşiya. Di hevdîtina bi gel re a li vir de ji parastinên Ocalan hin beş hatin xwendin. 
 

Sernavên din

02/07/2024
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin