Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin

  • rojane
  • 10:39 19 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Girtiyê bi navê Muhîttîn Altin li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye. Felcê li Altin da ye û înfaza tevî biryara Dadgeha Bilind a “derhiqûqî ye” jî bi hinceta cezayên disiplînê hate şewitandin. 
 
Muhîtîn Altin (49) di sala 1992’yan di 18 saliya xwe de li Çewlikê hate binçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “yekitî û yekparetiya dewletê xera dike” cezayê muebbetê da Altin. Nêzî 3 mehan li Çewlikê di girtîgehê de ma û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate kirin. Altin, di 21’ê Adara 1993’yan de xwe şewitand û felcê li rexa wî ya çepê da. Bi vî halê xwe yê felcî şandin girtîgehên Amed, Trabzon, Gîresûn, Enqere û herî dawî jî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê. Altin ev 30 sal in di girtîgehê de ye û cezayê wî xelas bûye lê bi hinceta cezayên disiplînê nayê berdan. 
 
TMK WEKE HINCERT NÎŞAN DAN
 
Bi hinceta xala 17/2 a Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ku dibêje “.. heke 3 caran cezayê hucreyê li hikûmxwarên terorê hatibe birîn, cezayê disiplînê hatibe rakirin jî nikarin ji mafê tehliyeya bi şertê kontrola edlî sûd bigirin...” înfaza wî hate şewitandin. 
 
KYOK
 
Bi hinceta ku di 12’ê mijdara 2019’an de agahiyên derheqê PKK’ê de li ser wî hatine girtin, 15 roj cezayê hucreyê lê hate birîn û derheqê wî de bi îdiaya “pesnê sûc û sûcdar da ye” lêpirsîn hate destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê lêpirsîn da destpêkirin û biryara “hewcehî bi şopandinê nîne (KYOK)” da. Altin, ji bo rakirina cezayê disiplînê îtîraz kir lê Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê û Dadgeha Cezayên Giran a Bandirmayê ev îtîraz red kirin. Di hinceta biryara KYOK’ê ya Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê de wiha hat gotin: “Hat tespîtkirin ku gumanbar li girtîgehê dimîne, ji ber ku hêmayên sûcê pê tê tawanbarkirin pêk nehatine, hêmayên qanûnî pêk nehatine û ...” 
 
BIRYARA MÎNAK 
 
Altin, li dijî cezayên disiplînê yên bi îdiaya “dokumanên rêxistinî” îtîraz kiribû lê ev îtîraz hatibûn redkirin. Li ser vê yekê Altin bi daxwaza “betalkirina biryarê”, bi rêya Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê  serî li Dadgeha Bilind da. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî di 31’ê çileya 2023’yan de biryara xwe da û got ku cezayê disiplînê yê li hikûmxwar hatiye birîn di qanûnan de cih nagire û biryar betal kir. 
 
CEZAYÊN LI DIJÎ USÛL Û QANÛNAN
 
Parêzera Altin, Nagehan Avçil jî li ser vê yekê di 13’ê sibata 2023’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê da û xwest ku cezayê disiplînê yê derusûlî û derqanûnî yê li miwekîlê wê hatiye birîn bê betalkirin. Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê jî di 27’3e sibata 2023’yan de biryar da ku cezayên disiplînê yê 15 rojan ê li Altin hatiye birîn were rakirin. Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê li dijî biryarê îtîraz kir û Dadgeha Cezayên Giran a Bandirmayê îtîraz qebûl kir. Dadgehê, di 22’yê adara 2023’yan de biryar da ku biryara Dadgeriya Înfazê were rakirin. 
 
BIRYARA DADGEHA BILIND JINEDÎTÎ VE HAT Î BAIL KIŞAND SER DADGEHA BILIND 
 
Di hinceta Dadgeha Cezayên Giran a Bandirmayê de hat destnîşankirin ku rêya qanûnî ya îtîrazên Altin beriya niha kirine girtî ne û bi vî qewlî hatine redkirin. Dadgehê, biryara nû ya Dadgeha Bilind ji nedîtî ve hat û got; “Mimkin nîne cezayê disiplînê yê li Altin hatiye birîn were rakirin.” Dadgeha ku biryara Dadgeha Bilind jinedîtî ve hat, di hinceta biryara xwe de got ku heke Dadgeha Bilind biryarê bide dikare ev ceza were betalkirin. 
 
JI BO DADGEHA BILIND SERLÊDANEKE NÛ
 
Piştî biryara Dadgeha Cezayên Giran a Bandirmayê, Altin bi daxwaza “bila biryar were betalkirin” serî li Dadgeha Bilind da. 
 
‘LI TÎPA E’YÊ XWE ŞEWITAND’
 
Pismamê Altin, Mehmet Altin bertek nîşanî astengkirina tehliyeya Altin da û wiha got: “Nikare bi tena serê xwe bijî û divê tavilê were berdan.  Pismamê min di meha 11’emîn a sala 92’yan de li Çewligê hate girtin. Niha 49 salî ye û di 18 saliya xwe de hatibû girtn. Çendek mehan li Çewlikê ma û piştre şandin Tîpa E ya Amedê. Di Newroza 93’yan de xwe şewitand. Ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê û ez çûm serdanê. Tu kes pê re eleqeder nebûbû. Dest û lingên wî bi cihê razanê ve hatibûn girêdan. Nehiştin em mudaxile bikin. Miameleyeke mirovan pê nedikirin. Bi saetan li wir bi tena serê xwe hiştin. Êş dikişand. Piştre jî ji bo tedawiyê birin Edeneyê. Piştî tedawiyê dîsa anîn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Du sal piştre sirgûnî girtîgehên Trabzon, Gîresûn û Enqereyê kirin. Niha li Girtîgeha tîpa T a Bandirmayê ye.” 
 
‘EM ÇÛN PÊŞIYA GIRTÎGEHÊ LÊ ME NEKARÎ BÎNIN’ 
 
Bi domdarî Altin ev tişt anî ziman: “Di 19’ê çileyê de cezayê wî xelas dibû. Ji bo tehliyeyê em çûn Bandirmayê pêşiya girtîgehê. Em du rojan li wir man lê ji me re gotin; ‘tiştekî wisa tune ye.’ Em jî vegeriyan malê. Tu sedemeke mîna mirovan ji me re venegotin. Ev bû 10 meh înfaza wî taloqkirin. Tu sedemek nîne lê nayê berdan. Me serî li Wezareta Dadê da lê berpirsyarê li wê derê tiştek ji me re negot. Ev bû 10 meh înfaza wî qediyaye lê nayê berdan. Tu kes li derdê me guhdar nake. Parêzer sedemên weke, li qawîşê rêvebertî kiriye, di Newroza 93’yan de xwe şewitandiye û hwd. Ji me re nabêje lê poşmantî lê tê ferzkirin. Jixwe 30 sal in di girtîgehê de ye ma hûn zexta çi poşmantiyê ferz dikin? Di jiyana xwe de tu caran em ji karê xwe yê me kirî poşman nebûne. Bila baş bizanin ku em ji vir û şûnde jî poşman nabin. Em poşman nînin. Bila Muhîttîn were berdan. Bi hezaran girtî bi heman sedeman nayên berdan. Bi rastî jî hiqûqa dijminatiyê ye. Em dixwazin ew û hemû hevalên wî bên berdan. Muhîttîn nikare bi tena serê xwe bijî. Lewma divê tavilê were  berdan.” 
 
SERÎ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN DA
 
Parêzera Altin, Nagehan Avçîl jî têkildarî mijarê wiha got: “Ji ber cezayên disiplînê yên derhiqûqî, Altin nayê berdan. Diviya bû li gorî biryarên Dadgeha Bilind ev ceza bihata betalkirin. Lê betal nakin. Ji bo astengkirina tehliyeya wî, cezayên hucreyê nayên rakirin. Daxwaza jinûvedarizandinê ya Dadgeriya Înfazê ya Bandirmayê ji hêla dadgeriya înfazê ve hatibû qebûlkirin û mercên tehliyebûnê çêbûbûn. Lê Dadgeha Cezayên Giran li ser îtîraza dozgeriyê, biryara betalkirina cezayên hucreyê betal kir. Di halê hazir de serlêdana ji bo betalkirina vê biryarê hem jî ya li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

24/09/2023
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'