Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin

  • rojane
  • 11:54 14 Îlon 2023
  • |
img
AMED - MKGP û DFG’ê beriya danişîna rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga berdana rojnamegeran hate kirin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn. 
 
Dozên Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25'ê nîsanê de hatibûn biçavkirin, îro ne. Danişîna doza rojnameger Gok li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Malbat û hevalên Gok jî di danişînê de amade bûn. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren, Cengîz Çandar û parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên Partiya Çepên Kesk, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘ROJNAMEGER BÊDENG NAMÎNIN’
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku ew li ber deriyê edliyeyê li benda hevalên xwe yên rojnameger in. Altan, diyar kir ku ew ji bo guhdarîkirina rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç hatine û wiha domand: “Dema em li îdianameya du hevalên xwe dinêrin, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin. Bi rastî li vir dîsa rojnamegerî tê darizandin. Em hemû jî dizanin ku ev ne sûcê hevalên me yên rojnameger e. Em vê yekê qebûl nakin. Divê hevalên me demildest bên berdan. Cihê wan ne zindan e. Gelek hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne. Pêwîst e di zûtirîn demê de bên berdan. Rojnamegerî, rojnameger bêdeng namînin.”
 
‘HÛN NIKARIN DENGÊ ME QUT BIKIN’
 
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî diyar kir ku rojnameger bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin. Metîna, destnîşan kir ku rojnameger Gok kêliyên qetilkirina Kemal Kurkut a di Newroza Amedê de kişandibû lewma hedef hatiye girtin û wiha pê de çû: “Rojnamegerî nayê darizandin. Li gorî peymanên navneteweyî jî darizandina rojnamegeran sûc e. Ew bi îşkence û girtinan ti carî nikarin dengê me qut bikin."
 
‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DI BIN LINGAN DE YE’
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin lingan de ye. Li hundir rojnamegerek tê darizandin, lê ev der bi polîs û helîkopteran tije ye. Tirkiye di rewşa xwe ya niha de nikare gavekê jî ber bi Yekitiya Ewropayê ve bavêje. Heta ev kiryar bi dawî nebin demokrasî neyê Tirkiyeyê. Her kes dizane ku tola kişandina kêliyên kuştina Kemal Kurkut ji Apo Gok dihilînin. Tişta ku em dixwazin azadiya wî ye.”
 
‘EM Ê BIGIHIJIN AZADÎ, AŞTÎ Û EDALETÊ’
 
Piştre Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû axivî û diyar kir ku rojnamegeriya li vê erdnîgariyê tê wateya mirin, îşkence, sirgûn û girtîgehê. Tanrikûlû, axaftina xwe wiha qedand: “Zarok û birayên Mûsa Anter tu carî dev ji têkoşîna heqîqetê ya li vê erdnîgariyê bernedan. Heke ji we nebûya, bûyera Roboskê û Ceylan Onkol ev qas eşkere nedibû. Mirina Ûgûr ku bi 12 guleyan hat qetilkirin dê nehatibûya zanîn. Ev berdêl çi dibe bila bibe em bi hev re didin û em ê bidin jî. Lê bizanibin ku di dawiya vê de em ê bigihîjin azadî, aştî û edaletê.”
 

Sernavên din

09/02/2024
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin