MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya

  • jin
  • 14:48 22 Çile 2024
  • |
img

STENBOL - MKG, bi dirûşma "Weke jinên rojnameger em ji bo taştê tên cem hev û em dixwazin we di nava xwe de ji bo hevgirtin û hevkariyê mezin bikin bibînin" bi gelek rojnamegerên jin re bernameya taştê organîze kir. 

 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Feneryoluya Stenbolê bi dirûşma "Weke jinên rojnameger em ji bo taştê tên cem hev û em dixwazin we di nava xwe de ji bo hevgirtin û hevkariyê mezin bikin bibînin" bi komek jinên rojnameger re bername li dar xist. Tevî endamên MKG'ê, ji hemû pêkhateyan rojnamegerên jin ên li Stenbolê dixebitin beşdarî bernameyê bûn.
 
Di bernameyê de pêvajoya komelebûna MKG’ê hat vegotin. Endama MKG'ê Kîbriye Evren, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên zextan a li hemberî rojnamegerên jin û got: "Hewl didin ku rojnamegeran bêdeng bikin. Ev rewş li Kurdistanê bêtir zêde ye. Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoğlu ji ber xebatên rojnamegeriyê hat girtin. Divê her kes piştevaniyê bi rojnamegeran re bike. Rojnamegeriya jinê girîng e. Ji bo piştevaniyê divê bername bên organîzekirin. Danûstandina fikr û ramanan bê kirin. 
 
Rojnameger Pinar Gayip jî di bernameyê de axivî û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha axivî: "Li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran divê reflekseke bi hêz bê nîşandan."
 
LI DOZA DÎCLE XWEDÎ DERKEVIN
 
Rojnameger Aysel Işik, di bernameyê de wiha bal kişand ser girtina Dîcle Muftuoglu: "Dîcle ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hat girtin. Darizandina wê nîşaneya helwesta dadgehê ye. Li Kurdistanê bêtir rojnameger bi zextan re rûbirû dimînin. Gelek rojnameger hene lê piştevanî kêm in. Divê piştevaniyeke bi fîzîkî jî li pêş be. Her wiha divê em xwedî li doza Dîcleyê derkevin." 
 
Rojnameger Nezahat Dogan, daxuyand ku divê rêxistinbûna rojnamegerên jin bê pêşxistin û wiha bi lêv kir: "Her wiha ne piştevanî divê rêxistinbûn bê esas girtin. Bi rojnamegeriyeke rast em dikarin li kolanan dengê xwe bilind bikin. Bi hevkarî divê xwedî li doza Dîcleyê bê derketin."
 
Rojnameger Evrîm Kepenek jî, destnîşan kir ku divê bi rêxistinî tevlî danişîna doza Dîcleyê bibin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dikarin plansaziyek derxin. Divê demildest em tevbigerin. Em dikarin piştevaniya xwe mezin bikin." 
 
PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN
 
Rojnameger Marta Somek, daxuyad ku rojnamegerên jin li qadê bi şîdeta polîsan re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derbarê rojnamegerên ku tên binçavkirin û girtin de raporên îlhalkirina mafên rojnamegeran amadedikin. Her 3 mehan carekî wan raporên xwe ji raya giştî re aşkera dikin. Em wan raporên xwe li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) aşkera dikin. Em tenê bi çend hevalên xwe li vir dicivîn. Em li vir zêdetir piştevaniyê nabînin û ji ber vê yekê divê em bêtir bên cem hev û pişteniya xwe ya bi hev re mezin bikin. Tenê çûyîna li Amedê û tevlîbûna ji dozan têr nake. Em dikarin tevlî xebatên komeleyê bibin û piştevaniyê mezin bikin."

Sernavên din

26/01/2024
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin
10:04 94 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:02 Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
10:00 Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê
09:35 Îmzevanê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Tûnç: Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin
09:27 Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin
09:25 Di ser berxwedana dîrokî re 9 sal derbas bûn: Ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir
09:11 Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
09:10 Rojnameger Ayva hate girtin
09:07 Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê
09:04 28 hezar TL ceza li Amedsporê hate birîn
09:03 Li Qereçobanê îtîraza li dijî ‘hilbijêrên gerok’ hate redkirin
09:01 Li dijî bişaftina çandî tevdigerin
09:00 Parêzer Zana Kaya: Rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:57 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn
25/01/2024
22:22 Namzetên hevşaredariyê yên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn
18:14 Parêzeran hevdîtin bi CPT re kir: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin!
16:41 Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e
16:22 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
16:22 Girtî: Dest deynin ser nameyên ji CPT û Abdullah Ocalan re tên nivîsîn
16:19 Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin
15:54 Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn
15:04 Ji bo 24 bajaran hişyariya berf û barana zêde hat kirin
14:23 Siyasetmedar Îlbasan hate berdan
13:58 Dogan: Gel dixwaze agahiyekî ji Abdullah Ocalan bigire
13:55 HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyanî da
13:22 Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
13:16 DEM Partiyê ji bo sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirs da Meclisê
12:53 Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin
12:44 Li Girtîgeha Evînê 61 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin: Pêşî li cînayetan bigirin
12:33 Cezayê darvekirinê yê siyasetmedarê kurd Ahmedî hate pejirandin
12:23 Taniş û Deniz hatin bîranîn: Kujerên wan ne camêr in nemerd in
12:07 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:57 Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
11:37 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
11:36 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
11:07 Li gorî AYM’ê girtina siyasetmedarên HDP’î derhiqûqtî nîne
11:06 Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de encamên mulaqatê aşkere nekirin
11:05 Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye
11:00 Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin
10:13 ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye
10:04 Bû 35 meh ku tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan
09:24 Ji rojnameger Silêman Ehmed 93 roj in agahî nayên girtin
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran