Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin

  • rojane
  • 12:10 28 Kanûn 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Amûrsaz Yûsûf Akin di oprasyona leşkerî de hatibû qetilkirin û bi ser qetilkirina Akin re 13 sal derbas bûn. Di danişîna dozê ya îro de hat îdiakirin ku bi sedema “ewlehiyê” keşf nehatiye kirin û dîsa biryar keşfê hate dayîn. 
 
Amûrsazê bi navê Yûsûf Akin di operasyona leşkerî ya li çoltarê gundê Deyrcem ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya di sala 2011’an de hate qetilkirin û Mehmet Eren jî birîndar bû. Têkildarî doz hatibû vekirin û ji bo leşkeran biryara beraetê hatibû dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi sedema “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin”, ev biryar betal kiribû. 
 
Piştî ku dosyaya Yûsûf Akin dîsa ji dadgeha herêmî re hate şandin, cendirmeyê tevgera taybet Kadîr Engîn O., Bahattîn Y., Yûsûf Ertûgrûl K. û Dogan G. dîsa hatin darizandin. Danişîna dozê di 15’ê îlona 2022’yan de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dest pê kir û îro jî 5’emîn danişîna dozê hat lidarxistin. 
 
Li ser navê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê parêzer Erdal Kuzu dozê dişopîne û di danişînê de amade bû. Bersûcên negirtî tên darizandin jî tev li danişînê nebûn. Parêzerên bersûcan jî careke din hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn. 
 
PARÊZERÊN BERSÛCAN JÎ XWESTIN KEŞF BÊ KIRIN 
 
Hat dîtin ku parêzerên bersûcan jî daxwazname ji dosyayê re şandine û daxwaza keşfa cihê bûyerê kirin. Parêzerên bersûcan di daxwaznameyê de xwestin ku îfadeya Mehmet Eren dîsa were girtin û xwestin mesafeya cihê bûyerê careke din bê pîvandin. 
 
KEŞF DÎSA NEHAT KIRIN 
 
Dadgehê, ji bo keşfê biryar dabû ku ji cendirmeyan re muzekkere bê nivîsandin. Di bersivê de wiha hate gotin: “Ji ber ku di saeta keşfê de ewlehî baş nayê parastin, lewma em neçûn cihê keşfê...”
 
'DI DOZÊ DE EM XWE WEKE TEMAŞEVAN DIBÎNIN’ 
 
Parêzer Erdal Kuzu jî di parastina xwe de wiha got: “Di dema pêvajoya darizandinê de parêzerên bersûcan li dijî keşfa cihê bûyerê derketin. Lê di vê qonaxê de dixwazin keşf bê kirin. Ji ber ku ew jî dizanin ku hêzên ewlekariyê ji bo parastina hempîşeyên xwe anku miwekîlên wan raporeke neyînî nenivîsin. A rast em êdî xwe di vê darizandinê de weke temaşevan dibînin. Gundê bûyer lê qewimî nêzî dadgehê ye û daxwaza keşfê ya dadgehê bi hinceta ewlehiyê nayê kirin. Ev yek, ne ji ber gumanên ewlehiyê lê ji ber polîtîkaya necezakirinê rû dide. Heke ji bilî keşfê, rêbazeke din a ku rastiyê derxîne holê hebe, em ê bi awayeke nivîskî pêşkeşî dadgehê bikin. Dîsa jî bi îxtîmala ku keşfê bikin, dixwazim ji Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê re nivîs were nivîsandin ku keşfê bike.” 
 
DÎSA BIRYARA KEŞFÊ DAN
 
Parêzer Kuzu xwest ku bersûc di pêvajoya darizandinê de girtî bin. Dozger jî xwest kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê, daxwaza girtinê red kir û biryar da ku ji bo keşfê dîsa ji Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê re nivîs were nivîsandin. Her wiha dadgehê biryar da ku dema keşf tê kirin, du polîs jî bi şandeyê re bin. 
 

Sernavên din

16/05/2024
13:05 Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin
13:04 Festîvala Filman a Cannesê bi çalakiya kedkarên sînemayê dest pê kir
12:09 Doza Kobanê: Navber dan danişînê
11:51 Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:20 Di Doza Kobanê de danişîna biryarê dest pê kir
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Bakirhan: Em ê bi hev re bibînin ku ders hatiye girtin an na
Hatîmogûllari: Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyek e
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin