'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'

  • rojane
  • 09:02 9 Hezîran 2023
img
AMED - Welatiyan destnîşan kirin ku heta meseleya kurd çareser nebe, aboriya Tirkiyeyê rast nabe. 
 
Krîza aborî ya ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê her diçe kûrtir dibe, piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê kûrên dowîzê pêl bi pêl zêde bûn. Ev yek bû cihê fikarên mezin. Amediyan îşaret bi berpirsên krîzê kirin û gotin ku pirsgirêka mezin ew e ku piraniya budçeyê ji bo şer tê veqetandin û heya meseleya kurd neyê çareserkirin, ne pêkan e ku aborî rast bibe. 
 
'JÊ XIRABTIR TUNE YE'
 
Ji welatiyan Mehmet Bîter, diyar kir ku ji vê aboriyê xerabtir aborî tune ye û got: "Sedema vê jî polîtîkayên şaş in. Heya hûn li çiya û keviran bidin, dê aborî rast nebe. Demildest divê dest ji vê ferasetê bê berdan." 
 
‘DIVÊ DESTHILAT BIGUHERE'
 
Ûmût Torban jî bal kişand ser bihabûna fiyetên şekir û çayê jî û got: "Tekane rêya xelasiya ji krîzê guherandina vê pergalê ye. Çandinî û sewalvanî nema ne. Hilberîn tune ye. Em bûne pêgirtiyên derve. Ji bo guherandinê hêvî heye, lê zehmet e." 
 
Îsmaîl Yildiz jî diyar kir ku ev mesele bi guherandina Wezîrê Xezîne û Maliyeyê nayê çareserkirin û got: "Ger li cihekî şer û dizî hebe, helbet dê qaseya xezîneyê vala bibe. Tekane rê heq, hiqûq û edalet e. Lê hêviya min ji vê desthilatê tune ye." 
 
‘LI KAR DIGERIM LÊ TUNE YE'
 
Leyla Karaliyê jî bi lêv kir ku ew hewl dide mehê bi 2 hezaran debara xwe bike. Karaliyê diyar kir ku ji vî pereyî 450 lîreyî heqê kirê dide û got: "Jiyan zehmet bûye. Ez li kar digerim lê bi dest min nakeve." 
 
Abdûrrezak Memîş jî ku bi meaşê kêm dixebite got ku ji bo ku ew debara xwe bike, zêde dixebite. Memîş da zanîn ku ji meaşê ku distîne 2 hezar û nîvan dide heqê kirê û hezar û hezar û nîv jî dide heqê fatûreyan û bi yê mayî jî hewl dide pê debara 5 kesan bike. Memîş destnîşan kir ku sedema vê rewşê polîtîkayên navxweyî û derve yên hikûmetê ne û got: "Heya pêgirtîbûnê bi derve re hebe dê enflasyon û dolar zêde bibin. Ez yeqîn nakim ku rewşa aboriyê baş bibe. Ez yeqîn nakim ku bi hatina Mehmet Şîmşek rewş baş bibe. Belkî ji bo demeke kurt barê wê sivik bibe, lê wê ne mayin de be. Aborî encax bi çareserkirina meseleya kurd, bi ranebûna balafiran û bi aramiyê çareser bibe." 
 
NIKARIN ZEBEŞEKÎ BIKIRIN 
 
Cemîl Bîçer jî destnîşan kir ku ew nanoziko dixebitin û 2 zarokên wî betal in. Bîçer bi lêv kir ku nikarin debara xwe bikin û got: "Ji ber nebûna proteîn û vîtamînan êdî mêjiyê me naxebite. Berê me bi qaseyan fêkî dikirî, lê niha em zebeşan bi pariyan dikirin. Ma ji vê rezîltir tiştek heye? Feqîrtî ev e; şebeşek bûye 100 TL. Berê kîloya zebeş bi 3 lîreya bû." 
 
Esnaf Fahrî Şaşmaz jî bi lêv kir ku cara ewil e ku krîzeke wiha dibîne û bal kişand ser bihabûna fiyetan. 
 
MA / Mehmet Guleş - Şîlan Çîl

Sernavên din

09/11/2023
14:04 Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir
13:57 Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan