Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin

  • rojane
  • 13:44 18 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Di rapora ku OHD’ê û Baroya Amedê têkildarî operasyona ku 191 kes hatin binçavkirin amade kirin de, hate diyarkirin ku 5 parêzer hatine girtin û şûna buroya parêzer Bunyamîn Şeker li Şaxa OHD’ê ya Amedê lêgerîn hatiye kirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, di 25’ê nîsanê de li 21 bajaran rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Ji 216 kesan herî kêm 191 kes di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê têkildarî binpêkirinên mafan ên parêzeran di pêvajoya lêpirsînê de jiyan rapora bi navê “Rapora Parêzerên Rastî Gefa Darazê Hatine” weşandin. Di raporê de hate diyarkirin ku 3 parêzerên Baroya Mêrdînê, parêzerekî girêdayî Baroya Êlihê, parêzerekî Baroya Meletiyê, parêzerekî Baroya Rihayê û 19 parêzerên girêdayî Baroya Amedê 25 parêzer hatin binçavkirin. 
 
ŞÛNA BUROYÊ LI AVAHIYA KOMELEYÊ LÊGERÎN KIRIN 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku derbarê 17 parêzeran de biryara girtinê hatiye dayîn, li malên parêzeran û 5 kargehên parêzeran lêgerîn hatiye kirin. Di raporê de dan zanîn ku di lêgerînên malan û kargehan de hinceta lêgerînê û mijara sûcdariyê nehatiye diyarkirin û bal hate kişandin ku weke buroya parêzer Bunyamîn Şeker li Şaxa OHD’a Amedê lêgerîn hatiye kirin. 
 
5 PARÊZER HATIN GIRTIN 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê têkildarî binçavkiriyan 24 saetan biryara sînordarkirina hevdîtinê daye, îtîrazên li dijî binçavkirinan hatin kirin jî piştî 24 saetan hatin redkirin û dan zanîn ku ji parêzeran Sûat Mûstafa Şencî, Ozum Vûrgûn, Bûrhan Arta, Serhat Hezer û Şerzan Yelboga hatine girtin.
 
Di raporê de hate bilêvkirin ku servîskirina dîmenên operasyona ku 3 hezar û 500 polîs beşdar bûn a Wezîrê Karên Hundir a Suleyman Soylû jî nîşaneya “asta bandora siyasetê ya li ser darazê” ye. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku biryara sînordarkirina dosyayê ya di pêvajoya lêpirsîn û binçavkirinê de binpêkirina mafê darizandina adil a di çarçoveya “rêgeza wekheviya çekan” û “azadiya lêgerîna maf” e û wiha hat gotin: “Her wiha îtiraza der barê bidawîkirina sînordarkirina ramanê de biryar hat dayîn û 2 roj piştî bidawîbûna dema sînordarkirina ramanê ya binpêkirina mafê venêrînê hat redkirin. Ev rewş nîşan dide ku pêkanîna dadgeriyê ya kêfî û ne hiqûqî mafê darizandina adil û mafê axaftina bi bandor a hempîşeyên me yên tên darizandin bin pê dike.” Di raporê de hat ragihandin, girtina parêzeran a ji ber karên pîşeyî yên ‘keyfî’, binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. 
 
ENCAM Û PÊŞNIYAR
 
Di beşa “encam û pêşniyaran” a raporê de wiha hate gotin:  
 
“* Parastin û piştgiriya taybet a parêzeran weke parêzvanên mafan, bi peyman û belgeyên navneteweyî hatiye ewlekirin. 
 
*Nayê qebûlkirin ku parêzer werin krîmînalîzekirin, hedef bên nîşandan, rastî zexta îdarî yan darazê tên, tên binçavkirin, girtin an jî mehkûmkirin û rastî gefên darazê tên, çalakiyên xwe yên meşrû yên ku tu hêmanên sûc tê de nînin, berevajî hiqûqa neteweyî û navneteweyî tên meşandin, tenê ji ber ku biryar û kiryarên rayedarên cemaweriyê rexne dikin û saziyên têkildar rexne dikin nikarin rastî gefa darazê bên. 
 
* Divê parêzvanên mafan ên ji ber çalakiyên parastina rewa û zagonî bi awayekî bêhiqûqî girtî ne, bên berdan.
 
* Bi taybetî di darizandinên komî de, pêkanînên bi rengekî kêfî û nehiqûqî yên parêzeran ên weke endametiya rêxistineke îllegal, nezelal û nayê texmînkirin, bi dawî bibin.”
 
 
 
 

Sernavên din

15/10/2023
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin