Rojnameger û rêxistinên mafan: Divê demildest Gok û Orûç bên berdan

  • rojane
  • 09:03 12 Îlon 2023
  • |
img
 
AMED - Rojnameger û rêxistinên mafan ji bo danişîna edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç ku dê di 14’ê îlonê de bê lidarxistin bang kirin û gotin: “Em şahidên rojnamegeriya wan in û em ji gel û saziyên xwe bi hêvî ne ku dê di 14’ê îlonê de piştgiriyê bidin hevalên me yên rojnameger.”
 
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25'ê nîsanê de hatibûn binçavkirin û girtin, nêzî 6 meh in di girtîgehê de ne. Îdianameya der barê Gok de ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hat amadekirin, ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Îdianameya der barê rojnameger Orûç de hat amadekirin jî, bi biryara "bêrayetiyê" ji Bedlîsê re hat şandin. Îdianameya ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat amadekirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Bedlîsê ve hat qebûlkirin. 
 
Danişîna Gok û Orûç wê di 14'ê îlonê de bê lidarxistin. Danişîna doza Gok dê li Edliyeya Amedê, doza Orûç jî dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bê lidarxistin. Rojnameger û rêxistinên mafan banga tevlîbûna danişînê kirin.
 
‘BI AWAYEKÎ DERHIQÛQÎ LI GIRTÎGEHÊ TÊN RAGIRTIN’
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan diyar kir ku hevalên wî yên rojnameger ji meha nîsanê û vir ve bi awayekî derhiqûqî li girtîgehê tên girtin. Altan bi bîr xist ku li ser îfadeyên şahidekî, bi nûçeyên xwe tên sûcdarkirin û got: “Lê belê em her tim dibêjin ku karê rojnamegeriyê çêkirina nûçeyan e, ger vî karî neke dê çi bike? Di vî warî de em bi lêpirsîn û dozeke tam neqanûnî re rû bi rû ne.”
 
‘EV DOZEK WEKE TOLHILDANÊ YE’
 
Altan, da zanîn ku doza ku dê di 14'ê îlonê de bê lidarxistin dê tenê li ser nûçeyan be û got ku bi tawanbarkirina nûçeyan zêdetir nikarin gavekê jî wêde biçin. Altan diyar kir ku ji ber ku rojnameger bi nûçeyên xwe, bi tiştên ku ew dibêjin, bi tiştên ku ew dinivîsin hene û tenê bi van tiştan dikarin bên darizandin. Altan bi domdarî wiha got: “Hem Abdurrahman Gok hem jî Mehmet Şah Orûç rojnameger in. Rojnamegerên baş in, heta niha bêhejmar nûçe çêkirine, li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê geriyane û bûne çavkaniya gelek nûçeyan. Di rastiyê de wêneyên Abdurrahman Gok ên Kemal Kurkut ku di Newrozê de kişandibûn ket rojeva cîhanê û ji ber vê yekê jî tê darizandin. Ev dozek wek tolhildanê ye. Em hêvî dikin ku ew di zûtirîn demê de bên berdan. Em li bendê ne ku ne tenê ew, hemû hevalên me yên li girtîgehê serbest bên berdan. Niha Hevseroka Komeleya me Dîcle Mûftûoglû û Sedat Yilmaz jî girtî ne. Heya niha îdianame û rojên dadgehkirinê nehatine diyarkirin û em li bendê ne ku di zûtirîn demê de ew jî bên berdan.”
 
‘GOK Û ORÛÇ ROJNAMEGER IN’
 
Altan diyar kir ku ew ê danişîna her du rojnamegeran ji nêz ve bişopînin û got ku danişîna her du hevalên wan wê di heman rojê de lê li dadgehên cuda bên dîtin. Altan anî ziman ku hêviya wan ew e ku ne tenê ew, hemû saziyên çapemeniyê yên pîşeyî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û hemû gel hesasiyetê nîşan bidin. Altan ev tişt anî ziman: “Bila li wir bin, bila deng li dengê me zêde bikin, bila dengê Gok û Oruç zêde bikin, bila bi dengekî bilind biqîrin ku dawî li van neheqiyan bê. Em ê piştgiriyê bidin hevalên xwe û li benda berdana wan bin. Em bang dikin û dibêjin ku Gok û Orûç rojnameger in, sûc nekirine. Doza heyî bi tevahî neqanûnî ye, em li bendê ne ku ew beraat bibin.”
 
‘EM ŞAHIDÊN ROJNAMEGERIYA WAN IN’
 
Rojnameger Mahsûn Rençber jî anî ziman ku ew bûye şahidê rojnamegeriya Oruç û Gok û got ku ew Abdurrahman Gok baş nas dikin, hemû rojnameger wî nas dikin. Rençber, wiha dirêj kir: “Daxwaza me ew e ku di zûtirîn demê de Abdurrahman Gok serbest berdin. Ne tenê ev, divê hemû hevalên me yên rojnameger ên di girtîgehê de ne, di zûtirîn demê de bên berdan. Ji ber ku tenê karê xwe yê rojnamegeriyê dikin. Heke wan rojnamegerî nekiribana, wê kurd û welatî ji ragihandina rast û zelal bêpar bibûna.”
 
‘NÛÇEYÊN WAN WEKE SÛC HATINE HESIBANDIN’
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Ercan Yilmaz jî got ku beriya hilbijartinên meha Gulanê yên li Tirkiyeyê pêk bên, zextên giran li xebatkarên çapemeniyê dihatin kirin. Yilmaz destnîşan kir ku endam, rêveber û hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê jî di nav de bi dehan xebatkarên çapemeniyê hatin girtin. Yilmaz bi lêv kir ku ew di danişîna yekem de piştî salekê serbest hatin berdan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjin ku divê hevalên me yên di 27’ê Nîsanê de hatin girtin jî bên berdan û beraat bibin. Ji ber ku em dosyayên wan dizanin, me îdianameyên wan lêkolîn kir. Tenê nûçeyên çêkirine û naveroka wan weke sûc hatiye dîtin û weke biryara girtinê li wan hatiye vegerandin. Li her welatekî demokratîk nûçeyên endamên çapemeniyê li dijî wan nayên bikaranîn. Ji ber vê sedemê di vê danişînê de jî em ê weke ÎHD’ê weke danişînên berê şopandin û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin. Berî her tiştî em daxwaza berdana hevalên xwe yên rojnameger dikin.”
 
‘EM ZILM Û ZORDARIYA LI SER ROJNAMEGERÊN KURD PROTESTO DIKIN’
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altun, bertek nîşanî darizandina rojnamegeran da û da zanîn ku girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya, Rojnameya Yenî Yaşam û rojnamegerên mûxalîf sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Di vê serdema ku em tê de dijîn, hevalên me yên rojnameger ên ku gelê kurd mafên xwe bi rêya wan îfade dikin ji ber hin sedeman bi girtinê re rû bi rû ne. Em li bendê ne ku gelê Kurd di 14’ê îlonê de li ber edliyeyê be. Em zilm û zordariya li ser rojnamegeriya kurdî ya 40-50 salên dawî protesto dikin û bang li gelê xwe dikin. Em ê bi hevalên xwe re bin. Ramanên hevalên me nêrînên me ne û nûçeya wan nûçeyên me ne. Ji ber vê yekê ew ne bi tenê ne. Bi moral û motîvasyoneke mezin em ê wekî DBP'ê li her derê û her dem hevalên xwe yên rojnameger biparêzin. Em hêvî dikin ku hemû gel û sazî di 14’ê îlonê de xwedî li hevalên me yên rojnameger derkevin.”
 
MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag
 
 

Sernavên din

19/09/2023
08:57 Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin
18/09/2023
23:25 Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
21:57 KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin