Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin

  • rojane
  • 11:44 28 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumrut diyar kir ku dê di 74 saliya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, li 74 deverên cuda yên cîhanê li ser pêyan bin û got: "Di 10'ê cotmehê de li ber Konseya Ewropayê bi tevlibûna 500 kesî dê çalakiyeke ku 4 rojan bidome bê lidarxistin." 
 
9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hat destpêkirin. 30 meh in jî derbarê Abdullah Ocalan de tu agahî nayê girtin. Sazî û dezgehên navneteweyî li dijî tecrîda girankirî bêdengiya xwe diparêzin. 
 
Li gelek deverên cîhanê û Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêngavek hat destpêkirin. Dê li Ewropayê di 9'ê Cotmehê de bi çalakî bernameyan pêngava ku hat destpêkirin dê bê meşandin. Der barê çalakî û bernameyan de Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumrut ji JINNEWS'ê re axivî. 
 
TÊKOŞÎNA JIN Û CIWANAN 
 
Zumrut diyar kir ku ji 9'ê Cotmehê heta niha 25 sal in gelê kurd têkoşîneke bê navber dide meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li hemberî komployê û ji bo azadiya Serokatiyê têkoşînek hat dayîn. Gelê Kurd, jin, ciwan û gelên din di nav berxwedanê de bûn. Îsal 9'ê Cotmehê ji bo me salekî dîrokî ye. Divê gaveke dîrokî derkeve holê. 2 sal û nîv e ji Îmraliyê agahî nayê girtin. Ji ber vê sedemê 9'ê Cotmehê dîrokî ye û divê li gorî rola dîrokî çalakî û bername bên lidarxistin. Ji xwe Gelê Kurd, jin û ciwan bi berxwedan û têkoşînê xwedî komployê têk birin. Em çalakiyên 9'ê Cotmehê bi pêşengiya jinan li Ewropayê bi rêxistin dikin. Ji bo tevlîbûn û xwedîderketinê divê em rola xwe ya dîrokî bilîzin. Ji ber ku dê ji bo azadiya Serokatiyê pêngavek bê destpêkirin."
 
JI BO AZADIYA FIZÎKÎ PÊNGAV 
 
Zumrut di axaftina xwe de wiha bal kişand ser çalakiyên ku tên lidarxistin: “Li gelek bajarên Ewropayê hem mîhrîcanên jinan û hem jî mîhrîcanên giştî di çarçoveya pêngavê hatin lidarxistin. Di demên dawiyê de meş û çalakiyên ku tên her tim azadiya Serokatiyê hat bilêvkirin. Em ber bi 9'ê Cotmehê ve diçin û her roja ku derbas dibe jî tecrîd tê girankirin û agahî jê nayê girtin. Li dijî faşîzma Tirkiyeyê û pergala îşkenceya dewletê ya li Îmraliyê, li qadan divê rêxistinbûneke xûrt pêk bê. Ji bo azadiya fizîkî ya Serokatiyê roleke dîrokî bê lîstîn. Wek saziyên li Ewropayê demek dirêj e plansaziya 9'ê Cotmehê tê kirin. Hemû sazî, rêxistin û gel li gorî vê berpirsiyariyê tev digerin. Tecrîd û teslîmkirina Serokatiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê biryara Tirkiyeyê ye. Em li navenda ku tecrîd tê birêveberin de dijîn. Bênefes hiştina kurdan a bi rêya tecrîdê de divê di hêla vijdanî de neyê qebûlkirin."
 
LI STRASBOURGÊ WÊ ÇALAKÎ BÊN DESTPÊKIRIN 
 
Zumrut destnîşan kir ku dê di 10'ê Cotmehê de li Strasbourgê starta çalakiyan bidin û wiha axivî: "Divê êdî bi girseyî li qad û kolanan bersivek bê dayîn. Li Ewropayê hêzeke rêxistinî ya kurdan heye. Li her deverê cîhanê kurd dê li qadan bicivin, di vê çarçoveyê de plansazî û xebat hatin kirin. Ji bo encameke xurt bê girtin hemû rêxistinên me seferber bûn. Bi ruhê seferberiyê ji bo azadiya Serokatiyê niha hewldaneke mezin heye. Li gelek welatan dê meş bên lidarxistin û di dawiya meşê de jî dê mîtîng bên lidarxistin. Dê kurd û dostên kurdan tevlî wan mîtîngan bibin. Ji bo azadiya Serokatiyê dê pêngavek bê destpêkirin. Em ê starta vê pêngavê di 10'ê cotmehê de li Strasbourgê bidin. Her wiha di heman demê de Serokatiya me dikeve 74 saliya xwe û dê li 74 deverên cuda dê çalakî bên lidarxistin."  
 
500 KES DÊ NOBEDÊ BIGIRIN 
 
Zumrut da zanîn ku xebatên ji bo çalakiyê didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê di 10'ê Cotmehê de starta pêngavê bidin û ji bo tevlîbûnê xebat didin meşandin. Dê di 10'ê Cotmehê de li Strasburgê bi tevlîbûna 500 kisî dê nobetê bigirin û ev nobet dê 4 rojan bidome. Her wiha nobeta me dê li ber Konseya Ewropayê pêk bê. Em ê li vir rûnên. Ji xwe li Konseya Ewropayê xebatek heye û em ê dengê xwe bighînin wan û bêjin 'Hevkariya sûc a ku Tirkiye pêk tîne nekin'. Dê çavên cîhanê li vir be û em wek sazî û kurd dê Serokatiya xwe azad bikin."

Sernavên din

02/10/2023
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere