Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin

ENQERE -  Hevberdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû ya di konferansa Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de axivî, diyar kir ku rêveberiyên herêmî qada avakirinê ya sêyemîn in û wiha got: "Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Rêveberiyên Xwecihî Yên Azad ve!” li avahiya partiyê ya li Balgatê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk li dar xist. Gelek delegeyên jin ên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tev li konferansê bûn. 
 
Konferans piştî hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê bi temaşekirina sînevîzyonê dest pê kir. Piştî temaşekirina sînevîzyonyonê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Axaftina vekirinê ya konferansê ji hêla Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglu ve hat kirin. 
 
Turkoglû ya bi silavkirina beşdarvanan dest bi axaftina xwe kir wiha got: "Jinên ku tu carî dev ji gotina 'Hevserokatî xeta me ya mor e' bernedaye, jinên ku li Rojava bi avakirina gund û koperatîfên jinan baweriyê me ya jinan zindî hiştîne û jinên ku li Şengalê ji rêveberiya herêmî re pêşengtî kirine re silav. Jinên ku kolan, qadên jiyanê û her wiha zindanan veguherandin qadên berxwedanê silav dikin. 
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN ÊRIŞA LI DIJÎ PERGALA ME YE
 
Modela ku me di sînevîzyonê de dît di sala 2016'an de bi tayînkirina qeyûman re hat xespkirin. Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmî tu carî dev jî xebatên xwe yên jinûve avakirinê û berxwedanê berneda. Tayînkirina qeyûman tê wateya êrişa li hemberî pergal me, vîna gelê kurd û têkoşîna wekheviyê. Divê mirov wisa bigire dest. Dema em li dijî qeyûman derdikevin jî em di nava gelê xwe de jî nîqaşa em ê çawa bi hev re xebatên jinûve avakirinê bidin meşandin nîqaş dikin. Me gelek xebat dan meşandin. Zêdetirî 20 salan tecrûbeyên me yên rêveberiyên herêmî hene. Me di şexsê jinan de modelek ava kir. Ev model ji Tirkiyeyê re, ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bû mînak. 
 
Jiyaneke demokratîk çawa tê avakirin, demokrasiya herêmî çawa ye, derbarê van mijaran de bi salan e xebat tên kirin û modelek jî hatiye afirandin. Rojava mînak e û li vir qonaxeke demokrasiya herêmî heye. Li Şengalê jî modelek tê afirandin. Bi taybetî li cîhanê gelek tevger hewl dide ku modela ku tevgera kurd afirandî pratîze bike. Ji ber vê sedemê em dibêjin ku tayînkirina qeyûman tê wateya avakirina rejîma li dijî jin, maf û demokrasiyê. 
 
300 JIN HATIN QETILKIRIN 
 
Desthilata AKP'ê û MHP'ê ji sala 2016'an ve konsepteke şer dimeşîne. Ev konsept bi rejîma qeyûman re veguherî revêberiyê. Ev rêbaza rêveberiyê êrişê destkeftiyên me dike û her wiha bû sedema belavbûna tundiyê jî. Belavbûna tundiyê bi tasfiyekirina destkeftiyên jinan bêtir zêde bû. Zêdebûna qetilkirin û tundiya li dijî jinê ji ber zîhniyeta qeyûman pêk tê. Tayînkirina qeyûman xespkirina destkeftiyan û hewldana dezgehên darazê jî bû sedema xespa hemû saziyan. Tenê di 10 mehên dawiyê de 300 jin hatin qetilkirin. Di nava wan de jî mirina 190 jinan jî bi guman e. 
 
EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA JI BO PERGALA HEVSEROKATIYÊ BIDOMÎNIN
 
Bi tayînkirina qeyûman re Pergala Hevserokatiyê û dezgehên ku ji bo jiyana wekhev hatî avakirin hatin xespkirin. Îro em teşhîra vê yekê dikin. Derbarê vê mijarê de me kargehan organîze kir û xebat dan meşandin. Nabe ku Pergala Hevserokatiyê bê terorize û marjînalizekirin. Ji roja ewilî heta îro têkoşîna azadiya jinên kurd ji bo azadî û wekheviyê bû her wiha ji bo edaletê bû. Îktîdar tehemûlê jinan û kurdan nake û dijminatiyê pêş dixe. Lê em ê ji bo Pergala Hevserokatiyê di tevahiya jiyanê de pêk bê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ JIYANA AZAD Û WEKHEV BIAFIRÎNIN
 
Ji bo Rojava  piştevaniyeke mezin pêk hat, ji bo Kobanê jî piştgireyeke mezin hebû. Desthilat di sala 2016'an de kesên ku piştevaniya Kobanê kir darizand. Îro li dijî Rojava, Kobanê û Şengalê jî êrişan pêk tîne. Desthilat bi zelalî helwesta xwe ya alîgir nîşan dide. Desthilat li cem zîhniyeta DAIŞ'ê ye. Li Rojava jin çawa bi têkoşînê jiyana azad û wekhev afirand, em ê jî li vir heman jiyanê biafirînin. 
 
TECRÎD BINGEHA XWE JI REJÎMA QEYÛMÊ DIGIRE
 
Ev serpêhatiyên li dijî gel girêdayî tecrîdê ye. Me çawa di civînên jinan û kargehên ku hatî lidarxistin de anî ziman û carekdin jî tînin ziman; ji bo ji holê rakirina rejîma qeyûmê divê em ji bo têkbirina tecrîdê têbikoşin. Tecrîd bingeha xwe ji rejîma qeyûmê digire. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dê di konferansê de bibe mijar.
 
POLÎTÎKAYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
 
Modela me çi ye? Model avakirina jiyana azad, wekhev û demokratîk e. Ev model bi xwe fikriyata avakirina netewa demokratîk e. Rêveberiyên herêmî bi xwe avakirina rêya 3'yemîn e. Ji bo hilbijartinên herêmî demek kurt maye. Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin. Em dev ji pergala xwe ya hevserokatiyê bernadin. Desthilat çi dike bila bike Pergala Hevserokatiyê destkeftiyeke me ya jinan e. Zêdetirî 20 salane modelek me ya rêveberiya herêmî heye. 
 
Polîtîkaya partiya me ya rêveberiyên herêmî heye, mekanîzmayên ku pirsgirêkan çareser dike heye. Em ê her tiştî bi jin û ciwanan re pêk bînin. Em ber bi hilbijartina herêmî ve diçin, çend tundî hebe berxwedan û afirandinek jî heye. Li ku derê newekhevî hebe, li vir têkoşîna me ya wekheviyê hebe. Li ku derê xizanî hebe em ê li vir bi kooperatîf û rêxistinbûna xwe berxwedanek dê hebe. Li ku derê texrîbateke ekolojiyê hebe, em ê li vir bajarên azad ava bikin. Li dijî polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî ciwanan modela xwe ya rêveberiyên herêmî dê bikevin meriyetê. Ji bo astengdarên jin bajarên bêasteng avabikin. 
 
Hûn dizanin ku gelek tişt hene ku bên kirin. Em ê di hilbijartinê de çi ji me hatine dizîn em ê carek din bigirin. Em ê hewl bidin ku hemû texrîbatên ku hatî kirin ji holê rakin. Bila rêya me vekirîbe." 
 
BERPIRSYARIYA DÎROKÎ YA AVAKIRINA RÊYA SÊYEMÎN
 
Her wiha hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye, peyamek ji konferansê re şand û wiha got: "Jinên delal, em îro di konferansa we de bi awayekî fizîkî ne li wir in lê bizanin ku em di hest û ramanê de li kêleka we ne û em ê her dem li kêleka hev bin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin her çiqas kaotîk xuya bike jî ji bo kurdan û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi taybet jinan firsendeke dîrokî ye. Em weke jin li hemberî hemû zîhniyet û têgihiştina modernîteya kapîtalîst bi berpirsyariya dîrokî ya avakirina rêya sêyemîn re rû bi rû ne.
 
Di pêvajoyeke wisa de ku qêrîna me ya azadiya 'Jin jiyan azadî' sînoran derbas dike, em ê bi tevahî di têkoşîna azadiya jinê de bi ser kevin û bi feraseta konfederalîzma jinê cîhanê bi rêxistin bikin. Bi nûnertiya xwe ya wekhev û modela hevserokatiyê em ê hemû ferasetên zayendperest, neteweperest û olî ji holê rakin û jiyaneke cuda ava bikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi biryarên ku hûn ê di vê konferansê de bidin, li dijî faşîzma mêr a ku koletiyê li ser me ferz dike, em ê rejîma qeyûm hilweşînin û bi paradîgmaya xwe jiyanê ava bikin."
 

Sernavên din

01/04/2024
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir