ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin

img
ENQERE - Hevseroka Şaxa ÇGD’a Enqereyê Demet Aran diyar kir ku operasyonên li Amedê dest pê kirin û li tevahiya Tirkiyeyê tên domandin, gefeke li dijî rojnamegeran e û wiha got: “Em ê li cem hevalên xwe bin ku ji ber rojnamegeriyê hedef hatine girtin.” 
 
Di encama operasyonên navendên wan Amed û Enqereyê yên di 11 mehan de 34 rojnameger bi tawanbariya kar û barên rojnamegeriyê hatin girtin. Di encama operasyona hefteya dawî de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Oruç û rojnameger Remzî Akkaya Mîkaîl Barût bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
‘DARAZÊ DIKIN AMÛRA OPERASYONÊN SIYASÎ’
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Can Guleryuzlu operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî rojnamegeran nirxand û wiha got: “Saziyên çapemeniyê yên giraniya mijara xwe didin ser nûçeyên têkildarî pirsgirêka kurd û rojnamegerên kurd ji berê ve rastî zextekî giran tên. Di vê pêvajoyê de jî bi awayekî komî hedef tên girtin. Sedema wê jî hilbijartinên 14’ê Gulanê ne. Hêzên ewlekariyê û meqamên darazê mixabin ne weke parçeyeke dewletê lê weke dûvika îktîdarê tevdigerin. Lewma ji bo van operasyonên siyasî tên bikaranîn. Ji pirsên di dema binçavkirin û girtinê de ji rojnamegeran hatine kirin tê dîtin ku dixwazin pêşî li ber çêkirina nûçeyan a di hinek mijaran de û yên çêdikin jî tên sûcdarkirin. Pir eşkereye ku di serî de AKP, Tifaqa Cumhur ji bo hilbijartin di rewşeke azad de derbas nebin dê zexta xwe girantir bikin. Lê çawa ku di demên berê de ji van operasyonan encamek nehatibe bidestxistin, dê niha jî nekarin jê bigirin.” 
 
‘AKP’Ê HERÎ ZÊDE QADA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ WÊRAN KIR’ 
 
Bi domarî Guleryuzlu bi bîr xist ku li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de 16 rêzan li paş ketiye û di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye. Guleryuz, axaftina xwe wiha domand: “Ev zextên heyî, yekser bandorê li vê paşketinê dikin. Hem hejmara rojnamegerên girtî zêde dibe hem jî ji ber dosyayên her roj tên vekirin, paş dikeve. Yek ji hêmayên bingehîn ên civakên demokratîk; azadiya fikr û xweîfadekirinê û azadiya çapemeniyê ye. Li cihekê ku rexne lê neyê kirin, hesab neyê dayîn, her tim rêveberiyên otorîter û zextker pêş dikevin. AKP’ê di dema îktîdara xwe de herî zêde azadiya çapemeniyê wêran kir.” 
 
AZADIYA AGAHÎGIRTINÊ YA GEL
 
Seroka Şaxa ÇGD’ê ya Enqereyê Demet Aran jî îktîdar hewl dide rewabûna xwe ya di asta gel de winda kirî hewl dide di dema hilbijartinê de bi rêya zextê dîsa ava bike û wiha pê de çû: “Yek ji saziyên ku ev sepan yekser hedef digirin jî pîşeya rojnamegeriyê ye. Îktîdara AKP’ê şûrê xwe li ser serê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, RTUK û saziyên din dihejîne. Jixwe Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de sal bi sal paş dikeve. Ev yek pir tiştan nîşan dide. Operasyonên di bin navê ‘terorê’ de dike, herî zêde gefê li mafê agahîgirtinê yên gel dixwe.” 
 
‘GEFEKE LI DIJÎ ROJNAMEGERAN E’
 
Aran, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar; bi operasyonên navendên wan Amed û Enqereyê ku piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav bûn re rojnamegerên nûçeyan bi gel re parve dikin û li pey rastiyê digerin hedef girt. Operasyonan bi taybet jî li ser rojnamegerên kurd dikin û bi vê yekê re dixwazin di nava beşekê civakê de hişeke ‘ji ber xebatên rojnamegeriyê nehatine girtin’ ava bikin. Dixwazin bi vî awayî binpêkirinên li dijî rojnamegerî û mafê agahîgirtinê veşêrin. Divê hemû rêxistinên pîşeyî û sendîka li dijî vê dengê xwe derxînin. Ev operasyon, gefeke li dijî hemû rojnamegeran e. Em ê li cem hevalên xwe bin ku ji ber karê rojnamegeriyê hatine girtin. Banga min ji bo her kesî ew e ku li dijî vê rewşa êdî bo Tirkiyeyê veguheriye şermekê dengê xwe derxînin.” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

08/05/2023
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin