13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin

  • rojane
  • 09:49 8 Tîrmeh 2023
  • |
img
WAN - Li Wanê projeya “rêya hawirdorê” ku her sal bi merasîman çêkirina wê tê destpêkirin, 13 sal in neqediyaye. Bi projeye dest danîn ser erdên gelek kesan. 
 
Projeya "Rêya Hawirdora Wanê" ya ku ji sala 2010'an û vir ve gelek caran li Wanê ji aliyê hikûmetê ve bi merasîma çêkirina wê dest pê kiriye û hatiye vekirin, lê tevî 13 sal derbas bûn jî hê neqediyaye. Ji rêya 61 kîlometreyî ya ku ji navçeya Artemêtê ya Wanê dest pê dike û ji rojhilatê bajêr ve bi rêya Erdîşê ve girê dide, tenê 20 kîlometre qediya. Tevî ku 13 sal derbas bûne jî 41 kîlometre rê hîna neqediyaye.  
 
Herî dawî di 11ê hezîrana 2022’yan de bi hezaran kes ji ber projeya rê ya ku ji aliyê Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan ve bi rêya vîdeokonferansê hatibû destpêkirin, mexdûr bûn. Di çarçoveya çêkirina rê de, bi xala 18'an a Qanûna Îmarê, bêyî destûra xwediyên wan erdên dikevin ber rê, erdên wan hatin desteserkirin û bêyî destûra wan rê di nav erdên wan de hat derbaskirin. 
 
Di çarçoveya projeye de bi xala 18’an herî kêm 6 hezar kes hatin mexdûrkirin. Bi vê projeye re xwediyên erdan nedikarin erdên xwe bifiroşin ne jî dikarin li ser parselên wan ku ketine ber rê xanî çêkin. Heta niha dozên ku hatine vekirin jî bêencam man. 
 
WÊ JI NÛ VE ERDÊ XWE BIKIRE! 
 
Ji mexdûrên projeya rê Bahattîn Durur diyar kir ku di nava erdê wî yê 500 metrekare de rê derbas dibe û ji ber heqê erdê wî nehatiye dayîn wî kirine şirîkê erdên gelek kesan. Duru anî ziman ku ji 500 metrekare 200 metrekare erdê wî maye û ji ber xala 18’an gelek kesan kirine şirîkê erdê wî. Durur got ew hatine mexdûrkirin û got: “Erd ê min e lê gelek kes kirine şirîk. Dixwazin ez erdê xwe ji wan şirîkan bikirim. Erdê ku min berê kiriye, ez dîsa rabim çawa bikirim. Erdê ku min berê kiriye ez çawa rabim carek din bikirim?”
 
4 KESAN KIRINE ŞIRÎKÊ ERD 
 
Erol Umur jî anî ziman ku di çarçoveya sepandina xala 18’an a Qanûna Îmarê de gelek xwediyên erdan kirine şirîkên hev û 4 kesan kirine şirîkê erdê wî yê 400 metrekare. Umur got tu rêyek wî serî lê nedaye nemaye û dîsa jî nikare tapûyê erdê xwe bigire û xwest rayedar demildest çareseriyek ji bo vê yekê bibînin. 
 
‘BERPIRSIYAR DEWLET E’ 
 
Yek ji mexdûran Arîf Koçyîgît jî da zanîn ku li gundê Xorkum ê bi ser navçeya Artemêtê ve hemû erd tevlihev hatine kirin û 3 hezar metrekare erdê wî kirine aydî hinek kesên din û wî jî kirine şirîkê erdek din. Koçyîgît destnîşan kir ku berpirsiyarê vê tevliheviyê dewlet e û heke wisa dewam bike wê berê xelkê li ser erdan bikev hev û sedemê vê jî dewlet e. 
 
‘ERDÊ MIN DIFIROŞIN MIN’ 
 
Mexdûrek din ê projeyê Sînan Şahîn jî anî ziman ku 500 metrekare erdê wî heye û 100 metrekare xistine ber para rê, 20 metrekare ji bo rê girtine û 80 metrekareyê maye jî paşve difiroşin wî. Şahîn diyar kir ku hewl tê dayîn ku erdê wî yê tapûkirî carek din bifiroşin wî û rê di nava erdê kê re derbas kiribin ew hatiye mexdûrkirin. 
 

Sernavên din

13/07/2023
12:31 Di doza Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak de dê mutalaa bê dayîn
11:41 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
11:34 Qala remza têkoşînê Alî Çîçek kir: Em bi têkoşîna wan bêhnê distînin
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:40 Ji bo girtiyê nexweş Ozturk kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
10:38 Tenê 2 sal ceza li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştibû hat birîn
10:38 Li Mêrdîn û Şirnexê zem li avê hate kirin
10:04 Li Dîlokê bekçiyan kesek kuşt
10:03 Sarisozen: Di Lûtkeya NATO’yê de ji bo êrişan peyamên erênî hatin dayîn
10:03 Şahidên Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Ji bo şoreşgeran bû mînak, peyam berxwedan bû
09:23 Zeyneb Murad: Divê em di sedsaliya Lozanê de tecrîdê bidin rakirin û yekitiya neteweyî ya kurd ava bikin
09:06 Li Girtîgeha Şakranê ferzkirina 'şerîatê'
09:05 Biraziyê Bişar Yazici: ATK girtiyan ber bi mirinê ve dişîne
09:04 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe
09:02 Pirsûs di bin toz û dumana qeyûm de maye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
12/07/2023
22:36 Rojnamevan ji girtîgehê derketin
22:14 Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:10 Li Zurîhê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin
19:46 NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e
18:00 Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtîî ye, hat şewitandin
16:58 Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn
16:57 Parêzerên rojnamegeran: Bi dosyayê hatiye lîstin
16:29 Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye