Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike

  • rojane
  • 09:37 10 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok diyar kir ku biryara betalkirina qedexekirina çalakiya MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike û wiha got: “Biryar, encama têkoşîna hunermendên kurd e. Vê biryarê rêya hemû kesên hunerê dikin vedike.” 
 
Di serî de hunermendên kurd, çalakiyên muzîkê yên gelek hunermendên ne nêzî îktîdarê ji hêla qeymeqam û waliyan ve tên qedexekirin. Ji van qedexeyan herî zêde jî hunermdên di bin sîwana Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) de dixebitin in. Çalakiya sala 30’emîn a ku MKM’ê dixwest di 6’ê cotmeha 2021’an de li Navenda Çandê ya Bostanciyê li dar bixe, ji hêla Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hate qedexekirin. MKM’ê têkildarî biryara qedexeyê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin û dadgehê jî MKM mafdar dît û biryara qeymeqamtiyê betal kir. Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok anî ziman ku ev biryar ji bo li tevahiya Tirkiyeyê bibe biryareke mînak, girîng e û got ku hewceye ne tenê kurd, tevahiya civakê piştgiriyê bide vê têkoşînê. 
 
QEDEXEKIRINA KONSERAN 
 
Ok, da zanîn ku MKM mezintirîn saziya hunerê ya kurdan e û wiha got: “Ji bo hevdîtina sala 30’emîn ji her devera cîhanê gelek hunermedên kurd hatin Stenbolê. Qeymeqamtiya Kadikoyê ev hevdîtin bi îdiaya ‘dibe ku tundî û propaganda be’ qedexe kir. Di heman demê de parvekirina HDP’ê weke hinceta qedexekirinê nîşan da. Me jî di vê mijarê de biryara dozê da; di salên dawî de zextên li ser muzîka kurdî roj bi roj zêdetir dibin. Li Stenbolê hema hema qet nahêlin konseran li dar bixin. Konserên Mem Ararat û MKM’ê hatin qedexekirin. Di esasê xwe de me biryar da ku ev doz bibe dozeke mînak. Ji ber ku heta niha tu doz nehatine vekirin. Me ev doz weke dozeke mînak fikirî û me serî li Qeymeqamtiya Kadikoyê da. Me jê xwest ku biryara xwe betal bikin. Wan red kir û me jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê da û me got ku biryara qeymeqamtiyê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê û mafê kirina hunerê ye.” 
 
SEDEMÊN BETALKIRINA BIRYARÊ 
 
Bi domdarî Ok anî ziman ku biryara hatiye dayîn tenê muzîk û hunera kurdî eleqedar nake û wiha pê de çû: “Ev biryar tevahiya hunermendên li welêt eleqedar dike. Dadgehê ji bo betalkirina biryarê du sedem nîşan da. Dadgehê got ku Qeymeqamtiya Kadikoyê ji bo îdiaya tundiyê tu daneyên şênber pêşkeş nekiriye. Tenê îstîxbarata polîsan heye. Ji bilî wê tu dane pêşkeş nekiriye. Ya duyemîn jî azadiya xweîfadekirinê ye. Dadgehê biryar da ku huner mafê hemû beşên civakê ye, her kes bêyî ku destûrê bixwaze dikare were ba hev, dikare bicive, dema qeymeqamtî û walîtî biryarên qedexeyan didin hewceye li gorî mafê azadiya xweîfadekirinê û Destûra Bingehîn tevbigerin, tu konser bi awayekî keyfî nayên astengkirin.” 
 
TÊKOŞÎNA HUNERMENDÊN KURD 
 
Di berdewamê de Ok bi lêv kir ku weke mînak dozeke serkeftî ye û wiha dirêjî da axafina xwe: “Ev biryar ji hêla muzîka kurdî ve girîng e. Îxtîmaleke mezin e ku Qeymeqamtiya Kadikoyê dê vê biryarê temyîz bike. Bêguman em jî dê bikin. Ji ber ku daxwaza me ya tazmînata manewî qebûl nekirin. Lê di salên dawî de ji konserên Hadîseyê heta yên Gulşen, Mem Ararat, MKM û hunermendên LGBTî+’yan, gelek konser betal kirin. Yek ji van jî dozê venakin. Cara ewil hunermendên kurd ev yek kirin. Yên ji ewil rastî qedexeyan hatin hunermendên kurd bûn. Yên ji ewil têkoşiyayîn jî ew bûn. Ev biryar bi saya hunermendên kurd hate dayîn. Ev biryar hemû kesên hunerê dike eleqedar dike û pêşiye tevekan jî vedike.” 
 
‘KURDAN PÊŞIYA MUZÎKÊ VEKIRIN’
 
Ok, axaftina xwe wiha qedand: “Biryareke mînak a girîng e. Banga min ew e ku ji bo hemû konserên hatine qedexekirin doz werin vekirin. Heke Dadgeha Îdareyê ev biryar nedabûya dê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûya. Heke ji wir jî encamek derneketa dê me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûya. Em dikarin bibêjin ku hunermendên kurd pêşiya muzîkê vekirin. Dê qeymeqamtî li gorî biryarê tevnegere. Mîna bûyera Dayikên Şemiyê. Tevî biryara AYM’ê jî tên astengkirin. Lê demek şûnde dê neçar bimînin li gorî wan biryaran tevbigerin. Li Tirkiyeyê zext ji ewil li ser kurdan tên destpêkirin. Piştre li Tirkiyeyê belav dibin. Zext û qedexe ji ewil li ser muzîka kurdî hatin destpêkirin. Raya giştî ya rojavayê Tirkiyeyê guh neda van zextan. Lê ev qedexe niha li her devera Tirkiyeyê hene. Divê hunermend piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûq û demokrasiyê. Nexwe ev qedexe ranabin. Divê ne tenê kurd lê tevahiya civaka Tirkiyeyê piştgiriyê bide vê têkoşînê.” 

Sernavên din

05/01/2024
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir