Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir

  • rojane
  • 09:20 13 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên herêma Botanê bertek nîşanî piştî 8 salan a radestkirina kincên şewitî yên keça Taybet Înan, Heznî Înan dan û gotin: “Me heman êşê hîs kir. Ev bêexleqî ye, bêwîjdanî û bêedeletî ye."  
 
Li Kurdistanê polîtîkaya ku dewletê li ser cenazeyên ciwanên kurd xistiye meriyetê didome. Malbatên kurd ê ku ji bo DNA'yê nimûneya xwînê didin bi salan şûn ve cenazeyên zarokên wan radestê wan tên kirin. Cenazeyên ciwanên kurd an di goristanên bêkesan de yan di qutiyan de yan jî di kîsan de yan jî piştî bi salan kincên wan radestî malbatên wan tê kirin. Endamê HPG'ê Egîd Îpek ku li Dersîmê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû piştî sê salan di 2020’an de cenazeyê wî di qutiyekî PTT'ê de radestî dayika wî hat kirin. Di sala 2022'yan de jî kincên Egîd Akil ê ku di jêrzemînên Cizîrê de bi awayeke hov hatibû qetilkirin kincên wî yên şewitî û parçekirî piştî 6 salan radestî malbata wî hatin kirin.  Di sala 2022'yan de jî cenaze ango hestiyên Hakan Arslan ê ku di qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûra Amedê de jiyana xwe ji dest dabû piştî 7 salan di kîsekî de radestî malbata wî hate kirin. Di 1'ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê de cenazeyê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) ku di 2020’an de li Sêrtê di êrişa hewayî de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, di qutiyê de bi korgoyê şandin ji malbatê re. Herî dawî kincên şewitî yên keça Taybet Înan, Heznî Înan a ku di jêrzemînên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû piştî 8 salan di sê zerfan de radestî malbatê hatin kirin. 
 
Dayikên Aştiyê yên herêma Botanê bertek nîşanî polîtîkaya dewletê ya li ser cenazeyên ciwanên kurd dan û banga bilindkirina tekoşînê kirin. 
 
'EV BÊEXLEQÎ YE'
 
Ji dayikan Nebahat Acar (68) bi lêv kir ku bêraziya li dijî cenazeyan ciwanên kurd nayê qebûl kirin û wiha axivî: “Em dewleta tirk şermezar dikin. Her kes dizane ku dayika Taybet çawa hate qetilkirin. Keça wê jî di jêrzemînên Cizîrê de hate qetilkirin. Piştî ku 8 sal bi ser re derbas bûn kincên keça wê yên şewitî radestî malbata wê dikin. Bi vî awayî gef li me dixwin. Dixwazin ku êşa me ji nûve zindî bikin. Lê belê bila bizanin ku em şehîdên xwe tu caran ji bîr nakin. Heta niha bi dehan cenazeyên me bi qutiyan de radestî destê dayik û bavan kirine. Em vê hişmendiya wan şermezar dikin. Ew çi bikin bila bikin em ê em dev ji doza zarokên xwe bernadin. Heta ku dilopek xwîna me hebe em ê li pey şehîdên xwe bin. Em ê wan tenê nehêlin. Em ê li pey têkoşîna wan bin. Doza wan rêya şerefê ye. Kesekê ku dibêje ez kurd im, bi şeref im divê ku vê bêexlaqiyê qebûl neke. Heke wîjdana vê dewletê hebûya ma dê cenazeyên me di qutiyan de radestî me bikirina? Em bang li saziyên mafê mirovan dikin divê ku vê qebûl nekin û li dijî vê derbikevin. Ev ne kirinên mirovî ne. Piştî 8 salan radestkirina kincên şewitî tê çi wate yê ma qey em ê bitirsin? Naxêr. Em ê ji wan kincan cesaret bigirin û rabin ser pêya.” 
 
'TU DEWLETAN VÊ HOVÎTIYÊ NEKIRIYE'
 
Xanim Babat (69) jî anî ziman ku di olê de tiştê ku herî bi nirx tê pênasekirin îro tê binpêkirin û wiha got: “Bila bes vê heqeretê li me bikin. Cenazeyê dayika Taybet di qedexeyan de 7 roj û 7 şevan di kolanê de hat hiştin. Kesekî nekarî cenazeyê wê bîne. Keça wê jî li Cizîrê hate qetilkirin. Piştî 8 salan kincên wê yên şewitî radestî malbata wê kirin. Kezeba me şewitî, birîna me dîsa xwîn herikî. Ma heta kengî dê vê zilm û heqeretê li me bikin? Em ji însan in û weke herkesî doza zimanê xwe, çanda xwe dikin. Zimanê me, çanda me qedexe dikin, zarokên me qetil dikin û piştre jî cenazeyên wan bi kargoyan ji me re dişînin. Êdî bes ji vê zilmê û heqaretê re. Tu dewletan ev hovitî nekiriye. Mirov bimire û piştî 8 salan kincên wê radestî malbata wê bên kirin. Ma ev ne bêwijdanî ye, ne heqeret e? Ev tişta ku dikin bêexleqî ye. Em dayik heta ku hebin em ê li dijî zilmê têbikoşin.” 
 
'EZ BI WÊ ÊŞÊ BAŞ DIZANIM'
 
Esmer Çikmaz a ku di jêrzemînên Cizîrê de keça wê Yasemîn Çikmaz hatibû qetilkirin jî diyar kir ku dema ku wê ew dîmenên malbata Înan dîtin heman êş dîsa hatiye serê wê û hestên xwe wiha anî ziman: “Ev hovitî ye. Weke ku Hiznê wê rojê hatiye qetilkirin û cenazeyê wê anîne ber deriyê diya wê. Ev tê wê wateyê. Cenazeyên me di qutiyan de, di poşetan de radestî me dikin. Heq, hiqûq û edalet nîn e. Tenê zilm heye. Niha em û zilm li beramberî hev têdikoşin. Em ê dest ji vê rêya xwe bernedin. Ew ronahiya rêya me ne. Dibêjin mizgeft mala xwedê ne. Lê em nikarin di mizgeftan de şînê xwe deynin. Dema ku cenazeyê xwe defin dikin nahêlin ku em li gorî edetên olî defin bikin. Mela li ku ne, çawa dibe ku vê qebûl dikin? Bila ya rast bêjin. Ma heta kengî dê cenazeyê zarokên me di qutiyan de, di poşetan de ji me re bên? Bila kurd hemû destê xwe bidin hev û bibêjin êdî bes e. Ez bi wê êşê baş dizanim. Keça min bi xwe jî di jêrzemînên Cizîrê de hate şewitandin. Min bi xwe ew kincên wê veşartine. Ez ê tu caran wan kincên wê winda nekim. Ew nemirin.” 
 
'DIVÊ KU LI GORÎ QANÛNAN TEVBIGERE'
 
Emîne Atak (65) jî nêrazîbûn nîşanî bêdengiyê da û diyar kir ku bêdengiya li dijî zilma li ser cenazeyan bêwijdanî ye û got: "Par di torbeyan de cenaze radestî malbateke me hat kirin. Îsal di quiuyê de cenaze dan. Divê ku dewlet li gorî qanûnan tevbigere. Ev tişt nayê qebûl kirin. Piştî 8 salan radestkirina kincên şewitî bêedeletî ye. Ev ne edalet û qanûnî ye." 
 
'ÇAWA DINYA LI DIJÎ VÊ BÊDENG E?'
 
Zeynep Begenîr (65) jî bertek nîşanî pêkanînên li ser cenazeyan da û wiha axivî: “Em wan şermezar dikin. Çawa dibe ku dinya li dijî vê xwe bêdeng dike?. Cenaze di şûşeya avê de radestî malbatê hate kirin. Em bang li gelê Kurdistanê dikin bila bibin yek û li dijî vê zilmê bisekinin. Îro dora me ye sibê dora wan e. Divê ku em xwedî li cenazeyên xwe derbikevin. Dema ku em bûn yek dê kesek nikaribe bi hêsanî li ser nirxên me van lîstokan bilîze."
 
Şîrîn Demîr jî nerazîbûna xwe ya li dijî îşkenceya li ser cenazeyan tê kirin wiha anî ziman: “Ez van êriş û îşkenceya li ser cenazeyên me şermezar dikim. Bi her awayî û li her qadê îşkence û zilmê li me dikin. Bila dewlet bes vê heqeretê li me bike. Bila bes êdî dayikên kurd rondikên çavan bibarînin."
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 

Sernavên din

18/09/2023
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin