Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû

  • rojane
  • 09:32 19 Îlon 2023
  • |
img
RIHA  - Hevjîna siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan di 5’emîn salvegera wefata Ayhan de axivî û got: “Gelê wî ji bo wî bi ser malbat û her tiştekî re bû. Xwe fedayî gelê xwe kiribû.” 
 
Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku serdemekê di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û du serdeman jî di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Rihayê bûbû parlamenter, di 20’ê îlona sala 2018’an de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Ayhan, di ciwantiya xwe de tevgera azadiyê ya kurd nas kir û heta dawiya emrê xwe jî di vê qadê de têkoşiya. Di dema êrişên DAIŞ’ê yên di 15’ê îlona sala 2014’an de li dijî Kobanê ku 134 rojan domiya bûn jî Ayhan li ser sînor nobet girt û bi gel re di nava berxwedanê de bû. Ayhan, li vir bi roleke pêşeng rabû û cihê xwe di dîrokê de girt. 
 
Di 5'emîn salvegera wefata Îbrahîm Ayhan de hevjîna wî Rêzan Ayhan bi ajansa me re axivî. 
 
'GIRTIN Û BINÇAVKIRIN...'
 
Rêzan Ayhan da zanîn ku wê û Ayhan hevdu li zanîngehê nas kiriye û wiha got: “Min li zanîngehê beşa mamostetiya dibistanê dixwend û Îbrahîm jî beşa endezyariya zîraatê dixwend. Îbrahîm ji ciwanên zanîngehê re pêşengtî dikir. Ji ber wê jî her tim dihat girtin û binçavkirin. Piştî ku min Îbrahîm nas kirî, fikir û rêmanên min ên der barê têkoşîna azadiya kurdan de jî çebûn. Lê ji ber sedemên siyasî Îbrahîm ji zanîngehê hat dûrxistin û zanîngeha wî nîvco ma. Piştî ji zanîngeha hat avêtin, di sala 1993'yan de ez û Îbrahîm zewicîn. Bi qasî 7 salan mamostetî kir lê mamostetiya wî jî ji ber sedemên siyasî nîvco ma. Piştrê di sendîqa û partiyê de dest bi xebatê kir. 2 zarokên me jî çebûn lê Îbrahîm her tim di nava siyasetê de bû û 4 sal û nîvan di girtîgehê de ma.” 
 
'EVÎNDARÊ GELÊ XWE BÛ'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayhan bi lêv kir ku hevjînê wê pir giredayî gelê xwe bû û wiha axivî: “Evîndarê gelê xwe bû. Ji ber ku ez ji bo girtina wî ditirsiyam min dixwest wî ji têkoşînê dûr bixim. Lê wî tu carî bi ya min nedikir. Ji bo gelê wî çi hewce bikira, wî ew dikir. Baweriya wî ya ji Tevgera Azadiyê ya Kurd hebû û heta dawiyê jî li ser vê baweriye têkoşiya. Heta dawiyê jî tu carî dev ji vê têkoşînê berneda. Gel jî pir ji wî hez dikir. Her tişt ji bo gelê xwe dikir. Gelê xwe bi ser malbat û her tiştî re digirt.”
 
PÊVAJOYA GIRTÎGEHÊ
 
Bi domdarî Ayhan anî ziman ku hevjînê wê ji ber xebatên xwe yên siyasî her tim bi girtin û binçavkirinan re rû bi rû dima û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya girtîgehê ji bo me jî pir zehmet derbas dibû. Min li hêlekê li dibistanê ders didan û li rexa din jî bi tena serê xwe bi zarokan re eleqeder dibûm. Di heman demê de ji ber ku Îbrahîm li Edeneyê girtî bû, her tim em di rê de bûn. Zextên civakê jî li ser me zêde bûn. Gelek caran pola ku min ders didan zarokan ji hêla malbatên wan ve hate valakirin. Ji bo hevjînê min gotinên nexweş dikirin. Dema Îbrahîm ketî girtîgehê keça min 5 salî bû. Dema ji girtîgehê derketî keça min bavê xwe nas nedikir. Ji ber ku nedîtibû.” 
 
'JI RIHAYÊ VENEQETIYA'
 
Ayhan bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîranê û 1'ê mijdarê ku Îbrahîm Ayhan jî weke parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê hatibû hilbijartin û ev tişt anî ziman: “Îbrahîm piştî bûy parlamenter jî ji Rihayê veneqetiya. Min jê re got; ‘karê te li Enqereyê ye û divê em biçin Enqereyê.’ Wî jî ji min re got; ‘Gelê Rihayê ez hilbijartim lewma cihê min ne Meclis û Enqere ye lê kêleka gelê Rihayê ye.’ Bi gel re bûbû yek. Lewma her kesî pir jê hez dikir. Dema me biryara zewacê dayî, malbata min li dijî me derket. Lê piştî ku Îbrahîm nas kirin, wan jî jê pir hez kir.” 
 
'SEDEM KURDBÛN E'
 
Herî dawî jî Ayhan wiha got: “Sedema sirgûnkirina Îbrahîm, kurdbûna wî bû. Dema pêvajoya Kobanê dest pê kirî, me Îbrahîm li malê nedidît. Ew jî çû bû ser sînor û li wir kon vegirtibûn. Li ser sînor nobed digirt û di konan de radiza. Her tim li kêleka gel bû. Ji bo me li pey xwe mîrateyek hişt ku ew jî cihgirtina li rex gel bû. Wî ji jiyanê pir hez dikir lê mixabin kêm jiya. Em gelek bêriya wî dikin. Hê jî em hînî mirina wî nebûne. Îbrahîm ne bi keyfî lê ji ber zextan çû Hewlêrê. Li wir jî jiyana xwe ji dest da.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

24/09/2023
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'