Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin

img
AMED - Nivîskar û hunermendên tev li deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” a li Amedê bûn, destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. 
 
564 kesên ku nivîskar, hunermend û rewşenbîr di nav de di 7’ê çileyê de li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” aşkere kirin. Di metnê deklarasyonê de pêkhatina aştiyeke mayînde hate destnîşankirin û bang hate kirin ku ji bo vê yekê divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin û rêyên diyalogê bên vekirin. 
 
‘DIVÊ TECRÎD DEMILDEST BÊ RAKIRIN’ 
 
Yek ji hunermendê îmzekar Kadîr Çat, anî ziman ku li Îmraliyê tecrîd li gelê kurd û vîna wî tê kirin. Çat, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn nikare weke tecrîdeke kesayetî bê nirxandin û diyar kir ku bandora tecrîdê li ser ziman, jiyan û hunera kurdî jî tê dîtin. 
 
Çat, bi lêv kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê bilez gav bên avêtin û diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin. Çat, bal kişand çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Bila Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir û Serokkomarî bila vî dengî bibihîzin. Bila daxwazên mirovî yên girtiyan bên qebûlkirin.”
 
‘BILA JI BO AŞTIYÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’ 
 
Helbestkar Emîn Aksoy, anî ziman ku weke gelê kurd di pêvajoyeke zor û girîng de derbas dibin. Aksoy, bi lêv kir ku di serdemeke ji bo gelê kurd girîng de derbas dibin û ji ber vê yekê ji bo aştiyeke mayînde îmze avêtine û wiha got: “Em polîtîkayên îmha û înkarê qebûl nakin. Em dixwazin bi kevneşopî, dîroka xwe re di nava aştî û azadiyê de bijîn.”
 
Aksoy, bang li gelê kurd kir ku xwedî li vîna xwe derkevin û ev tişt gotin: “Divê ji bo aştiyê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin, hevdîtin bên kirin. Ne tenê tecrîda li ser birêz Ocalan divê ya li ser girtiyên din jî bê rakirin. Em daxwaza ne hiqûqî nakin, em dixwazin ku heq û hiqûq were bicihanîn. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû rewşenbîr, nivîskar û siyasiyên pêşeng dikin; deng bidin vê daxwazê. Bila êdî li ser vê axê aştiyeke mayînde were pêkanîn û pergaleke mirovî were avakirin.”
 
‘RÊYA AŞTIYÊ JÎ HEYE’    
 
Yek ji îmzekaran Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fîdan jî anî ziman ku bi vê bangê hewl didin pêşiyê li aştiyê vekin. Fîdan, diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde û birûmet rêya çareserî û diyalogê were vekirin û wiha axivî: “Komara Tirkiyeyê ya sed salî dixwaze hebûna xwe li ser bişaftina kurdan û tunekirina wan ava bike. Em jî dibêjin rêyeke din heye, rêya aştiyê hatiye dîtin. Di çarçvoeya hiqûqa navnetewî û mafên mirovan de hemû şer û nelihevkirinan bi dawî bikin, bi diyalog û muzakereyan aştiyekê pêk bînin. Ev aştiya were pêkanîn dê ji bo Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn gelek girîng be.”
 
‘BILA BI MUXATABAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’ 
 
Fîdan, destnîşan kir ku aştî û şer bi heman awayî nabin û bi lêv kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê ewilî şer were sekinandin û ji bo vê yekê dengê aştiyê were bilindkirin. Fîdan, îşaret kir ku bi milyonan kurd dibêjin ‘Abdullah Ocalan vîna me ye, bila vê müzakereye ew bimeşîne” û ev bang kir: “Divê dewlet ji bo şer were bidawîkirin û yekitiyê bi muxataban re hevdîtinê bike û pêvajoya aştiyê bide destpêkirin.”
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

13/01/2024
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin