Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin

img
ENQERE - Sekreterê Giştî yê Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik diyar kir ku pirsgirêkên teqawidan roj bi roj zêdetir dibin û wiha got: “Em ê di hilbijartinê de li dijî vê xwedî helwest bin. Banga min ji bo teqawidan ew e ku di 14’ê Gulanê de xwedî li pêşeroja xwe derkevin.” 
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin demekî kin ma. Derdorên ku di serdema desthilata AKP’ê de mafên wan ji dest hatine girtin li benda roja hesabpirsîna li ser sindoqan e. Teqawidên ku ji ber enflasyonê mûçeyên wan dihelin yek ji van derdoran e. 
 
Sendîkaya Teqawidên Tum (Emeklî-Sen) demek berê belgeya xwe ya helwestê ya hilbijartinê eşkere kiribû. Sekreterê Giştî yê Emeklî-Senê Îhsan Kocabiyik têkildarî hilbijartinê û pirsgirêkên teqawidiyan vegot. 
 
ENCAMA POLÎTÎKAYA TUNEHESIBANDINÊ YE
 
Kocabiyik da zanîn ku piştî teqawidî dayîn EYT’iyan, hejmara teqawidiyan nêzî 26 milyon kesan bûye û wiha got: “Ev hejmar, hejmarekî pir zêde ye. Ev kategorî bi salên dûvdirêje li pirsgirêkên mezin tê. Pirsgirêka sereke jî ew e ku daxwaza jiyaneke mirvane nayê cîbicîkirin. Mehaneyên me yên di sînorê birçîtî û mirinê de hene. Tiştên di demên dawî de hatine kirin, hewldanên ji bo hilbijartinê ne. Mûçeyê teqawidiyan ê herî kêm bû 7 hezar û 500 lîre lê ji bo tevan derbasdar nîne. Ji bo kesên ji hevjîn û zarokên xwe mehaneyê distînin kêmtir digirin. Tenê derdora 9 milyon teqawidî 7 hezar û 500 lîreyan digirin. Li cihekî ku sînorê birçîtiyê 9 hezar û 500 lîre, kêmtirîn mûçe 8 hezar û 500 lîre û dolar 20 lîre derbas kirî tu kes nikare pêdiviyên xwe yên rojane jî pêşwazî bike. Hûn wî pereyî tenê bidin nan û heqê gaza xwezayî jî bi têrî we nake. Di mijara EYT’ê de xapandineke pir mezintir heye. Qaşo di meha adarê de ev qanûn guherandin lê yên serî lê dayîn hêjta mehaneyên xwe wernegirtine. Di encama polîtîkaya înkarkirina teqawidiyan de teqawidî neçar dimînin ku li ser sergoyan fêkî û zebzeyan kom bikin, hestiyan dikirin da ku bikelînin û ava wê vexwin. Lê êdî ew jî biha tê. Êdî ji tirsan nikarin ceyranê vekin û gaza xwezayî bi kar bînin. Dema em diçin ber nexweşxaneyan, ji nexweşiya xwe zêdetir guhê me li ser pereyê ku em bidin e. Ev yek jî encama polîtîkaya înkarkirin û tunehesibandina teqawidiyan e.” 
 
DAXWAZA JIYANEKE MIROVANE
 
Bi domdarî Kocabiyik destnîşan kir ku ew dê li dijî van polîtîkayan di 14’ê Gulanê de helwesta xwe nîşan bidin û ev tişt anî ziman: “Me bi têkoşîna xwe ya heta niha hewl da vê rewşê biguherînin. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo welatê me hilbijartinên girîng in. Weke teqawidiyan em welatekî li ser bingeha kedê, bi xwîşk-biratî û azad dixwazin. Em daxwaza jiyaneke mîna mirovan dikin. Em welatekî laîk û wekhev dixwazin. Em ê li ser sindoqan helwesta xwe nîşan bidin. Li gorî sepan û encamên wê, li Tirkiyeyê faşîzm heye. Desthilata AKP-MHP’ê û qesr vê rejîma faşîzmê pêk tîne. Divê li dijî vê rejîmê tifaqeke herî berfireh were avakirin. Divê gelên bindest, yên tune tên hesibandin, jin, bêkar, ciwan vê eniyê ava bikin û li dijî rejîma faşîst a qesrê têbikoşin. Em jî xwedî wê biryardariyê ne ku di vê mijarê de tişta dikeve ser milê me pêk bînin. Em ê di 14’ê Gulanê de nîşanî dost û dijminan bidin bê ka dikari çi bikin. Em ê dengê xwe bidin partiyên ku dê piştgiriyê bidin me û xwedî li pêşeroja me derkevin. Em welatekî demokratîk dixwazin. Dê tercîha xwe ya siyasî jî di vê çarçoveyê de bikin. Banga me ji bo hemû teqawidiyan ew e ku di 14’ê Gulanê de dengê xwe ji bo avakirina pêşeroja xwe bidin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin.”
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

21/09/2023
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin
13:07 Akdemîr ê ji girtîhê derket: Em ê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşin
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ê 30 meh in agahî jê nayên girtin re serlêdan hate kirin
12:24 Zanyarê kurd Apê Mûsa dê li cihê hat qetilkirin bê bîranîn
11:42 Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin
11:32 Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn
11:30 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:24 Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû
11:10 Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da
10:53 Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê