Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!

  • rojane
  • 09:23 20 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Ahmet Guler ê diyar kir ku birayê wî Emîn Guler ji sedî 94 astengdar e, lê dîsa jî nayê berdan, bi lêv kir ku birayê wî di girtîgehê de baş nabe û got: "Dibêjin bila di girtîgehê de bimire." 
 
Girtiyê nexweş Emîn Guler (32) ji sedî 94 astengdar e û dest û lingê wî yên rastê jî felç bûne. Guler ku niha di Girtîgeha Rihayê ya Tipa T Hejmar 2'an de ye, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye. Tevî hemû serlêdanan jî nayê berdan. Guler di 16'ê kanûna 2016'an de li navçeya Hewagê a Rihayê hatiye girtin û bi hinceta "endamtiya rêxistinê' 9 sal cezayê girtîgehê li wî hatiye birîn. Guler ku cezayê wî di 8'ê mijdara 2018'an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, nikare di şert û mercên girtîgehê de pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bike û nexweşiyên wekî Vertîgo û nexweşiya mejîpiştê jî li wî pêyda bûne. 
 
Guler ku li girtîgehê baş nayê dermankirin, serlêdanên ji bo berdana wî bê bersiv hatin hiştin. Herî dawî Guler sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hat kirin. Lê belê ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da wî biryar da ku divê sewqî girtîgehên Tîpa R'yê bê kirin. 
 
Parêzera Guler û endama OHD a Şaxa Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî biryara ATK'ê bi lêv kir ku girtîgehên Tipa R ji bo girtiyên nexweş ne ewle ne û divê Guler bê berdan. Birayê Guler Ahmet Guler jî diyar ki ku birayê wî her diçe di girtîgehê de bêtir nexweş dikeve û ji bo dermankirineke baş xwest birayê wî bê berdan. 
 
'DIVÊ EMÎN GULER BÊ BERDAN'
 
Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku mafê muwekîlê wê Emîn Guler ê dermankirinê tê binpêkirin û got ku ji ber nedermankirinê nexweşiyên Guler zêde bûne. Demîrel anî ziman ku ji serîlêdanên xwe yên li dadgehên herêmî yên ji bo tedawiya Guler li derve bê kirin jî encamek bi dest nexistine û wiha got: “Guler li gelek saziyan di lîsteya girtiyên nexweş de ye. Me der barê muwekîlê xwe de serî li ATK'ê da. ATK’ê çend meh berê der barê Guler de raporek amade kir û di raporê de hat gotin ku divê Guler sewqî girtîgehên Tîpa R’yê bê kirin. Lê belê girtîgehên Tîpa R ji bo şert û mercên girtiyên nexweş ne guncaw in. Ji ber ku nexweşiyên wan hîn zêdetir dibin. Divê girtiyên nexweş ên wekî Emîn Guler demildest bên berdan. Piştî ku serîlêdanên me yên li dadgehên herêmî yên der barê Emîn Guler de hatin redkirin, 6 meh berê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da, lê heta niha me tu bersiv negirtiye."
 
'CUDAKARIYA LI DIJÎ GIRTIYÊN SIYASÎ'
 
Demîrel anî ziman ku Guler ji ber nexweşiya xwe divê her roj di warê fizîkî de bê tedawîkirin, lê ji ber ku sewqî nexweşxaneyê nayê kirin ev maf hatiye binpêkirin. Demîrel bal kişand cihêkariya li girtîgehê ya li dijî girtiyên siyasî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtiyên nexweş ji aliyekî bi nexweşiyên xwe re têdikoşin, ji aliyê din ve jî ji ber ku girtiyên siyasî ne rastî cihêkariyê tên. Di nav van de ya sereke biryarên cihêkar ên Lijneyên Çavdêriyê yên Îdarî yên wekî astengkirina axaftina li ser telefon a bi dîmên, qedexeyên ragihandinê, negihîştina wêşanên çapemeniyê û sewqkirina nexweşxanê yan. Sewqkirina nexweşxaneyê yan dereng tê kirin yan jî qet nayê kirin. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de girtî di dema sewqê de rastî heqeret û lêgerîna keyfî tên."
 
'SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊ KIRIN'
 
Demîrel anî ziman ku şert û mercên nexweşiya Emîn Guler ji bo revîra girtîgehê ne guncaw e û divê li nexweşxaneyê bê dermankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke tedawiya Emîn Guler a rûtîn neyê kirin dê astengdariya wî hîn zêdetir bibe. Emîn Guler hema her roj neçar dimîne ku biçe revîrê. Şert û mercên revîra girtîgehê têra hewcedariyên girtiyên nexweş nake, lewma bijîşkê revîre gelek caran biryara sewqkirinê ya ji  bo nexweşxaneyê dide. Lê belê, şandina nexweşxaneyê dibe ku çend mehan bidome. Ji ber vê sedemê dermankirinên pêwîst nayên kirin. Raporek Odeya Tabîban jî heye ku dibêje girtiyên wek Emîn Guler ên bi nexweşiya giran li girtîgehan li gorî pîvanên tenduristiyê nayên dermankirin û şert û mercên dermankirinê ne guncaw in."
 
'BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN E'
 
Demîrel diyar kir ku neberdana girtiyên nexweşên giran ku ji sedî 94 astengdar in binpêkirina mafên mirovan e û ev tişt anîn ziman: "Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û peymanên navneteweyî divê girtiyên wekî Emîn Guler ên bi nexweşiya giran an li malê an jî li nexweşxaneyê bên dermankirin. Lê li Tirkiyeyê gelek nexweşên giran ne li nexweşxaneyan û ne jî li malê nayên dermankirin û serîlêdanên ji bo vê jî tên redkirin. Ev yek dibe sedema binpêkirina mafan. Ji ber van binpêkirinan gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku me diyar kir ku ev metirsiyek cidî ye jî, me nekarî encameke bi dest bixe."
 
'BIRAYÊ MIN NIKARÊ DI GIRTÎGEHÊ DE BAŞ BIBE'
 
Birayê Guler Ahmet Guler jî der barê rewşa nexweşiya birayê xwe de bi lêv kir ku birayê wî dema hê nehatibû girtin tedawiya fîzîke dîtiye lê piştî ku hatiye girtin ev tedawiya wî jî nehatiye kirin û wiha pê dê çû: "Ling û destê wî felc in. Ji ber ku di girtîgehê de nehat derman kirin nexweşiyên din ên wekî vertîgo jî lê peyda bûn. Birayê min nikare di girtîgehê de baş bibe. Divê bê berdan lê bernedin. Dibêjin bila di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide. Her wiha di girtîgehê de jî rastî lêgerîna bi keyfî yên cendermeyan û binpêkirinên mafan tê. Ji ber legerîna keyfî car caran ev jî naxwazin biçin nexweşxanê.  Rewşa birayê min nebaş e. Astengdar e. Bi tenê serê xwe nikare pêdiviyên xwe dabîn bike, bi alîkariya hevalên girtîgehê pêdiviyên xwe dabîn dike."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

15/02/2024
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin