Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li DEM Partiya bi modela “Lihevkirina Bajêr” namzetên xwe diyar dike amadekariyên pêş hilbijartinê berdewam dikin. Me tiştên têkildarî pêş hilbijartinê de tên mereqkirin di 10 pirsan de berhev kirin. 

Partiyên siyasî bala xwe dane Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî ku dê di 31’ê Adarê de pêk werin. AKP’ê, CHP’ê, Partiya ÎYÎ û partiyên din ên mûxalîf beşeke mezin a namzetên li bajarên Tirkiyeyê aşkere kirin. Lê li bajarên bakurê Kurdistanê dê kîjan nav weke namzet dê bên nîşan dan diyar nebûne. Li bajarên behsa wan tê kirin çav li namzetên ku dê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) nîşan bide ne. 
 
DEM Partî xwe ji pêşhilbijartina herî berfireh a di dîroka Tirkiyeyê de dike. Partî dê namzetên hevşaredariyê yên li beşeke mezin a bajarên dibe yekemîn û duyemîn bi pêşhilbijartinên 13’ê çileyê û pişt re pêk bên diyar bike. Tê payîn ku bi rêbaza “Lihevhatina bajar” re di hilbijartinên hemû pêkhate tev li bin de bi hezaran kes biçin ser sindoqan. Der barê pêşhilbijartinên ku DEM Partî dixwaza veguherîne “Şahiya Demokrasiyê” de tiştên tên mereqkirin me di 10 pirsan de berhev kirin. 
 
Li çend navend û navçeyan sindoq dê bên danîn?
 
DEM Partî dê 11 jê bajar û 83 navçe bi komî li 94 navendan ji bo pêşhilbijartinê sindoqan deyne. Heta niha nêzî 5 hezar kesan serî li DEM Partiyê dane. Li navendên ku pêş hilbijartin were kirin nêzî 4 hezar namzet dê bikevin pêşbirkê. Ji bo ku di hilbijartinan de tu rewşên neyînî çênebin dê nêzî 3 hezar endamên partiyê bên peywîrdarkirin. Ev kes dê ji endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclisa Partiyê (PM), parlamenter, rêveberên navend û navçeyan ên nebûne bernamzet, xebatkarên partiyê yên çalak û kedkarên wê, endamên komîsyona hilbijartinê yên bajêr û şewirmendan pêk were. 
 
Dê çend kes li navend û navçeyên sindoq hatin danîn  bikarin deng bikarbînin, hejmar dê li gorî çi were diyarkirin?
 
Li 94 navendan ji bo pêş hilbijartinê dê sindoq bên danîn, nêzî 100 hezar delege dê deng bikarbînin. Ev delege wê ji endamên DEM Partiyê yên li navend û navçeyên pêwendîdar, endamên partiyên pêkhateyên DEM Partiyê, nûnerên Rêxistinên Sivîl ên Civakî, xebatkarên saziyên demokratîk, kedkarên partiyên ji HEP'ê ve hatine avakirin û malbatên ku bingeha partiyê temsîl dikin, pêk were. Hejmara delegeyan jî li gorî rêjeya herî kêm ji sedî 2 yê dengê partiyê yê di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de hat eyarkirin. Lê hejmara delegeyan gihiştiye ji sedî 3 dengên di hilbijartinên dawî de ji aliyê DEM Partiyê ve hatine wergirtin. 
 
Delege dê li gorî kîjan krîteran bên hilbijartin?
 
Di diyarkirina delegeyan de krîterên têkoşîna demokratîk esas tên girtin. Di vê çarçoveyê de pêşiyê didin mirovên ku ked dane. Hat destnîşankirin ku delege wê bi rêya nûnerên sazî, rêxistin û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku cudahiyên navçe û navçeyên pêwendîdar temsîl dikin, tevahiya bajêr temsîl bikin. Her saziyê nûnerên xwe yên delege diyar kirin.
 
Her delegeyek dê bikare çend dengan bi kar bîne? 
 
Delegeyên li bajaran dê 3 dengan bi kar bînin; namzetê hevşaredariyê, endamtiya Meclisa Şaredariyê û endamtiya Meclisa Giştî ya Bajêr. Li hemû derdorên ku sindoq lê hatine danîn, dê temsîliyeta wekhev û hevserokatî esas bê girtin. Her delegeyê/a ku deng bi kar bîne dê deng bide namzeteke jin û namzetekî zilam. 
 
Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin dê bikaranîna dengan çawa be?
 
Li bajarên mezin dê delege 3 dengan bikarbînin. Delege dê ji bo hevşaredariya bajarê mezin, hevşaredariya navçeyê û endamtiya Meclisa Şaredariyê deng bi kar bînin. 
 
Namzetên di sindoqê de bûn yekemîn dê rast e rast weke namzet bên nîşandan?
 
Di tûra ewil de wê şertê ji sedî 50 zêdek 1 bê xwestin. Heke bernamzetên di tura ewil de ji sedî 50 zêdek 1 deng negirin dê hilbijartin bimînin tûra duyemîn. Dê di navbera bernamzetên hevşaredariyê yên herî zêde deng wergirtine de tûra duyemîn were kirin. Bernamzetên hevşaredariyê yên di tûra duyemîn de herî zêde deng wergirtin dê weke namzetên DEM Partiyê bên diyarkirin. 
 
Li bajarên ku sindoq neyên danîn dê namzet çawa bên diyarkirin?
 
DEM Partî li van deran bi hemû dînamîkên bajêr re di têkiliyê de ye. Piştî ku nêrîn û pêşniyar hatin kirin di çarçoveya “Lihevkirina bajêr” de dê namzetên hevşaredariyê bên diyarkirin. 
 
Heke îtîrazî encamên ji sindoqan derkevin were kirin dê rêyeke çawa were şopandin?
 
Îtîraz dê ji komîsyonên hilbijartinê re bên ragihandin. Komîsyon heke pêdiviyê pê bibîne dê ji komîsyona hilbijartinê ya navendî re ragihîne. Piştî lêkolînên hatin kirin dê ji bo îtîrazê biryar bê dayîn. Heke îtîraz mafdar were dîtin li herêma hilbijartina têkildar dê hilbijartin bên dubare kirin. 
 
Gelo dê derfet bên dayîn ku bernamzet xwe bi delegeyan bidin naskirin?
 
Bernamzet dê di çarçoveya çanda pêşbirka demokratîk de xwe û projeyên xwe bidin naskirin. Lê belê di vê pêvajoya danasînê de partî xwedî hin prensîbên tûj e. Di pêvajoya danasîn û xebatên propagandayê de wê destûr neyê dayîn ku tu namzetek namzetê din reş bike. Her wiha dê derfet neyê dayîn ku tu namzet manîpulasyonê bike. Dosyayên bernamzetên ku li gorî van krîterên hatine diyarkirin tevnegerin dê bên îade kirin. 
 
Derbarê keseke/î di pêşhilbijartinê de qezenc kir û mafê namzetbûnê bidest xist de di pêvajoya pişt re rewşeke ku ne li gorî krîterên partiyê ye derkeve holê, dê rebazeke çawa were meşandin?
 
Namzetbûna wî dê were betalkirin. Ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr ve dê dengên di pêşhilbijartinê de hatine wergirtin li ber çavan were girtin û di çarçoveya Lihevkirina Bajêr de namzetê nû dê were diyarkirin. 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

13/01/2024
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin