Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin

img

WAN - Di rapora ku Koordînasyona Şopandin û Çavdêriyê ya Greva Birçîbûnê ya li Wanê têkildarî 12 girtîgehan amade kir de hate diyarkirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de rastî gelek binpêkirinên mafan tên û bang hate kirin ku daxwaz bên bicihanîn. 

Koordînasyona Şopandin û Çavdêriya Greva Birçîbûnê ku Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) di nav de cih digirin rapora têkildarî girtîgehan amade kirî aşkere kir. Di nav raporê de Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa T a Oltû ya Erziromê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmarên 1 û 2 ên Dûmlû ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê cih girtin. Endamên koordînasyonê rapor li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê aşkere kir. 
 
BINPÊKIRINÊN GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE PÊ RE RÛBIRÛ DIMÎNIN 
 
Ji koordînasyonê parêzer Mûstafa Ozoral binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di çalakiya greva birçîbûnê de ne rêz kirin. Ozoral, da zanîn ku li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane nayên kirin, hin caran kontrolên tenduristiyê ji aliyê bijîşkê revîrê ve nayên kirin, li hin girtîgehan jî îaşeyên weke mast û ava fêkiyan nayên dayîn. 
 
Ozoral, bal kişand ku îaşeyan nadin girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tên ragirtin û diyar kir ku girtiyan ji wan re gotiye ku vîtamînên B1 û B12 nadin wan. Ozoral, anî ziman ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê cezayên disîplînê yên weke “ji aktîvîteyên çandinî û sporê bêpar hiştin” , “ji amûrên ragihandin û agahdarkirinê bêpar hiştin û sînordarkirin” didin girtiyan û wiha got: “Nêzîkatiya her girtîgehê ya li dijî girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne cuda ye, îaşeyên li gorî grevê nayên dayîn, her girtiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike bi lêpirsînên dîsîplînê re rûbirû maye û binpêkirinên pê re rûbirû dimînin bi ragihandina girtiyan hatiye tespîtkirin.”
 
‘TECRÎD BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ YE’ 
 
Ozoral, destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn û wiha berdewam kir: “Em tînin bîra Wezareta Dadê û saziyên têkildar ji bo ku di demeke herî kurt de bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin re hevdîtinên malbat û parêzeran pêk bînin. Pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ya vekirî ye. Girtiyên li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tên ragirtin jî bi girtiyên din ên li girtîgehên Tirkiyeyê yên din tên ragirtin re xwedî heman mafan e.”
 
Ozoral, xwest ku tecrîd were rakirin û ev tişt gotin: “Çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û pêkanîna qada siyasî ya demokratîk, bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li gorî mevzûata qanûnî ya heyî û hebûna sîstemeke hiqûqê ya li ser bingeha mafên mirovan ên azad û adîl, ve girêdayî ye. Aşkere ye ku pêşeroja Tirkiyeyê encax bi qebûlkirina nirxên hiqûqî yên demokratîk û gerdûnî re dikare weke zîhniyeteke dewletê bê ewlekirin.”
 
DAXWAZ
 
Ozoral, bang li rêveberiyên girtîgehan jî kir û ev daxwaz rêz kirin: 
 
“*Ji bo her girtiyekî ku dest bi greva birçîbûnê dike divê ji aliyê doktorê girtîgehê ve dosyayeke tenduristiyê bê amadekirin û kontrola tenduristiyê ya rojane bê kirin û di dosyayên wan de bên qeydkirin
 
* Di çarçoveya daxwaza girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de di dema grevê de îaşeyên weke “xwê, şekir, karbonat, ava fêkî, dew û mast hwd.” rojane têra girtiyan bê dayîn. Dîsa divê rojane weke 2 tabletan bi komî 500 mg û vîtamîna B1’ê teqez were dayîn. 
 
* Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne agahiyeke têrker li ser grevên birçîbûnê hebe, nota agahdarkirinê ya bi sernavê “Di dema greva birçîbûnê de mijarên divê li ber çavan bên girtin” a ji aliyê Yekitiya Bijîşkan a Tirk ve di çarçoveya mafên tenduristiyê de hatiye amadekirin, divê ji her girtiyan re bê dayîn.
 
* Divê lêpirsînên dîsiplînê yên hatine destpêkirin demildest paş ve bên kişandin. 
 

Sernavên din

30/05/2024
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin