‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’

  • rojane
  • 17:27 23 Kanûn 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê yên li 5 bajaran didomin de daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” berdewam kir. Çalakger û beşdarvanan ev peyam dan: “Heke têkoşîneke xurt were dayîn dê tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kûrkirin bi dawî bibe. Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e.” 

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên ragirtin di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê mijdarê de dane destpêkirin didome. Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li derve dane destpêkirin jî berdewam dikin. 
 
STENBOL 
 
Çalakgerên di Nobeta Edaletê ya li Stenbolê tê meşandin de cih digirin îro jî pêşmalkên ku nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li ser dinivîsî li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin. Li eywana avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê ku nobet lê didome bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê rakin û ji zindanan re bibin deng” û “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” cih girt. 
 
Endamên ANYAKAY-DER’ê û rêxistina DEM Partiyê ya Şîşliyê îro ji bi piştevaniyê serdana nobetê kirin. 
 
‘EM Ê JI BO BIRÊZ OCALAN GIRTINA NOBETÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Xizma yek ji malbatên ku nobetê digire Cemîle Koçer, diyar kir ku divê gelê kurd zêdetir li girtiyan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derkeve û got: “Em ê ji bo zarokên xwe û birêz Ocalan girtina nobeta xwe bidomînin. Heta ku daxwaza me ya edaletê neyê bi cih em ê li vir bin. Divê êdî hemû kurd rabin ser piyan.”
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin berdewam kir. Çalakgeran pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Li eywanê jî pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. 
 
‘MIFTEYA AŞTIYÊ OCALAN E’ 
 
Yek ji çalakgerên Nobeta Edaletê Meryem Soylû bi bîr xist ku 20 roj in di nobetê de ne û wiha got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad bibe dê ev nobet berdewam bike. Mifteya aştî û azadiyê di destê Abdullah Ocalan de ye. Gelê kurd azad nîne lê heta ku Abdullah Ocalan azad nebe civak jî azad nabe. Divê di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din azad bibin. Em çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin û bang li herkesê dikin; em dixwazin ev nobet hêj bi girseyîtir bibe. Divê herkesên ji xwe re dibêjin kurd im destê xwe deyne bin kevirî.”
 
Tevahiya rojê çalakiya nobetê ji aliyê saziyên sivîl ên civakî û welatiyan ve hate ziyaretkirin. Çalakvanan her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û stranên kurdî gotin. 
 
WAN 
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya TUAY-DER a Wanê de li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Artemêtê û rêveberên navend û navçeyan ên DBP’ê serdana çalakvanan kirin. 
 
‘EM Ê BI PAŞ VE GAVÊ NEAVÊJIN’  
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sîsê Şaybak a di serdanê de axivî wiha got: “Me li vir bi heman daxwazên girtiyan dest bi çalakiyê kir. Em bi daxwaza ku girtî û axa Kurdistanê azad bibe li vir in û heta hemû civak azad nebe em ê li vir bin.”
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Artemêtê Kadîr Çîçek ê xizmê girtiyan e jî têkildarî çalakiyê wiha got: “Ev çalakî pîroz û bi nirx e. Dijmin çi bike bila bike, bi tankan, topan, balafiran êriş bike jî em ê bi paş ve gavê neavêjin. Em hemû qadên berxwedanê ji vir silav dikin. Em jî dê weke heval û zarokên me yên li girtîgehan li ber xwe didin heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Ne têkoşîna girtiyan ne jî girtî bi xwe bi tenê ne, heta ku girtî azad bibin em ê li ser şopa têkoşîna wan bin.”
 
‘EM BERXWEDANA LI GIRTÎGEHAN VEGUHÊZIN KOLANAN’  
 
Rêveberê DBP’ê Hazim Harmanci yê di serdanê de axivî, qala girîngiya çalakiya li girtîhan hatiye destpêkirin kir û wiha got: “Heke têkoşîneke xurt were dayîn dê tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kûrkirin bi dawî bibe. Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e. Divê ev berxwedan tenê bi vir bisînor nemine, divê em berxwedana li girtîgehan veguhêzin kolan û taxan.”
 
Kesên tev li nobetê bûne her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
MÊRSÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) daye destpêkirin, di roja 20’emîn de berdewam kir. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û klam hatin gotin. 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 20’emîn de berdewam kir. Pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvanan di nobetê de armanca çalakiya xwe ji beşdarvanan re vegot. 
 
 

Sernavên din

10/05/2024
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin
15:36 Li Rihayê 17 kes hatin berdan
15:25 Dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn
15:22 Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin
14:59 Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir
14:35 Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin
14:15 YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir
13:31 Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in
13:26 Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir
13:22 Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin
12:52 Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
12:34 Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket
11:53 Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin
11:41 Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin
11:40 Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin
10:09 ‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
10:01 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
09:48 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin
09:47 Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 164 roj in di çalakiyê de ne
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin