Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin

  • rojane
  • 11:04 20 Îlon 2023
  • |
AMED - Di merasîma bîranîna Apê Mûsa de kurê wî Dîcle Anter axivî û wiha got: “Bavo, rehet be. Generalên te yên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin û ew darên çinarê mezin bûne.” 
 
Rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê îlona 1992’yan de ji hêla endamên JÎTEM'ê ve li Kolana 442’yan a Taxa Cumhuriyetê ya Semta Seyrantepe ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate qetilkirin. Apê Mûsa, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û bi tevlibûna Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, nivîskarê Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça û Mehmet Kamaç, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), nûnerên saziyên civaka sivîl ên Amedê û gelek rojnamegeran bi merasîmekê hate bibîranîn. Di bîranînê de wêneyên apê Mûsa û rojnamegerên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Polîsan destûr nedan ku wêneyên rojnameger Ferhat Tepe û Yilmaz Yakut ên hatin qetilkirin werin hilgirtin. Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘EM Ê TU CARAN DEV JI PÊNÛSA WÎ BERNEDIN’
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axivî. Metîna, di serî de Apê Mûsa bi bîr anî û wiha got: “Tevî hemû zextan jî Apê Mûsa dest ji rojnamegeriyê berneda. Apê Mûsa bi pênûsa xwe têkoşîneke mezin da. Em ê her tim pênûsa wî bigirin û dev jê bernedin. Em ê di her şert û mercan de mîrateya Apê Mûsa biparêzin. Li vê dewletê polîtîkayên bêcezakirinê hene. Bersûcên Apê Mûsa nehatin cezakirin.”
 
‘ME ALA TE HIL DA’
 
Piştre rojnameger Huseyîn Aykol axivî. Aykol, ev tişt anî: “Apê Mûsa yê delal; min par li vir raporek pêşkêşî we kir û ji roja ku hûn hatin qetilkirin heta niha me rojname derdixist û televîzyonên me yên herêmî çêbûn. Yên ku hûn bi hovane qetil kirin digotin ku qey em ê dev jê berdin. Lê belê me alaya te bilind kir. Me nûçeyên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çêkirin. Hevalên me careke din rastî darizandinên nehiqûqî hatin. Di nava 20 salên dawî de zêdetirî 30 hevalên me bi hincetên sexte hatin girtin. Lê hevalên me, hem li hundir hem jî li derve xebatên xwe didomînin. Bila guhê te qet li ser me nemîne. Em soza xwe ya me dabû te bi cih tînin û alaya ku we bo me mîras hiştî hêj bilindtir dikin. Em ê di pêşerojê de jî li vir bin. Em li vir in, em berdewam dikin, em ê bidomînin.” 
 
‘GENERALÊN BIÇÛK PÊNÛSA TE HILGIRTINE’
 
Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter jî wesiyeta bavê xwe bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Gotineke bavê min heye ku dibêje; ‘Bila ciwanên kurd min di gora xwe de rihet birazînin.’ Îro em dibînin generalên biçûk ên Apê Mûsa, pênûsa wî ya hatibû şikandin careke din temîr kirine, bi destê xwe girtine û rêya wî didomînin. Ew pênûs qet naşikê. Gelek rojnamevanên dilsoz tev li şaxên wê dara çinarê ya mezin bûn. Bavo! Rehet be. Ji ber ku generalên biçûk pênûsa te hilgirtine.”
 
‘MÛSA ANTER STÊRKA ME YE’
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç jî Apê Mûsa bi bîr anî û wiha got: “Bi sedsala ye gelê kurd bi komkujiyan re rû bi rû ye. Apê Mûsa ne yê ewil û ne jî yê dawî bû. Digotin qey heke Apê Mûsa qetil bikin dê çapemeniyê jî biqedînin. Apê Mûsa, apê gelê kurd e, tu carî nayê jibîrkirin û ew navê berxwedanê ye. 31 sal berê Apê Mûsa li vir hate qetilkirin. Lê em dizanin ku par careke din bi hiqûqê hate qetilkirin. Bi awayekî eşkere qanûn binpê kirin û faîl bêceza hiştin. Em ê Apê Mûsa tu carî ji bîr nekin. Mûsa Anter stêrka me ya li asîmane ku her dibiriqe. Ew stêrk, têkoşîna me ronî dike. Rêya wî rêya berxwedanê ye.”
 
Piştî axaftinan, girseyê dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Şehîd namirin” berz kirin û ber bi cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin ve meşiyan. Beşdaran, qurnefîl danîn cihê ku Apê Mûsa lê hatibû qetilkirin û merasîma bîranînê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

24/09/2023
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'