DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin

  • rojane
  • 11:27 12 Îlon 2023
  • |
img
AMED - DFG’ê ji bo danişîna rojnamevanên girtî Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Orûç a dê di 14’ê îlonê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir. 
 
Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî danişîna rojnamevanên girtî Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Orûç a dê di 14’ê îlonê de bê lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê di daxuyaniyê de xwest ku xwedî li rojnamevanan bê derketin. 
 
DFG’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku rojnameger ji nûve û bi dozek nû re rû bi rû dimînin û wiha got: “Rojnameger tên tawanbarkirin, darizandin û tên xwestin ku bên cezakirin. Hevalên me yên yekane armanca wan geşedanên heyî bi raya giştî re parve bike, ji ber karê ragihandinê ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Piştî çend meh şûnde hêj nû derdikevin pêşberî dadger.”
 
ROJNAMEVANÎ TÊ DARIZANDIN 
 
DFG’ê, da zanîn ku di 25’ê nîsanê de ji ber îfadeyên kesekî ins û cînsê wî nediyar, di encama operasyonekê de Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Oruç hatin binçavkirin û girtin û wiha lê zêde kir: “Hevalên me dê di 14’ê Îlonê de derkevin pêşberî dadger. Piştî 142 roj şûnde hîn nû derdikevin pêşberî dadger. Angaştnameya der barê wan de hat amadekirin, bi temamî li ser xebatên rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Xebatên rojnamgeriyê kirine mijara sucdariyê. Bi van sucdariyan hevalên me tên darizandin. Der barê Abdurrahman Gok de bi angaşta ‘Endamtiya Rêxistinê’ ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan û bi angaşta ‘Propaganda rêxistinê’ ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê dixwazin. Danişîna yekemîn a dozê dê di 14’ê îlonê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Der barê rojnameger M. Şah Oruç de jî bi angaşta ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Propaganda rêxistinê’ bi giştî 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dixwazin. Di angaştnameya Oruç de armanc dike ku ji yekê zêdetir sûc kirine û bi vê yekê dixwazin cezayê wî zêde bikin. Dixwazin cezayan li ser hev bide. Danişîna Oruç jî dê di 14’ê îlonê de li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlisê bê dîtin.”
 
DIXWAZIN TOLÊ JI ROJNEMEVANIYA BAŞ HILÎNIN 
 
DFG’ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku ew baş dizanin ku herdu rojnameger jî di rojnamegeriyê de pir serkeftî ne û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Em dizanin rojnamegerên gelek serkeftî ne. Ev rastî ji aliyê raya giştî ve jî tê zanin. Bi van dozên der barê wan de vekirine dixwazin tolê ji ‘Rojnamegeriya baş’ hilînin. Her çendî bi mehan e bi bawayekî fîzîkî ji pişeyên xwe û ji me hatine dûrxistin jî nikarin rojnamegeriya wan asteng bikin. Ew nivîsandin, vegotin û gotinên xwe berdewam dikin.”
 
JI BO DANIŞÎNÊ BANGA TEVLIBÛNÊ 
 
DFG’ê herî dawî destnîşan kir ku herdu hevalên wan ne bi tenê ne û wiha banga tevlibûna danişînê kir: “Hempîşeyên wan, hevalên ku wan ji nêzîk ve nas dikin, xwînerên wan, li wan xwedî derketin û dê xwedî derkevin. Ji ber vê sedemê di 14’ê Îlonê roja pêncşemê saet di 10.30’an de em ê li pêş Edliyeya Amedê bin. Em ê careke din nîşan bidin ku rojnamegerî ne sûc e. Em ê bêjin Rojnamegerî Ne Sûc e.
 
Em hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, saziyên demokratîk û gelê xwe vedixwînin pêş edliyê da ku piştgiriyê bidin rojnamegeran. Em ji bîr nekin ku ya tê bêdengkirin dengê we ye. Em li dengê xwe û qerîna xwe xwedî derkevin!”
 
 
 

Sernavên din

18/09/2023
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin