Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin

  • rojane
  • 19:03 27 Îlon 2023
  • |
img
KIRIKKALE - Di Doza Vartînîsê de parêzeran biryarên demboriyê yên di dozên JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de bibîr xistin û xwestin ku nirxandineke di çaçroveya "sûcê li dijî mirovahiyê" de bê kirin. 
 
Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajaroka Vartînîsê ya Têliya Mûşê ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes di malê de hat şewitandin. Der barê kujeran de doz hat vekirin. Ji ber ku Dadgeha Bilind doz xera kir, doz ji hêla dadgehê ve dîsa hat destpêkirin. 18'emîn rûniştina doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hat lidarxistin.
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk a Mûş Sumeyye Boz, yê Agiriyê Sirri Sakik, ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Ozgur Yaldiz û xizmên malbatê Nurullah Ogut û Murat Ogut di rûniştinê de amade bûn. Serokê Baroya Mûşê Parêzer Kadîr Karaçelîk û şahidê qetlîamê û yekane endama malbatê Aysel Ogut bi Pergala Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Li ser navê Navenda Hafizeyê û Komeleya Jiyan, Bîr û Azadiyê Ozan Devrîm Yay  rûniştin şopand.
 
Parêzer Fuat Ozgul diyar kir ku di sala 2006'an de ji bo lêkolînê destûr hatibû xwestin û 6 sal û 25 roj şûnde ev destûr hate dayîn û wiha got: "Divê ev 6 sal û 25 roj wekî derengmayîna  derbasbûna demê bê nirxandin."
 
Prz. Karaçelîk bi bîr xist ku raya giştî bi kelecanek li benda doza Vartînîsê bû û di dosyayên bi vî rengî de biryarên tirsnak hatin dayîn û wiha domand: “Doza Madimakê, doza Mûsa Anter û doza JÎTEM’ê bi hinceta derbasbûna demê hatin betalkirin. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Ji ber ku di bûyerên bi vî rengî de bûyerên bi vî rengî hene, em hewce dibînin ku vê yekê bînin ziman. Vartînîs dozeke giran a mafên mirovan e. Divê em di vê mijarê de vê teybetmendiyê bînin ziman. Di bûyera ku 9 kes hatin şewatin de, 7 jê zarok bûn. Dijminatiya vê ya taybetî tune bû. Pirsgirêka duyemîn jî ev bûyer di bin fermandariya fermandarê cendirmeyan yê ku xwedî rayeya bikaranîna hêza giştî ye derketiye holê.”
 
Prz. Karaçelîk bal kişand ser helwesta hiqûqa navneteweyî ya li hemberî dozên di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de tên lêkolînkirin û got, "Doza Vartînîs ne doza malbatê ye, doza her kesê ku li vî welatî dibêje ez mirovim e."
 
Parêzer Yaldiz jî got, “Şewitandina zarokan sûcê qirkirinê ye.” Serokê dadgehê diyar kir ku di nirxandina dawî de ew ê rîska derbasbûna demê were nirxandin û danişînê taloqî 1'ê Mijdarê kir.

Sernavên din

02/10/2023
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere