Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan

  • rojane
  • 15:38 14 Îlon 2023
  • |
img
 
AMED - Evîn Doster û Hulya Ertaş ên bi îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik hatibûn girtin di danişîna ewil a dozê de hatin berdan. 
 
Evîn Doster û Hulya Ertaş li Amedê di çarçoveya lêpirsîna bi îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik hatibû destpêkirin de hatibûn girtin. Danişîna ewil a doza Doster û Ertaş li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. 
 
Di danişîna bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de ewilî Evîn Doster parastina xwe kir. Doster a anî ziman 3 zarokên wê hene wiha got: “Ez neçar mam zarokê xwe ji şîr ve bikim. Her du zarokên min yên din jî nû dest bi dibistanê kirin û ez bi mehane ne li cem wan im. Her roj li cihekî dimînin. Ji ber hevjînê min her tim li derveyî bajêr e ew jî nikare lê binêre. Ez beyanên şahidî qebûl nakim.” Doster, daxwaza berdan û beraeta xwe kir. 
 
JI AKBIYIK ÎFADEYÊN BINAKOK
 
Umît Akbiyik ê bi SEGBÎS’ê ji Kastamonûyê tev li danişîna xebatkarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîl Ada yê pêr hatibû berdan bibû îro jî ji Çankiriyê tev li danişînê bû. 
 
Akbiyik ê li dijî Doster îfade da îdia kir ku Doster “Mala xwe ji qadroyên ciwanan ên rêxistinê re vekiriye” û ew di kanûna 2021’an de nas kiriye. Akbiyik, îdia kir ku li mala Doster perwerde dihate dîtin lê dema perwerdehiyê de Doster ne li malê bû. Di vê navberê de serokê dadgehê mudaxile kir û got “Te di dema lêpirsînê de gotiye Evîn di dema perwerdehiyê de li malê bû çima niha dibêjî ne li malê bû?” Piştî ku Akbiyik zehmetî kişand ku bersivê bide, dadgehê mafê axaftinê da parêzeran û danişîn berdewam kir. 
 
Parêzerên Doster, bal kişand ser îfadeyên bi nakok ên şahidi û xwest îfadeyên wî li ber çavan neyên girtin. 
 
Dozgerê têkildarî girtinê mûtaalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, ji ber gumana xurt a sûc xwest, girtina Doster berdewam bike.
 
DERBARÊ 600 KESAN DE ÎFADE DA
 
Parêzer Zeynep Karayilan a pişt re mafê axaftinê wergirt, bal kişand ku yekane delîla di dosyayê de beyanên şahidan e û wiha got: “Weke ku em di îfadeyên beriya niha de dibînin derbarê 600 kesan de îfade dane. Ji bo ku şahid derbarê 600 kesan de îfadeyê bide divê bêyî bixwe û vexwe her tim îfadeyê bide. Ev jî çiqas li gorî jiyana rojane ye? Sê zarokên muwekîla min hene û ji ber zarok biçûk in pêdiviya wan bi dayika wan heye. Ez daxwaza berdana wê dikim.”
 
Dadgeha ku biryar da Doster bi şertê kontrola edlî bê berdan, danişîn taloqî 7’ê mijdarê kir. 
 
ERTAŞ JÎ HATE BERDAN
 
Hulya Ertaş a di nav kesên bi beyanên Akbiyik de cih digire jî ji doza jê tê darizandin hate tehliye kirin. Danişîna doza Ertaş a dosyaya wê ya dozê bi dosyaya li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê re kirin yek li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Di danişînê de Ertaş û parêzerê wê Baran Bîlîcî amade bûn, parêzerê din Şerzan Yelboga jî li Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdar bû. 
 
Şahidê vekirî Umît Akbiyik tev li danişînê nebû. Parêzerên Ertaş bal kişandin ser nakokiyên di beyanên şahidê vekirî de û xwestin beyanên wî li ber çavan neyên girtin. 
 
Dozger, di mutalaaya pêşkeş kir de xwest girtina Ertaş berdewam bike. Parêzeran jî xwest ku dema muwekîla wan di girtîgehê de mayî li ber çavan bê wergirtin û muwekîla wan bê berdan. 
 
Dadgeha biryara xwe aşkere kir, dema ku Ertaş di girtîgehê de ma li ber çavan girt û biryara berdana Ertaş da. Danişîna pişt re taloqî 23’yê mijdarê hate kirin. 
 
 
 

Sernavên din

10/02/2024
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan