Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn

  • rojane
  • 13:54 21 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê di çalakiyên xwe yên piştevaniya bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re aqûbeta Fehmî Tosûn ê di sala 1995’an di bin çavan de hate windakirin pirsî. 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiyên xwe yên piştevaniyê yên bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re vê hefteyê jî domandin. Di daxuyaniyên li gelek bajaran hatin kirin de piştgiriya Dayikên Şemiyê yên ketina wan a Qada Galatasarayê hate astengkirin hat kirin û faîlên kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin hate pirsîn. 
 
ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Fehmî Tosûn (35) ê di 19’ê cotmeha 1995’an de piştî li navçeya Avcilar a Stenbolê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin pirsî. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê hatin bahev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de pankartên “Windakirî diyar in, faîl ne diyar in” , “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve’. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku astengkirina dayikên şemiyê li dijî destûra bingehîn e. Gumuş, diyar kir ku Cadeya Îstîklalê û Qada Galatasarayê 28 hefte ne veguheriyê cihê îşkenceyê û anî ziman ku dest ji lêgerîna windakiriyên xwe û Qada Galatasarayê bernadin. 
 
Gumuş, pişt re çîroka Fehmî Tosûn ê bavê 5 zarokan bû xwend. Piştî xwendina çîrokê daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
WAN
 
Şaxa ÎHD’a Wanê li avahiya komeleya xwe metna hevpar parve kir. Rêvebera ÎHD’ê Ayten Kiran aqûbeta Fehmî Tosûn ê di 19’ê Cotmeha 1995’an de hatiye windakirin pirsî. 
 
EDENE
 
Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî bi daxuyaniya li ber avahiya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgiriya Dayikên Şemiyê kir. Di daxuyaniya ku pankarta “Cihê lêgerîna heqîqet û edaletê Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate vekirin de gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ya hevpar Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş xwend. 
 
MÊRSÎN 
 
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi armanca piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Parka Ozgur Çocûkê hate kirin de pankarta “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate vekirin. Parlamenterên HEDEP’ê Perîhan Koca, Alî Bozan û Kamûran Tanhan, rêxistina HDP’a Mêrsînê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Îsmet Kaplan di hefteya 969’emîn de dosyaya Fehmî Tosûn parve kir. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Bekîr Sitki Keçecî jî bal kişand ser revandina endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mazlûm Kaya û wiha got: “Me bi revandina endamê Meclisa Ciwanan a nava rojê dît ku ji salên 90’î heta niha tiştek nehatiye guhertin. Ev pêvajoya ji salên 1990’an ve şûna Torosên Spî bi cîpên reş berdewam dike. Berê faîlên van revandinan nehatin dîtin îro jî hêj revandin bi dawî nebûne.”
 
ENQERE 
 
Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn pankarta “Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate daliqandin. Endama Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût a di civînê de axivî wiha got: “Em ê dest ji Qada Galatasarayê ku cihê hevdîtina me ya bi windakiriyên me re ye bernadin.”
 
‘QADA GALATASARAYÊ VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ’
 
Tûrgût, diyar kir ku zexta polîsan a li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê her ku diçe zêde dibe û wiha berdewam kir: “Kesên welat bi rê ve dibin ji daxwaza me ya ‘Bila hezkiriyên me yên di bin çavan de hatine windakirin bên dîtin’ re bi tundiya polîsan a her ku diçe zêde dibe re dibin bersiv. 28 hefte be Qada Galatasarayê û Cadeya Îstîklalê veguherîne qada îşkenceyê.” 
 
RIHA 
 
Şaxa ÎHD’a Rihayê jî bi civîna çapemeniyê ya li avahiya xwe li dar xist ji Dayikên/Mirovên Şemiyê re bûn piştevan. Li eywana ku civîn lê hate lidarxistin pankarta “Em ê dest ji lêgerîna windakiriyên xwe, Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernedin” hate daliqandin. Hevserokê ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Tûtal metna çapemeniyê ya hevpar xwend. 
 
DÎLOK 
 
Şaxa ÎHD’a Dîlokê jî bi armanca piştevaniya bi Dayikên/Mirovên şemiyê li Parka Yeşîlsû civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de Hevserokê Şaxê Bahrî Ogûz metna çapemeniyê ya hevpar xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
ÎHD'a Şirnexê ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li navçeya Sîlopiyayê li ber Parka Engelsiz Yaşam daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta,”Bila wenda bên dîtîn û faîl hesab bidin” hate vekirin. Rêveberên HEDEP ê navçeya Silopiya, Meclisa Dayikê Aşitiyê û endamên Baroya Şirnexê tev li bûn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD’ê Devran Kara ve hat xwendin. 
 
 

Sernavên din

17/03/2024
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan