Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e

  • rojane
  • 09:08 12 Kanûn 2023
  • |
img

ENQERE/ ÎZMÎR - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklarê û Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê tên ragirtin û di greva birçîbûnê de, dertnîşan kirin ku xelasbûna pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi azadbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dane destpêkirin di roja 16'an de didome. Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Kiriklar a Îzmîrê tên ragirtin têkildarî çalakiya xwe nameyek nivîsandin. Di nameye de hat destnîşankirin ku ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn divê Abdullah Ocalan azad be. 
 
‘RONDIKÊN DEREWÎN DIBARÎIN’
 
Girtiyan di nameya xwe de bal kişandin ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê, êriş şermezar kirin û wiha gotin: "Ji ber van geşedanan em pirs hêrs û xemgîn in. Îro rastiyeke pir zelal e ku li hember derketina rewşa li Xezeyê hewcedariyeke mirovane ye. Lê belê tevî hikûmet û gelek derdorên ji ber tiştên li Xezeyê diqewimin diqêrîn, gazinan dikin û rondikên derewîn dirijînin, tenê carekê berê xwe nadin Kurdistanê. Yên ku jiholêrakinê ji bo kurdan rewa dibînin, li Filistînê rondikên derewîn dibarînin."
 
‘KURDAN DIXIN GIRTÎGEHAN’
 
Di nameyê de hat bibîrxistin ku kurd di zimanê xwe de perwerdeyê nabînin, di dadgehan de nikarin bi zimanê zikmakî ifadeyê bidin, ji ber wergera zimanê xwe neçar dimînin ku pere bidin û wiha pê de çû: “Ji ber dest ji çand û hebûna xwe ya civakî bernadin, ji kurdan re tunebûnê rewa dibînin. Her roj bombeyên kîmyewî diavêjin çiyayên kurdan, ji sivîlan bêhtir leşker û polîsan li bajaran tije dikin. Weke domdar qedexeya derketina kolanan îlan dikin. Car caran bi hezaran kurdan digirin û dixin girtîgehan. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi rejîmeke ku li cîhanê mînaka wê nîn e, di girtîgehê de di qawîşa yekkesî de tê ragirtin. Nikare ji mafên xwe yên herî bingehîn sûdê bigire. Bi sedan girtiyên nexweş ên kurd hene û wan bernadin. Girtiyên wekî 30 salan di hundir de tên ragirtin, tevî temamkirina cezayên xwe nayên berdan. “
 
‘DIVÊ DEST JI VÊ FERASETÊ BERDIN’
 
Girtiyan, di nameya xwe de bi bîr xistin ku tevî hemû zextan jî gelê kurd serî netewand û wiha gotin. “Bi taybetî 50 salên dawî, bi giştî jî dema ku em hûn bere xwe didin 200 salên bi şer derbasbûyî, dê baş were fêmkirin ku kurd serî natewînin. Ji ber wê divê dest ji van polîtîkayên serîtewandinê were berdan. Divê baş were zanîn ku ev feraset di Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de tim dibe sedema krîz-gengeşiyan û dibe hinceta sepanên derveyî demokrasiyê nelirêtî û krîzên aborî.”
 
‘BI AZADIYA OCALAN PÊKAN E’
 
Di dirêjiya nameyê de hat gotin ku rêya çareseriya krîzên aborî, siyasî û demokrasiyê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn; bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên adilane û demokratîk pêkan e. Herwiha di nameye de hat gotin ku rêya çareserkirina pirsgirêkê jî bi şertê azadiya Abdullah Ocalan pêkan e ku gelê kurd ji xwe re weke sermuzakeravan diyar kiriye.
 
BANGA TEVLIBÛNA KAMPANYAYÊ 
 
Girtiyan di dawiya nameya xwe de banga tevlibûna kampanyayê li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kirine de ev tişt gotin: “Me wek girtiyên siyasî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kir. Heke ku ev daxwaza me ya rewa neyên pêkanîn, em ê çalakiya xwe bi awayeke dijwartir bidomînin. Em bang li her kesê xwedî rûmet dikin ku bila piştgiriyê bidin vê têkoşîna birûmet.”
 
JINÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN 
 
Jinên li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê tên ragirtin jî têkildarî çalakiya xwe bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Jinan diyar kirin ku çalakiya wan ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan gaveke girîng e û di peyama xwe de wiha gotin: “Em pênc heval tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger bûn. Birêz Ocalan ji bo gelan pêdiviyeke girîng e. Êdî roj ev roj e. Ev ne rewşeke ku em li bendê bimînine. Gelê kurd divê xwedî li vê pengavê derkeve û têkoşîna xwe bêtir bilind bike. Armanca girtiyan û daxwaza wan azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê çi bikeve berê me em ê wê bikin. Em dixwazin gelê me û dostên me jî tev li vê pêngavê bibin. Hêviya me û armanca me her ku diçe mezin dibe. Çi dibe bila bibe, em ê teqez serbikevin. Serkeftin ya me ye.”
 
 

Sernavên din

29/04/2024
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin