Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên

  • rojane
  • 09:08 18 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Li navçeya Sûrê di çarçoveya "Projeya Firehkirinê" ya Parka Anzeleyê de biryara îstimlaqkirinê hat dayîn. Welatiyan got: "Em ê ji vir dernekevin. Bila werin xaniyê me bi ser serê me de bînin xwarê." 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, di çaçroveya "Projeya Firehkirina Parka Anzeleyê" de, ji bo 90 avahiyên li kuçeya Balikli ya Sûr a Amedê biryara îstimlaqkirinê da. Bi vê biryarê de dê 90 avahî bên xerakirin. Her wiha dadgehê ji bo xaniyên ku dê bên xerakirin 180 hezar TL û ji bo kargehan jî 250 hezar TL diyar kiriye. 
 
Şêniyên taxê fiyetê diyarkirî qebûl nakin û ji dêvla xaniyên xwe, xaniyên nû dixwazin. 
 
‘EM NIKARIN HEQÊ KIRÊ BIDIN'
 
Fatma Karaotê ragihand ku 40 salên wan e ku li vê kuçeyê ne û got: "Em naxwazin xaniyên me bên xerakirin. Em nikarin heqê kirê bidin. Em ê pir mexdûr bibin." 
 
Karaotê bilêv kir ku ew meaşê etqawidbûnê distîne û got ji ber ku kurê wê girtiye ew debara malê dike. Karaotê ev tişt gotin: "Kurê min girtî ye. Ez li sê zarokên wî û hevjîna wî mêze dikim. Ez ê van zarokan bibim ku derê? Meaşê min 4 hezar TL ye. Ma ez wî meaşî bidim heqê kirê, ez ê çi bixwim? Ez ê çawa debara van zarokan bikim? Ez ê çawa pereyan bişînim girtîgehê?"
 
‘GER EZ BIÇIM CIHEKÎ DIN EZ Ê BIMIRIM'
 
Karaotê destnîşan kir ku demildest divê dest ji vê biryarê bê berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez li dijî vê biryarê me. Ez nahêlim. Bila me ji xaniyê me, taxa me dernexin. Ez miroveke nexweş im. Ger ez biçim cihekî din ez ê nikaribim deyax bikim, ez ê bimirim. Ez hînî vir bûme." 
 
Aygul Yildirimê jî bilêv kir ku ew jî wekî bavê xwe li vê kuçeyê mezin bûye û got ku naxwaze ji vê taxê biçe. Yildirimê got: "Pereyê ku bidin me, têra kirêya xaniyekî din nake. Xanîstendin, xeyal e. Xaniyek di ser milyonek TL'yî re ye. Ev tenê ne madî ye, tiştekî derûnî ye jî. Em di warê derûnî de tarûmar dibin. Ji lew re bavê me li vir çêbûye û mezin bûye. Em heft nifş li vir çêbûne û ji vir in. Lewma bila me ji taxa me dernexin. Ev der, warê me ye. AXa bav û kalan e. Madiyat jixwe tune ye. Hema bila me li vir binax bikin çêtir e. Sirf ji bo turîstan dê ev qas mirovan birçî bihêlin û mexdûr bikin. Ger van xaniyan xera bikin, bila bi wan re me jî bikujin û veşêrin. Pereyê ku didin jî têra kirêya salekê nake." 
 
‘EM XANÎ DIXWAZIN'
 
Azîz Ecer jî bilêv kir ku şaredarî dixwaze bi erzanî xaniyê wan bikire û got: "Em beranberiya xaniyên xwe, xaniyekî nû dixwazin. Em hemû dizanin vî zemanî xanîstendin pir zehmet e. Pereyê ku teklîf kirine jî pir kêm e. Ewilî gotin em ê 80 hezar TL'yî bidin. Paşê kirin 126 hezarç vî zemanî dest ji xanî berde, kes nikare bi vî pereyî koxekê jî bikire. Ya tê kirin zilm eî neheqî ye." 
 
Mahsûm Kûtay jî got: "Em dane ber dadgehê. 180 hezar teklîf kirin. Çi bi vî pereyî tê? Li vir xaniyê herî kêm 400 hezar TL ye. Jixw egava tu ji Sûrê derkevî, fiyetê xaniyan ji milyonekê dest pê dike. Ev der, cihê feqîr û fiqara ye. Em dixwazin rayedar bi edalet tevbigerin." 
 
GUND HAT ŞEWITANDIN NIHA JÎ XANÎ TÊ XERAKIRIN
 
Îsa Kiliç anî ziman ku dewletê di salên 1990'î de gundê wan şewitandiye û paşê koç kirine hatine kuçeya Balikliyê û got: "Em 30 sal in li vir in. Dewletê ji bo xaniyê me yê gund pere da me. Em jî hatine me bi wî pereyî li vir xanî stend. Niha jî rabûye dibêje 'em ê xnaiyê we xera bikin.' Tu tişt bi 250 hezar TL'yî nayê. Em dixwazin xaniyekî bidin me." 
 
‘BILA BÊN BI SER SERÊ ME DE XERA BIKIN'
 
Cebraîl Tûgay jî destnîşan kir ku pereyê tê teklîfkirin ne tu pere ye û wiha axivî: "Em li dijî vê biryarê ne. Ger biryara xwe neguherînin, em ê jî derneyên. Bila werin xaniyê me bi ser serê me de bînin xwarê." 
 
Şêniyê taxê Nûrettîn Akgun jî got ku  ew mexdûr in û pereyê ku tê teklîfkirin mirov nikare pê pîneyeke çûkan jî çêbike. 

Sernavên din

19/11/2023
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
16/11/2023
20:29 Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
20:24 Li ser X’ê hastaga ‘#Öcalandan966GündürHaberYok'
19:18 Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan
17:00 Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest
16:50 Parêzer Safali hate definkirin: Erdal nirxê hemû civakê bû
16:33 Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin
16:13 HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!