Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan

  • rojane
  • 09:03 20 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Serokê Giştî yê KKP’ê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê tecrîd ji holê rabe û gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî tund beredewam dike. 30 meh in tu agahî ji Ocalan û Girava Îmraliyê nehatiye stendin. Li ser vê yekê hema hema her hefte malbat û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin, lê her carê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" serîlêdan tên redkirin. Li dijî vê yekê partiyên siyasî, saziyên sivîl, dezgehên civakî li Kurdistan, Tirkiye û diyasporayê çalakiyan li dar dixin û azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek tecrîda li ser Ocalan nirxand.
 
‘TECRÎDEKE BÊQANÛNÎ HEYE’
 
Çîftyurek got ku wan gelek caran tecrîda li ser Ocalan aniye ziman û destnîşan kir ku ev tecrîd tenê li ser Ocalan nîn e. Çîftyurek anî ziman ku Ocalan tenê serokê partiyekê nîn e û şopdarên Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan hene. Çîftyurek diyar kir ku divê pêşiya Ocalan bê vekirin û wiha got: “Heke Ocalan azad nebe, divê qet nebe tecrîda li ser wî rabe. Ji xwe di hindir de ye, di nava tecrîdê de tecrîdeke din bêqanûnî ye. Li ser Ocalan sê tecrîd hene. Yekemîn ev tecrîdeke ne însanî ye û mafên hemû girtiyan yên dîtina malbat, parêzerên xwe bibîne. Duyemîn tecrîd siyasî ye û heke pêşiya hilbijartinan Ocalan fikir û ramanên xwe gotibana encam dibe ku niha cudatir bûya. Dewlet car car bi navê Ocalan diaxive, em bang li dewletê dikin ku bila bi navê Ocalan neaxivin. Heke hûn gelek bixwazin Ocalan biaxive, pêşiya wî vekin bila ew bixwe biaxive. Ya sêyemîn jî niha li ser Ocalan tecrîdeke bêqanûnî heye. Qanûn û nîzam nîne û mafê hemû girtiyan heye ku bi rêya malbat û parêzerên xwe fikrên xwe yên siyasî bi gelê xwe re parve bike. Niha dewlet qanûnên xwe bin pê dike, tunedihesibîne û tecrîdê berdewam dike. Ev jî dibe sedema qeyraneke giran. Qeyrana li ser tecrîda Ocalan, dibe qeyrana gel. Rakeşî di nava gel de çêdibe. Dewlet vê yekê weke siyasetekê dişopîne, ev ne siyasete. Ev tişt xitimandinekê çêdike.”
 
‘DEMOKRATÎKBÛYÎNA ENQEREYÊ GIRÊDAYÎ AZADIYA AMEDÊ YE’
 
Çîftyurek da zanîn ku dewlet di meseleya kurdan de ji du aliyan ve xitimî ye. Çîftyurek bi lêv kir ku yek ji hêla siyasî ve xitimî ye, ya duyan jî ji hêla aborî ve xitimî ye û wiha domand: “Demokratîkbûyîna Enqereyê girêdayî azadiya Amedê ye. Ji ber vê yekê jî Ocalan divê bê azadkirin. Em niha dibêjin ku ‘Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk bê çareserkirin.’ Hemû partiyên me kurdan wisa dibêjin. Heke dewlet bixwaze meseleya çek bê çareserkirin, divê Ocalan azad bike û bi wî re bikevin têkiliyê. Navê partiya desthilatdar edalet e, lewma divê hûn qanûnên xwe pêk bînin û tecrîda li ser Ocalan rakin.”
 
‘XETA SÊYEMÎN ŞAŞ NEKIN’
 
Çîftyurek bi bîr xist ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de kurdan li metropolan piştgiriya CHP’ê kirin û got ku lê li gor wî nêrîna Ocalan ew bû ku xeta xwe ya sêyemîn şaş nekin, yanî digot piştgiriya CHP’ê nekin û xeta xwe ya sêyemîn pêk bînin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di nava gel de jî ev nîqaş dibe. Dibêjin ku em dixwazin dîtin û nêrîna Birêz Ocalan bigihije me. Ji ber vê yekê jî tecrîda li ser Ocalan rakeşî û pirsgirêkan çêdike. Divê ev pêkanîn ji holê rabin ku gel bigihije fikr û ramanên Ocalan. Hilbijartinek di pêşiya me de heye. Em meraq dikin ku fikrên Ocalan yên li ser vê hilbijartinê çiye? Qeneeta min ew e ku heke Ocalan azad biaxive, pêşiya wî vekin, xeta sêyemîn heye û xeta sêyemîn çi bibêje divê siyaseta kurdan bi serê xwe bikevin hilbijartinên herêmî.”
 
‘DIVÊ SIYASETEKE BERFIREH BÊ KIRIN’
 
Çîftyurek bal kişand ser polîtîkayên xwe û wiha bi dawî kir: “Niha di deklerasyona Tifaqa Azadî û Demokratîk a Kurd de mijara di serî de Ocalan hemû girtî azad bibin û tecrîd rabe, heye. Ev tişt weke dirûşmeyekê nabe. Carna dibêjin ku ‘Em ê deriyê Îmraliyê bişkînin.’ Mesele ew nîne. Divê siyaseteke berfireh ku hemû partiyên kurdan, Yekitiya Awropa û hemû dostên kurdan dike di nava xwe de, bê kirin.”
 
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can 
 

Sernavên din

24/09/2023
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'