Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye

  • rojane
  • 09:22 10 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL- Zîlan Leventoglûyê, parêzera parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kayayê ku bi hinceta "gumana revê" hat girtin, diyar kir ku lêpirsîn ji destpêkê ve nehiqûqî ye û got ku biryara girtinê biryareke siyasî ye.
 
Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya ku di 1'ê mijdara 2023'yan de di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin hatibû binçavkirin, ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê ve hatibû girtin. Kaya bi hinceta" gumana revê" zêdetirî 3 meh in di Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê) de ye. 
 
Parêzera wê Zîlan Leventoglûyê diyar kir ku lêpirsîn ji destpêkê ve bi awayekî derqanûnî û bi hinceteke siyasî hatiye kirin. Leventoglûyê destnîşan kir ku di dosyayê de biryara nepenîtiyê heye, lê tevî îtîrazên jî nehatiye rakirin. Leventoglûyê got: “Tişta ku em der barê dosyeyê de dizanin ev e ku ji ber bûyerên Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an lêpirsîn hatiye vekirin. Ji xeynî vê di dema îfade û lêpirsînê de der barê kiryarên ku îsnadî Huda Xanimê hatine kirin de tu agahî nehatin dayîn."
 
Prz. Zîlan Leventoglûyê
 
‘MIDÛRIYETA POLÎSAN DÎMEN SERWÎS KIRIN'
 
Leventoglûyê diyar kir ku wêneyê Kayayê yê kelepçekirî ji aliyê polîsan ve hatiye serwîskirin û wiha got: “Dema ku Huda Xanim hat desteserkirin û kelepçekirin, Midûriyeta Polîsan a Bajêr bi awayekî derhiqûqî dîmenên ewlehiyê belav kirin. Me jî der barê vê de serlêdana sûcîkir. Ew niha bi tena serê xwe tê girtin û mîna piraniya girtiyan, pirsgirêk hene; çi di warê nameyan de çi jî di warê dabînkirina pêdiviyan de." 
 
Leventoglûyê anî ziman ku der barê dosyeyê de agahî negirtine û got: “Ji ber vê yekê mafê me yê parastinê li hemberî kiryarên ku li me tên kirin hatiye astengkirin. Piştî lêpirsîna ku meha tîrmehê dest pê kir, em hîn bûn ku çendî Huda Xanim bi mehan e li ber çavan bûye jî der barê wê de biryara 'firariyê' hatiye dayîn. Piştre me hem bi nivîskî û em jî bi devkî çend caran girt ku muwekîla me li vir e û dixwaze îfadeyê bide, lê bi tu awayî îfadeya wê  nehat girtin. Û biryara 'firariyê' nehat rakirin. Çendî wê bi xwe jî dem û saeta bilêtê ragihandiye dozgeriyê jî, li balafirgehê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Em tim dibêjin, ev pêvajoyê pêvajoyeke bêhiqûqî ye û me ev yek bi delîlan eşkere kiriye. Muwekîla me hê jî girtiye, neberdana wê bêhiqûqîtî ye." 
 
BIRYARÊN SIYASÎ
 
Leventoglûyê bal kişand ku biryarên der barê gelek siyasetmedarên wekî Kayayê de hatine girtin siyasî ne û wiha dewam kir: “Eşkere ye ku girtina heyî ne li gorî hiqûqê ye û berdewamkirina vê girtinê jî wê ne li gorî hiqûqê be. Lewma dema em ji aliyê hiqûqî ve lê dinêrin, em dibînin ku divê girtina Huda Xanimê rojek berî rojekê bi dawî bibe. Lê belê wekî min got, ji ber ku pêvajo ne li gorî hiqûqê ye, tenê bi hincetên hiqûqî nirxandina vê binçavkirinê nikare encameke rast bide." 
 
MA/ Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

02/07/2024
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin