Ji rojnameger Ehmed 32 roj in agahî nîne: Bi komployekê hatiye revandin

  • rojane
  • 09:37 25 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnameger Silêman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin 32 roj in tu agahî nayên girtin. Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku hemû serlêdan û hewldayîn bê encam mane û got: "PDK li xwe mikur hat ku Silêman Ehmed ji aliyê hêzên wê ve hatiye revandin. Lê belê asayîşa Hewlêr û Dihokê îdîa dikin ku Ehmed ne li gel wan e." 
 
Edîtorê Rojnameya Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed di 25’ê Cotmehê de dema ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedigeriya Herêma Kurdistana Federal, ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve li Deriyê Sînor ê Sêmalka hate binçavkirin. Asayişa Giştî ya Dihokê ya girêdayî PDK'ê piştî revandina rojnameger Ehmed 6 rojan ragihand ku ew hatiye binçavkirin û îddakiribû ku "Ti eleqeya Ehmed bi rojnamegeriyê re nîne". Bertekên sazî û rêxistinên rojnamegeran ên li dijî revandina rojnameger Ehmed zêde dibin. Heta niha tevî hemû serlêdan û hewldanan jî 32 roj in tu agahî ji Ehmed nayên girtin. Agahî nestandina ji Ehmed berdewam dike. Der barê mijarê de rojnameger Mervan Ozdemir ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Rojnameger Mervan Ozdemir 
 
'BI KOMPLOYEKÊ HATE REVANDIN'
 
Rojnameger Ozdemîr, anî ziman ku Ehmed di encama komployekê de hatiye revandin û wiha axivî: "33 roj di ser binçavkirina hevalê me Silêman Ehmed re derbas bûn. Yekane tişta ku me der barê rewşa Ehmed de zanî ew e ku di 25'ê cotmehê de piştî hevdîtina bi malbata xwe re vedigere başûrê Kurdistanê û piştre ji hêla hêzên PDK'ê ve tê revandin. Ev 32 roj in agahî jê nayê girtin. Bi rastî ez dixwazim ku ev pêvajoya bû sedema revandina wî pîçeke behs bikim da ku bizanibin ku Silêman Ehmed bi komployeke çawa hatiye revandin. Hebûna wî ya li vir qanûnî ye û bi destûra PDK'ê 5 sal in li vir dijî. Ji xeynî vê Ehmed ji bo ku derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, divê ku PDK destûr bide û çûyina wî erê bike. Deriyê Sînor ê Semalka yekane deriyê ku ji Rojava re vedibe û ew jî di bin kontrola hêzên PDK'ê de ye. Ji ber vê yekê ji bo ku welatiyek derbasî Rojava bibe yan jî ji bo ku kesek ji Rojava were başurê Kurdistanê divê ku destûra PDK'ê hebe. Ez şahidê vê pêvajoyê me ku hevalê me yê rojnameger Silêman Ehmed bi destûra fermî û erêkirina PDK’ê çûbû Rojava û serdana malbata xwe kir. Ev prosedur bi cih aniye û çûye. Nêzî 25 rojan li Rojava dimîne û piştî demekê ji bo ku derbasî vê derê bibe tê û bi komployekê re rû bi rû dimîne. Sedema ku em vê bûyerê weke komployekê pênase dikin ew e ku PDK'ê hewl da bi dizî navekî li mijarê bike. Ev zêdetirî 32 rojan agahiyekî parve nake û em vê jî weke komployekê dibînin."
 
'ASAYIŞA HEWLÊR Û DIHOKÊ ÎDDÎA DIKE KU NE LI GEL WAN E'
 
Ozdemîr, anî ziman ku asayişa giştî ya Dihok û Hewlêrê bi gotina 'Ne li gel me ye' bersiv daye serlêdanan û wiha berdewam kir: "Ji bilî revandina wî tu agahî di destê me de nînin. Di vê pêvajoyê de serlêdanên dîplomatîk û fermî çêbûn lê bêbersiv man. Di rojên ewil de em difikirîn ku binçavkirina hevalê me bi şaşitî çêbûye. Lê piştî çend rojan me pêwîstî bi belavkirina nûçeyan dît.Piştî ku ev nûçe belav bû, PDK nêçar ma û daxuyaniyek da. PDK li xwe mikur hat ku Silêman Ehmed ji aliyê hêzên wê ve hatiye revandin. Helbet daxuyaniya wan cihê şermezariyêye û aliyên wê yên ne exlaqî jî tên nîqaşkirin. Lê di daxuyanî de îtîrafek hebû. Di encama vê de çi pêş ket ew girîng bû. Ji aliyekî ve îtîrafkirina PDKê ku rojnamevan revandiye heye, lê tevî hemû hewldanan, tevî daxuyaniyên sendîkayên rojnamevanan û kesayetên girîng jî PDK di vê qonaxê de bersiva ti parêzeran nade. Parêzer ji bo ku bi Ehmed re hevdîtinê bikin li Hewlerê yek sazî nehiştine ku serî lênedane. Lê asayişa Hewlerê dibêje 'ne li gel me ye'. Hêzên asayîşê yên Dihokê îdia dikin ku Ehmed li cem wan nîne û parêzeran arasteyî Hewlêrê dikin. Hêzên asayîşê dibêjin, kesê bi navê Silêman Ehmed li navendên wan ên binçavkirinan nîne. Revandina Ehmed qebûl dikin lê dibêjin ne li gel me ye jî." 
 
'BERTEKÊN KU TÊN DAYIN LAWAZ IN'
 
Rojnameger Ozdemîr bi lêv kir ku  bertekên li ser revandina Silêman Ehmed ê ku tên dayîn têra nakin û ev tişt got: "Ne cara ewile ku em rastî rewşeke wiha tên. Em dizanin ku saziyên ku ne di xizmeta PDK'ê de ne di hedefê de ne. Her wiha me şahidiniya pêvajoyên qetilkirina rojnamegeran kiriye. Bertekên giştî jî di vî warî de ne. Dema ku hikûmeta PDK'ê tê rexnekirin jî tê gotin ku ev tişt nayê qebûlkirin.  Li dijî revandina hevalê me yê rojnamevan li Başûr ji aliyê rêxistinên rojnamevanan ve bertek hatin nîşandan. Lê ev bertek di qada navneteweyî de jî lawaz man. Tevî hemû polîtîkayên zextê yên PDK'ê jî bertekên pêwîst nehatin dayîn. Heta li herêma Behdînan jî rojnamegeran bertekên xwe bi dîmen belavkirin. Ji aliyê rojnameger û nivîskaran ve kampanyayek hatiye destpêkirin û bang li PDK’ê dikin ku agahî bidin. Lê belê li dijî van polîtîkayên zordar ên PDK'ê, aliyê siyasî ti helwest nişan neda. Îro yên herî zêde pêwîstiya bi rojnamegeran tînin siyasetmedar in. Lê rojnameger tênbinçavkirin, qetilkirin û revandin. Divê herî zêde ew bertek nîşan bidin lê qels dimînin. Di asta neteweyî de tu bertek nehat nişandin. Me hewl da ku bi rêya peyamên nivîskî xwe bigihînin saziyên parastina mafên rojnamevanên navneteweyî, lê me bersiv negirt. Banga me ji sendîkayên rojnamevan û çapemeniya azad a Kurdistanê re heye ji bo berdana Silêman Ehmed û ji bo ku ev bêedaletî zûtir bi dawî bibe dengê xwe derbixînin. Divê ku xwedî li Silêman Ehmed derbikevin. Pêwîste pirsa 'Silêman Ehmed li ku ye' berdewam be."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

13/04/2024
15:00 Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin
13:40 Odeya Endezyarên Makîneyê: Kontrolên teleferîkê nehatine kirin
13:28 Teleferîk ji ber hezazê şikestiye!
13:25 Gultekîn ê Fransayê radestî Tirkiyeyê kiribû hate girtin
13:15 Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin
11:58 Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir
11:54 Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin
11:14 Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin
10:56 Ji NÇM’ê atolyeya tembûrê
09:39 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:09 172 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:07 Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim
09:04 Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye