Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin

  • rojane
  • 09:03 26 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Bi hinceta ku di bîranîna Îbrahîm Ayhan de gotina “Şehîdên Kurdistanê” bi kar aniye, derheqê Hevserokê DBP’a Sêweregê Kamîl Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin. Goktaş, got ku di îfadeya xwe de ji bo pirsa “Kurdistan ku dere?” wiha bersiv daye: “Kurdistan ew dere ku em bi sala ye li ser dijîn.” 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Sêweregê Kamîl Goktaş di merasîma bîranîna siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan a di 20’ê îlonê de gotibû; “Ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girtin.”  Ji ber peyva “Şehîdên Kurdistanê”, Goktaş di 22’yê îlonê de li Sêweregê hate binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Sêweregê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, derheqê Goktaş de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Hevserokê DBP’a Sêweregê Goktaş, parêzerê wî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Sêweregê Sabrî Gungen bertek nîşanî lêpirsînê dan û gotin ku derhiqûqî ye. 
 
‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’
 
Parêzer Sabrî Gungen, bi lêv kir ku peyva Kurdistanê ne ya partî û rêxistinane û penasekirina erdnîgariyekê ye. Gungen, wiha dom kir: “Heta niha ji ber peyva Kurdistanê, bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ derheqê gelek kesan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê Dadgeha Bilind biryar da ku bi kar anîna vê peyvê sûc nîne. Tevahiya dozên hatine vekirin jî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin betalkirin. Lewma sûcdarkirina ji ber vê peyvê, li dijî makeqanûna Tirkiyeyê ye. Peyva şehîd jî ji bo kesên ji kevneşopiya partiya ku muwekîlê min hevserokatiya wê dike, ji bo kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin tê bikaranîn. Bikaranîna van peyvan, dikeve çarçoveya azadiya raman. Wezareta Karên Hundir di biryareke xwe de diyar kir li gorî xala 14’emî a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, bikaranîna peyva Kurdistanê sûc e. Lê peyva Kurdistanê ne navê dewletê lê navê erdnîgariyê ye. Lewma nakeve çarçoveya sûc.” 
 
‘DARAZ WEKE AMÛRA ÇAVTIRSANDINÊ TÊ BIKARANÎN’
 
Bi domdarî Gungen lêpirsîna ji ber peyva Kurdistanê weke biryareke siyasî nirxand û wiha pê de çû: “Em vê hewldanê, weke berdewamiya zextên li dijî siyaseta kurd dinirxînin. Di vê çarçoveyê de daraz weke amûra operasyonên tirsandinê tên bikaranîn. Ji ber vê gotina ku sûc nîne, gelek kes hatin girtin. Ev kiriyar, binpêkirina azadiya fikr û raman e.” 
 
'KURDISTAN KU DERE?’
 
Hevserokê DBP’a Sêweregê Kamîl Goktaş jî da zanîn ku li ser goristanê got; “Ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêzgirtin” lewma hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Di dema binçavkirinê de ji min pirsên ‘Kurdistan ku dere? Şehîd kî ye?’ kirin. Min jî got; ‘Kurdistan erdnîgariya ku bi sala ye em lê dijîn e û kesên di têkoşîna partiya me de jiyana xwe ji dest dane jî şehîd in. Serokkomarê we jî gelek caran peyva Kurdistanê bi kar aniye.’ Piştre hatim berdan.”
 
'EM Ê PAŞVEGAV NEAVÊJIN’
 
Goktaş, got ku bi lêpirsînê dixwazin wan bitirsînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî wan hebûna me sûc e. Dixwazin em paşvegavê biavêjin. Bi hestên nîjadperest li me dinêrin. Lê em ê li dijî vê yekê paşve gavê neavêjin. Li gorî makeqanûnê jî gotina Kurdistanê sûc nîne lê bi qanûnên xwe nakin. Naxwazin kurd xwedî li maf û nirxên xwe derkevin.” 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

29/09/2023
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?