Alîgirên Amedsporê: Ji ber ku em kurd in êrişî me dikin

  • rojane
  • 09:09 12 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Alîgirên Amedsporê bertek nîşanî êrişên nijadperest ên li dijî wan tên kirin dan û gotin ku ji ber nasnameya wan a kurdbûnê êrişê wan tê kirin û îşaret bi xwedîderketineke xurt a li Amedsporê kirin.
 
Amedspor ku di Koma Sor ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, ji roja hatiye avakirin heta niha bi êrişên nijadperest re rû bi rû dimîne. Hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê werzîşê ve tê terorîzekirin. Herî dawî hefteya çûyî, di maça Sariyerê de rastî êrişê hatibû û nijadperestan li malbatek alîgirê Amedsporê bi tevî zarokên wan xistibûn. Li dijî vê yekê alîgirên Amedsporê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku werzîş ji bo biratiyê tê kirin.
 
‘DIVÊ XWEDÎ LÊ DERKETIN MEZINTIR BIBE’
 
Cîhat Hocaoglû destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê Amedspor rêya xwe berdewam bike. Hocaoglû anî ziman ku ew çi bikin jî dê dîsa ev êriş berdewam bikin û divê ew hinekî bi aqlekî selîm tevbigerin. Hocaoglû wiha got: “Divê xwedî lê derketin mezintir bibe. Amedspor tenê tîma Amedê nîne û gelek kesên rojhilatî Amedsporê weke tîma xwe dibîne. Taybetmendiyeke cuda ya Amedê heye. Divê Amedspor jî ferqa vê yekê de be û li gor wê jî tevbigere.”
 
‘EM LI DIJÎ NIJADPERESTIYÊ NE’
 
Serokê Federasyona Alîgiran a Mezopotamyayê Ramazan Tûrgay bi bîr xist ku pêşiya Amedsporê Diyarbekîrspor jî bi êrişan re rû bi rû dima û got: “Niha jî heman tiştî li Amedsporê dikin. Em hemû gavan li dijî gotin û êrişên nijadperestin û me alîgiran aniye ba hev in.”
 
‘AMEDSPOR TÎMA GELEKÎ YE’
 
Esat Yildiz got ku îsal qadroya Amedsporê baş e û dikare bibe şampiyon û wiha got: “Hefteyek berê malbateke me rastî êrişê hatiye û em ji bo wan jî hatine vê maçê. Em alîgirên Amedsporê ne û divê her kes bê piştevaniya Amedsporê. Amedspor tîma bajarekî nîne, ya gelekî ye.”
 
‘JI ALIYÊN SIYASÎ VE JÎ ÊRIŞ TÊN KIRIN’
 
Cîhan Boncûk diyar kir ku bi rêveberiya nû ya Amedspor dikare bibe şampiyon û got ku baweriya wan jî bi tîma wan heye. Boncûk anî ziman ku alîgirên Amedsporê heta dawiyê dê piştevaniya tîma xwe bikin û wiha berdewam kir: “Ji aliyên siyasî ve jî gelek êriş li Amedsporê tê kirin. Dibêjin ‘Tîmeke weke Amedsporê nîne'. Her wiha netewperestên tirk jî xwedî bandorekî mezin in. Tu nijadperestiya me li dijî tirkan nîne, lê yê wan heye. Ji navê Amedsporê aciz in, ji alîgirên wê aciz in ku ji ber nasnameya me êrişî me dikin. Em tiştek wiha nakin û naxwazin li dijî me jî bê kirin. Hêvî dikim tedawî bibin.”
 
‘WERZÎŞ BIRATÎ Û HEVALTÎ YE’
 
Omer Farûk Tûnç jî bi lêv kir ku îsal pir dixwazin Amedspor bibe şampiyon û lîstikvan û serok jî guheriye. Tûnç destnîşan kir ku ev bû heft sal, divê êdî bibin şampiyon û wiha got: “Li bajarên Tirkiyeyê weke dijmin li me dinêrin. Em bi gul û kûlîlkan wan pêşwazî dikin em naxwazin tiştên wiha çêbibin. Werzîş biratî û hevaltî ye. Sedema van êrişan nasnameya me ya kurd û Kurdistanî ye. Ji bilî vê sedemê tu sedemên din nînin. Ha Amed ha Diyarbekir çi ferq dike? Divê em li hev xwedî derbikevin.”
 
‘EM Ê PIRTIR XWEDÎ LI TÎMA XWE DERBIKEVIN’
 
Esma Boranç da zanîn ku pêşiya wan vekiriye û tîma wan dê bê cihekî baş û wiha got: “Em ji tîma xwe bawer dikin û ji bo piştevaniyê jî hatin vir. Kesên êriş Amedsporê dikin tirsonek in û tiştekî em bibêjin nîne. Em li hember vê yekê bêdeng namînin û em ê pirtir xwedî li tîma xwe derbikevin.”
 
‘EM KURD IN’
 
Mervan Karaca diyar kir ku ew ê bi şermezarkirina êrişên nijadperest ên li dijî alîgirên Amedsporê, piştgiriyê bidin tîma xwe û wiha got. "Em weke berê bi heyecan in ku werin vir. Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Ez êrişên nijadperest ên li dijî me şermezar dikim. Dema tên vir em baş li wan dinêrin û mazûvaniya wan dikin, lê dema em diçin wir ji me re dibêjin terorîst. Mafê wan nîne wiha bikin. Divê ew jî bi me re bi heman awayî tevbigerin. Em ne terorîst in, em kurd in. Sedema êrişan jî ew e ku em kurd in û navê tîma me Amed e, sedemeke din tuneye. Em ê xwedî li vî bajarî derkevin.”
 
‘EZ JI BO PIŞTEVANIYÊ HATIM VIR’
 
Alîgirê Amedsporê yê polonî Wiliam Radovski got “Armanca min a hatina vir piştgirîdayîna Amedsporê ye. Ji ber ku ez dizanim sedemên siyasî li pişt êrişan hene. Ez ji bo piştgiriya berxwedana gelê kurd hatim vir. Her bijî Amedspor.”
 
‘AMEDSPOR TÎMEKÎ CÎHANÊ YE’
 
Rêveberê Komeleya Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê Tekîn Bayram jî diyar kir ku Amedspor her tim ji bo şampiyoniyê dilîze û ev tişt gotin: “Em dixwazin raya giştî, der barê qedexeyên deplasmanê yên li ser Amedsporê û êrişa ku hefteya borî dîsa pêk hat de bizanibe ku Amedspor ne tîmeke herêmî ye. Amedspor tîmeke cîhanê ye û li çar aliyê cîhanê alîgirên wê hene. Bila kes wisa li me nenêre, Amedspor heye û dê her hebe. Bi salan e ez li standanim, me ew coşa ku di van du salên dawî de heye nedîtiye. Bi hêviya ku em îsal dawî li wê hesreta xwe bînin. Li hemberî van êrişan jî weke ku Kaptan Şehmûs gotiye ku ‘Çiqas êrişî me bikin jî em ê bi gulan bersiva wan bidin’. Lê helbet pêwîst e hemû rayedar di vê mijarê de bikevin nava tevgerê da ku tiştên cuda neyên qewimandin.”
 
‘LI DORA AMEDSPORÊ BICIVIN’
 
Veysî Can Gunduz jî diyar kir ku hêzên ewlehiyê dikare ewlehiya deh milyon kesî biparêze, lê nikare 2-3 hezar kesî û wiha axivî: “Sedema êrişa li ser van alîgiran nasnameya wan e. Ev tîm xwedî nasnameya kurd e. Nasnameya vê tîmê ji aliyê vê dewlet û pergalê ve nayê qebûlkirin. Çawa ku li gelek deveran bi qedexeyan bersivê didin her tiştî, ziman û netewa me qedexe dikin, îro jî Amedsporê qedexe dikin. Divê hemû gelê me li dora Amedsporê bicivin, ji ber ku tîmeke me ya bi rûmet e. Hewce ye ku em li dora vê tîmê bisekinin û bi tevahî piştgiriya wê bikin.”
 
‘EZ êrişÊN  nijadPEREST ŞERMEZAR DIKIM’
 
Alîgira Amedsporê Nedîme Aşût jî wiha axivî: “Em niha Amedsporê pir serkeftî dibînin, ez hêvî dikim ku bi heman awayî berdewam bike. Ez êrişên nijadperest şermezar dikim. Tiştekî diviyabû nehatiba kirin, lê mixabin hat kirin. Divê li hemberî Amedspor û alîgirên wê êrişên bi vî rengî neyên kirin. Ez wek dildarekî Amedsporê ji bo piştgirê hatim vir.”
 
MA / Bazîd Evren - Şîlan Çîl 
 

Sernavên din

18/09/2023
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin