‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’

  • rojane
  • 16:40 9 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatine dayîn de hat xwestin ku girtiyên nexweş Erdal Ozel, Abdulbarî Yildirim û Mehmet Bayram werin berdan. 
 
Komîsyonên girtîgehan ên li Îzmîr û Stenbolê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên li Stenbol û Îzmîrê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di daxuyaniyên li dar xistine de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş ên giran. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgeha a Stenbolê 611’emîn Rûniştina F ya ku her heftê li dar dixin li pêşiya avahiyê komeleya xwe li dar xist. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexwe ê giran Erdal Ozel ê di Girtîgeha Metrîs a Tîpa R de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e maf nayê astengkiriN”, “Bila Erdal Ozel were berdan", û “Tecrîd dide kuştin, piştevanî dide jiyîn” hatin vekirin. Gelek aktîvîstên parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyaniyê berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn xwend. Acettîn destnîşan kir ku nexweşiyên ‘şîzoftenî, dil, hîpertansiyon, şekir, gurcik, prostat û demansê yên Ozal hene. Ozal ji ber nexwşiyên xwe yên nayên dermankirin êdî nikare jiyana xwe bidomîne. Ji bo Ozel were dermankirin divê were berdan.”
 
ÎZMÎR 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî 280’emîn çalakiya xwe ya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ku 2 heftayan carekê li dar dixin, li pêşiya Sumerbang a kevn li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc” hat vekirin. Gelek parastvanên mafên mirovan û welatî tev li çalakiyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê vê hefteyê de Zîlan Gumuş bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Abdulbarî Yildirim ê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin. Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî rêveberê ÎHD’ê Îslam Arpat xwend. 
 
Di daxuyaniyê Gumuş diyar kir ku nexweşiyên tansiyon, farenjit, titiqa piştê û mîdeyê wî hene. Herwiha Gumûş diyar kir ku diranên Yildirim di îşkenceyan de hatine jêkirin û bi salan in tedawiya wî baş nayê çêkirin û bêdiran e.  
 
Gumuş da zanîn ku ji ber ferzkirina poşmantiyê tehliyeya Yildirim 6 mehan hatiye taloqkirin û got: “Ji sepanên derveyî hiqûqê û ji encamên sepanên keyfî rayedar berpirsyar in.”
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî 483’emîn çalakiya xwe ya heftane, li pêşiya avahiyê Şaxa ÎHD’a Enqereyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş werin berdan” hate vekirin. Daxuyaniyê endama Şaxa ÎHD’ê Sevîl Tûrgût xwend. 
 
Tûrgût destnîşan kir ku li gorî agahiyê wan kom kirine rewşa 651 girtiyên nexweş giran e û bi giştî hezar û 517 kes jî girtiyên nexweş hene. Ji ber raporên ATK’ê yên “dikare di girtîgehê de bimîne” binpêkirina mafên jiyanê derdikevin holê. Ji serê salê heya niha herî kêm 40 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.”
 
DIVÊ LEZGÎNÎ WERE BERDAN
 
Di daxuyaniya vê heftê de bal kişandin ser rewşa Mehmet Bayram ê di Girtîgeha Ferîzlî ya Sakaryayê de tê ragirtin. Dûrgût destnîşan kir ku rapora ji sedî 97 a Bayram heye got: “Nexweşiyên gurçik, dil ên Bayram hene û tedawiya penceşêrê dîtiye. Di sala 2022 û 2023’yan de 4 caran rakirin servîsa venêrîna awarte û 60 rojan ma di servîsa venêrîna awarte de. Nikare ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê 6 mehan di girtîgehê de bimîne. 9 meh cezayê wî maye. Divê demildest were berdan.”
 

Sernavên din

27/04/2024
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin