Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev

img

AMED - Bi pêşengtiya Cemaeta Êzidî ya Ewropayê li Amedê gelek kesayetên ji baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev û têkildarî pirsgirêkên ji ber feraseta yekperest derdikevin axivîn. 

 
Cemaeta Êzidî ya Ewropayê li baxçeyê Dêra Surp Gîragos a Ermenan a li navçeya Sûr a Amedê, bi nûnerên baweriyên cuda re hate ba hev. Di hevdîtinê de taştê hate dayîn û derdoran hev nas kirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Azad Bariş û Mehmet Kamaç, ji Weqfa Çandê ya Êzidiyan Eyûp Burç, Keşeyê Ruhanî yê Dêra Kirklar a Mêrdînê Gabrîel Akyuz, Serokê Weqfa Dêra Katolîk a Keldananan a Amedê Yûsûf Karadayi, Serokê Weqfa Surp Gîragos a Ermenan Ergun Ayik, Pastorê Dêra Protestan a Amedê Ahmet Guvener, Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Seyda Emîn Ay û endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Dîn tev li hevdîtinê bûn. 
 
'PÊDIVÎ BI SIFREYÊN WIHA HEYE’
 
Di hevdîtinê de Serokê Weqfa Surp Gîragos a Ermenan Ergun Ayik axivî. Ayik, bal kişand ser girîngiya hatine ba hev a li ser heman sifreyê ya baweriyên cuda û wiha got: “Silav ji bo wê têkoşîna demokratîk ku ev yek pêk anî. Hêvdîdarim hevdîtinên bi vî rengî bidomin. Pêdiviya welêt bi sifreyên wiha heye. Hêvîdarim ev hilbijartin bibin wesîle ku hemû kes bi awayekî azad bijî û li ser sifreyên bi vî rengî bên ba hev.” 
 
Keşeyê Ruhanî yê Dêra Kirklar ê Mêrdînê Gabrîel Akyuz jî diaya xwarinê bi suryankî xwend. 
 
WÊRANIYA KU FERASETA ‘YEKPEREST’ BI XWE RE ANÎ
 
Piştî xwendina duayê, namzetê parlamenterê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê yê êzidî Azad Bariş axivî. Bariş, da zanîn ku feraseta “yek milet, yek dewlet, ye ol” a di sedsala ewil a komarê de hatiye meşandin, di nava civak, gel û baweriyên qedîm ên vê erdnîgariyê de rê li ber wêraniyeke mezin vekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rê li ber mexdûriyetên mezin vekir. Dema em ji her derî re derbas dibin, kevirê şemûgê maç dikin û wisa derbas dibin. Lewma ez ê hemû keviran maç bikim û wisa xwe bigihînim we. Bizanin ku ez ermen im, ez suryan im, ez elewî me, ez êzidî me, ez misilman im, ez keldan im. Ez dixwazim bibim nûnerê neteweyên ku li vir kêm hatine hiştin.”
 
Bi domdarî Bariş anî ziman ku di Peymana Lozanê de hinek pêşketinên ku hinek cemaetan digire nava xwe hebûn lê ew sozên ji bo wan cemaetan hatin dayîn nehatin cîbicîkirin. Bariş, wiha pê de çû: “Ji bo ku ev bên cîbicîkirin û ji bo di Destûra Bingehîn de bên misogerkirin, em ê xebatên kolektîf bimeşînin. Heke kesên baweriya wan bi yekitiya gelan tê, demokrat û kurd bi awayekî xurt di parlamenteyê de cih bigirin, em di wê baweriyê de ne ku dê ev pergal were guherandin. Di serî de êzidî, ez ê mafê hemû gelan li meclisê biparêzim. Ji bo ku Fermana 73’yan a di sala 2014’an de li Şengalê hatiye kirin weke ‘jenosîd’ were qebûlkirin, em ê bi awayekî xurt bikevin meclisê. Di demên berê de ji Seyfo bigire heta karesatên din ên mezin, heta ku bi temamiya van re hevrûbûn çênebe em nikarin qala komareke nû bikin. Ez dixwazim hûn bizanin ku ji bo avakirina nû, ez ê bibim nûnerê we.” 
 
'OL, JI BO CIVAKAN NÊZÎ HEV BIKIN HENE’
 
Keşeyê Ruhanî yê Dêra Kirklar a Mêrdînê Gabrîel Akyuz jî destnîşan kir ku divê kar û barên ol û dewletê ji hev cuda bin û ev nirxandin kir: “Hewceye ol neyê sûîstîmalkirin. Ol, ji bo civakan nêzî hev bikin hene. Di ol de her tim başî û rastî heye.” 
 
Serokê 2’yemîn ê Weqfa Ermenan Caffur Ohanya jî bal kişand ser dewlemendiya baweriyên cuda bi xwe re anîne û ev tişt anî ziman: “Ne tenê li Amedê, divê li tevahiya Tirkiyeyê sifreyên ku temamiya baweriyan li ser hev dicivin bên danîn. Hêviya min ev e.” 
 
'CIHÊKARÎ LI ELEWIYAN HATE KIRIN’
 
Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal û Serokê Cemxaneyê yê Amedê Aydin Atli jî diyar kir ku elewî jî ji wan civakan e ku her tim rastî cihêkariyê hatine. Atli, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de me dikariya bi hev re bin û li ser heman sifreyê rûnin. Lê mixabin zîhniyeta siyasî û yekperest em ji hev cuda kirin. Diyarkirina nasnameya olî ya siyasetmedarekî binpêkirina maf e. Em pênaseya ‘cins’ a ku serokkomar ji bo me elewiyan bi kar tîne bi tu awayî qebûl nakin. Em li dijî vê gotinê ne. Hêvîdarim ku piştî 14’ê Gulanê em gavê biavêjin komara demokratîk.” 
 
'TU BAWERÎ BI SER BAWERIYA DIN RE NÎNE’
 
Hevserokê DÎK’ê Emîn Ay jî di hevdîtinê de wiha got: “Tu bawerî, bi ser baweriyeke din re nîne. Tu ol, biçûkdîtina oleke din qebûl nake. Ji bûyîna mirovahiyê heta niha bawerî hene. Em bi tunehesibandinê re rû bi rû ne. Hêvdîdarim ku piştî hilbijartinê mecliseke ku zîhniyeta yekperest bi dawî dibe û hemû kes dikare xwe bi awayekî azad îfade dike were avakirin.” 
 
Pastorê Dêra Protestan Ahmet Guvener jî anî ziman ku di tevahiya dîrokê de gundên êzidî û elewiyan hatine valakirin û wiha derbirî: “Ji ber gotinên nefretê, ji ber navên xwe, zarokên min êş kişandin. Divê em êdî gotinên xwe biguherînin. Cihêkariya li baweriyan tên kirin nayê qebûlkirin.” 
 
'EM Ê BI RENGÊN XWE LI MECLISÊ BIN’
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç jî da zanîn ku dê bi hemû rengên xwe li meclisê bin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em hemû nirxên xwe biparêzin. Zimanê me yê hevpar jî biratî û aştî ye. Em ê bi hemû reng û dengên xwe li meclisê bin. Ev sifreye dê li vê xakê bibe destpêkeke nû.” 
 

Sernavên din

06/05/2023
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve