Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir

img
ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên kursên perwerdehiya serdema nû ya ziman kir. Hevserokê komeleyê Cahît Akil bang li malbatan kir ku zarokên xwe bînin qeyd bikin. 
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a ku li navçeya Cizîr a Şirnexê xebatên xwe yên ziman û çandî dide meşandin, dest bi qeydên kursên serdema nû ya perwerdehiya kurdî kir. Qeydên ku 20'ê hezîranê hatine destpêkirin wê heta 16'ê tîrmehê bidomin. Hevserokê Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil bang li xwendekar û malbatên zarokan kir ku ku ji bo perwerdehiya ziman serî li komeleya wan bidin.
 
KURSÊN ZIMAN Û ÇANDÊ BI HEV RE TÊN LIDARXISTIN
 
Cahît Akil diyar kir ku qeydên kursên wan mehek in didome û got ku ne tenê di qada ziman de di heman demê de, di qada çandê de jî kursên wan hene. Akil destnîşan kir ku weke komeleyê di vê dema borî de perwerdehiya sê polên asta yekemîn qedendine û wiha got: “Perwerdehiya van qediyaye û di vê dawiya heftê de ezmûnên wan hene. Xwendekarên me yên ku bi ser bikevin jî em ê bawernameyên wan bidin. Niha di asta yekemîn de jî 14 xwendekarên me amade ne. Pola me ya asta duyemîn jî ji 15 xwendekaran pêk tê. Kursên me vê heftiyê dest pê dikin, lê qeydên me yên ji bo demsala havînê didomin. Ji bo amadekirina pola zarokan amadekariyên me hene. Dema ku amadekariyên me qediyan em ê dest bi perwerdehiyê bikin. Me di vê çarçoveyê de xebatên xwe meşandin. Her weke din qeydên me û qursên me yên çandê jî didomin. Di vê qadê de jî qeydên tembûrê, defê me dane destpêkirin. Ciwanên me yên ku dixwazin di aliyê çandê de xwe pêşve bibin em dixwazin ku serî li me bidin."
 
GIRÎNGIYA ZIMAN 
 
Akil bal kişand ser giringiya ziman a li ser civakê û got: "Ji bo pêşxistina ziman û xwedî derketina çandê û ziman hebûna komeleya Birca Belek a li vir ji Cizîrê re, ji ciwanên me re û ji civaka me re fersendek e. Ji ber wê daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo kursên ziman, çand û hûnerê serî saziya me bidin. Ziman bingeha jiyana netewî ye, ziman bingeha hişmendiya civakî ye. Heke ku em giringiyê nedin ziman, wê ev nîşan bide ku em giringiyê nadin hişmendiya netewî. Jixwe di aliyê fermî de di dibistanan de ji bo ku em perwerdehiyê bidin derfetê me nîn e. Zimanê kurdî di qada fermî de weke zimanê hilbijêr derbas dibe. Lê ev ji bo fêrkirina ziman têre nake. Ev rewş xapandin e. Ji bo ku em pirsgirêkên hene ji holê rakin hewcedarî bi kursên mayînde hene. Ji ber wê jî em weke komeleya ziman kursên xwe ast bi ast çêdikin. Xwendekarên ku serî le saziya me dide destpêkê di asta yekemîn de dest bi perwerdehiyê dike. Piştre ast bi ast didome. Ji ber wê jî bi taybetî xwendekarên di dibistana seretayî dixwinin bila bên serlêdanê bikin da ku ji ziman û çanda xwe dûr nemînin. "
 
‘ZIMAN QELS BE XEBAT JÎ QELS DIBIN’ 
 
Akil daxwaz kir ku her welatiyek di hêla ziman de bi berpirsyar tevbigere û ji bo perwerdehiyê serî li wan bidin û ev bang kir: “Xwendekarên ku tên li vir di qada çand û ziman de, di wan de bawerî çêdibe. Di qadên din de jî serkeftî dibin. Ji ber wê divê ku em bi vî esasî nêzî ziman bibin. Heke ku di hêla ziman de em xwe baş perwerde nekin em di mijarên din de jî lawaz dimînin. Ji ber wê ziman bi giringiya xwe ve di asta yekemîn de ye. Ji ber wê divê ku em girîngiyê bidin ziman. Heke ku em xwedî li ziman xwe dernekevin û em ê di gelek aliyên din de jî kêm bimînin. Bi vê minasebetê ez bang li jinan, ciwanan û zarokan dikim ku bên serî li saziya me bidin."
 

Sernavên din

07/12/2023
09:43 Derûnas Tekînalp: Modernîteya kapîtalîst çavkaniya nexweşiyên derûnî ye
09:42 Sêrtî namzetên çawa dixwazin?
09:39 Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
09:12 ‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe'
09:11 Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e
09:07 HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye
09:06 Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye
09:05 Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne
09:04 Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir
09:03 Ji bo jinên sewalkar doza temînatekê dike
09:02 Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin
09:01 Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN
05/12/2023
20:09 Doza Kobanê: Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî
17:21 Rojnamevan Abdûrrahman Gok ji girtîgehê derket
17:18 Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin
17:06 21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman
17:03 Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
16:57 Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike
15:34 Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin
15:11 Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê
14:04 Danişîna Doza Pirsûsê: Daxwaza guhdarkirina Davûtoglû nehate qebûlkirin
13:56 Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin
13:52 Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn
13:23 Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû
13:22 Hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an
13:21 Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest
12:49 Hatîmogûllari: Em ê qeyûman bişînin nav qirêjiya wan
11:23 Rojnameger Abdurrahman Gok hat tehliyekirin
11:11 Ji bo Abdullah Ocalan piştî erdhejê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin
10:52 Li Meletiyê bi ser malan de hate girtin
10:49 Dewleta tirk Bamernê bombebaran kir
10:44 Danişîna edîtorê MA’yê Gok dest pê kir
10:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser bikevin
10:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 42 roj in tu agahî nayên girtin
09:55 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 9’an de didome
09:19 Ji girtîgehê peyamek: Xwedî li çalakiya me derkevin
09:16 Îstinafê cezayê li endamê meclisa şaredariyê hatibû birîn xera kir
09:15 30 sal in li benda birayê xwe ye: Em hestiyên xwe dixwazin
09:09 Li Dêrsimê ciwan koç dikin: Yekzilamî bûye sedema bêhêvîtiyê
09:02 Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN
04/12/2023
20:37 Alî Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
20:29 Ariboga ji girtîgehê derket
19:34 Di doza destdirêjiyê de li Sedat E. 17 sal û 6 meh ceza hat birîn
17:00 Girtî Çalim banga xwedîderketina li greva birçîbûnê kir
16:53 Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan
16:31 Karkerên Ozak Tekstîlê di daxwazên xwe de bi israr in
16:16 KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir: Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiyê heye
16:15 Li Amedê keyayek kuştî hate dîtin
16:12 212 sazî û kesayetan ji bo Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bang kirin
15:44 Bertek nîşanî biryara demborînê dan: Çanda necezakirinê êdî kirine polîtîka
14:49 Parlamenter Hun ji bo girtiyê nexweş ê 75 salî Elbî serî li Meclisê da
14:09 7 ciwanên HEDEP’î hatin berdan
13:44 Di Hefteya Mafên Mirovan de panela "Pirsgirêka Koçberî û Vegerandinê" hat lidarxistin
13:31 Doza Vartînîsê bi hinceta demborînê hate betalkirin
13:28 Leşkeran êrişî karkerên li ber didin kirin: 2 kes hatin binçavkirin
12:56 Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê
12:26 Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar