ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 29 Îlon 2023
  • |
img
 
 
* Seyrî Îpek got ku bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” re xeleka berxwedanê hatiye avakirin û komploya navneteweyî bi saya sekna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vala hatiye derxistin. 
 
* Îbrahîm Çoban, birayê Kubra Çoban a 14 salî ku di pîrozbahiya alîgirên AKP'ê de birînda bû û piştî 4 mehên tedawiya li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bertek nîşan da û got ku heke tedbîr bihatina girtin wê wisa nebûna.   
 
* Gundê Kiwexê yê êzidiyan ku tê texmînkirin xwedî dîrokeke hezar û 200 sala ye, di hedefa dewletê de ye. Bi meha ye propagandaya “Êzidî vedigerin gundê xwe” tê kirin lê belê li gund tu êzidî najîn û di bin navê turîzmê de pêşkeşî sermayeyê tê kirin. 
 
* Ji BEKSAV'ê Rûşa Sabûr, ragihand ku di serdema nû de Koroya Gel ava kirine û hewl didin tevî Meclisa Sînemayê ya di bin banê wan de, mîhrîcaneke fîlman li dar bixin. 
 
* Endamên Komîsyona Girtîgehê ya OHD a Şaxa Mêrsînê ku çûn Girtîgeha Aksarayê ya Tîpa T'yê, ragihandin ku dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin, berdana girtiyan bi zextên dozger û derûnasê girtîgehê bi pirsên wekî "Gava tu ji girtîgehê derkevî tu yê daxilî nava siyaetê bibî yan biçî çiyê? Fikra te ya der barê Abdullah Ocalan de çi ye?" tê astengkirin. 
 
* Jinên mexdûrên erdhejê di atolyeya dirûtinê ya ji aliyê Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê ve hat avakirin, bi hilberînê xwe li jiyanê digirin. Jinan diyar kir ku hê jî gelek kêmasiyên kargehê hene û ji bo vê bang li mirovên hestyar kirin.
 
* Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû, diyar kir ku ji ber ku rojnamevaneke kurd e 5 meh in girtiye û got: "Tu dîwar dê nikaribin me ji pîşeya me dûr bixin." 
 
* Ji damezrînerên Civata Ahûra Rîtîmê Samî Hosseînî diyar kir ku çanda populer muzîkê veguherandiye amûreke mezaxtinê û got: "Pirbûna tiştekî, mezaxtinê hêsantir dike û dike ku aliyên wê yên baş neyên dîtin. Ev yek dike ku muzîk mayinde nebin." 
 
* Rojnameger Ekrem Beraat ku li Akademiya Çapemeniyê ji hêla rojnameger Seyît Evran ve hate perwerdekirin diyar kir ku Evran ji bo hemû rojnamegerên Çapemeniya Azad bûye çirayek û wiha got: “Herdem digot ‘herkes dikare bibe rojnameger lê hemû kes nikare bibe rojnamegerê şoreşger.’ Gelek rojnamegerên şoreşger mezin kir.”
 
* Danişîna Doza Kobanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin, dê berdewam bike. (10.00)
 
* Li Amedê di pêşengtiya KCD, DBP, TJA û MED TUHAD-FED’ê de têkildarî 9’ê Cotmehê Komploya Navnetewî dê li avahiya MED TUHAD-FED’ê de daxuyanî bê lidarxistin. (11.00) ZINDΠ
 
* 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê di roja 3’yemîn de berdewam bike. (13.00-19.00)
 
* Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Qilebanê dê têkildarî veguhestina dengan a navçeyê ya beriya hilbijartinê ya ji aliyê qeymeqamtiyê ve li ber avahiya partiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (14.00)
 
* Baroya Şirnexê û Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê dê li gundê Bana ku du meh û nîv in di bin dorpêça leşkeran de ye serdana gundiyan bike. (15.00)
 

Sernavên din

23/02/2024
17:08 Bajar bi bajar xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê
17:02 DEM Partiyê li Tiloyê buroya hilbijartinê vekir: Em hêvîdar in alimên olî rola xwe bi cih bînin
16:57 Bakirhan:Pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye
16:50 Li Farqînê teqîn çêbû: Kesekê jiyana xwe ji dest da
16:18 Malbatên Nobeta Edaletê digirin daxwaza azadiya Ocalan kirin
15:40 Li Gemlîkê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Mûtlak Tozûn ê bişert hatibû berdan rakirin beşa lênerîna awarte
15:26 Rapora greva birçîbûnê ya Egeyê: Cezayên dîsiplînan tên dayîn
13:45 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin
13:23 Dê li Amedê panela ‘Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de’ bê lidarxistin
13:15 Bakirhan: Ne Îskender ne Parsan nekarî van çiyayan derbas bikin, dê diz qet nekarin
11:54 Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya Adarê aşkere bû
11:32 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:24 Hatîmogûllari: Em ê bajarên xwe ji nû ve ava bikin
11:03 Li Qilêbanê ji cerdevanan hat xwestin ku tev li êrişên li dijî Zapê bibin
10:59 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:22 Dayika rojnamevan Altûn: Ji wê rojê û vir ve bi hezaran Cengîz mezin bûn
09:04 Ozbîngol: Pakêta Darazê ya 8’emîn weke amûreke pêvajoya siyasî tê bikaranîn
09:01 Girtiyên siyasî 89 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 122 roj in agahî nayên girtin
09:00 Amadekariyên 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê' didomin
09:00 Qeyûm dixwaze welatiyê ku doz lê vekiriye ji xanî derxe
09:00 Karlqvist a swêdî: Divê pozîsyona Abdullah Ocalan baş bê fêmkirin
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2024’AN
22/02/2024
19:34 Dayikên Şemiyê dê ji ber çalakiya xwe ya hefteya 95'emîn bên darizandin
18:02 DEM Partiyê li Xana Hawêl û Ziyaretê buroyên hilbijarinê vekir
17:27 Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin
17:06 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev
17:03 Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin