Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin

  • rojane
  • 23:58 24 Îlon 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kesên li Qamişloyê meşek li dar xistin, anîn ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiyên li dijî tecrîda girankirinî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  berdewam dike. Duh li bajarê Qamişloyê li nêzî Stada Şehîdên 12′ê Adarê çalakiya konvedanê hatibû destpêkirin. Di roja duyemîn de bi sedan şêniyên pêkhateyên bajarok û navçeyên kantona Qamişloyê (Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê) herikîn bin konê çalakiyê. Çalakgeran pankartên bi nivîsa “Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” û berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” ber bi avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiyan.

‘BI MILYONAN KES BI RÊBER APOR RE NE’

Li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY`yê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat axivî û têkoşîna gelan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Berekat bal kişand ser polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Zêdetirî 25 salan e tecrîdeke giran li dijî rêberê mirovahiyê yê ku jiyan, fikr û felsefeya xwe xistiye xizmetî gelê xwe, tê meşandin. Bila tevahî cîhan bizanibe ku Rêber Apo ne bi tenê ye, bi mîlyonan kes bi wî re ne."

Kenan Berekat her wiha wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta tirk a faşîst digot ew ê bi girtina Rêber Ocalan doza gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tune bikin, lê doza kurd wê têk neçe, ji ber ku gelê me şaristaniyek li ser xaka Kurdistanê ava kiriye. Wê tu kes nikaribe îradeya me bişkîne, me îradeya xwe ji berxwedana zindana Amedê girtiye.”

‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN TÊBIKOŞIN’

Berekat bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rêgirtina li ber şer û kuştinê projeyên aştiyê pêşkêşî dewleta tirk  kirin û wiha domand: “Her wiha Rêberî ji dewleta tirk re got, eger ku hûn di tunekirina me de israrê bikin, hingî em berxwedanê wekî rêbazê jiyanê esas digirin. Li ser vê esasî ji salan ve em li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe didin. Em Kurdên Ocalan, Mazlûm Dogan û xwediyên felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, felsefeya jin, jiyan, azadî ne ku ji girtîgeha Îmraliyê derketin û li tevahî dunyayê belav bûn."

Berekat, bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir û ev tişt got: “Yê ku banga aştiyê dike niha di hucreyeke yek kesî de ye, lê kesên dîktatoriyê dimeşînin serbest in. Hûn erkên xwe yên qanûnî li beramberî Rêber Ocalan bi cih nayînin.”

Kenan Berekat di dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê li tevahî pêkhateyan kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelan dike. Eger Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe wê Hewlêr, Qamişlo, Mehabad û Amed rizgar bibin. Wekî erkekî neteweyî divê em ji bo azadiya wî têkoşînê bidomînin.”

Hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Necah El Qeso jî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li tecrîdê bînin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin û wiha got: “Em jiyaneke bêyî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Sernavên din

29/09/2023
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?