Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca

  • jin
  • 11:03 17 Nîsan 2023
  • |
img
DÎLOK - Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca dê li bajar li dijî namzetên zilam têbikoşe. Karaca, dixwaze têkoşîna xwe ya li dijî xwarina keda jinan û dijminatiya li jinan veguhêze meclisê. 
 
Hilbijartina serokkomariyê û ya giştî dê di 14’ê Gulanê de bê kirin û Tifaqa Ked û Azadiyê dê encamên hilbijartinê diyar bike. Namzetên Partiya Çepên Kesk ku di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de dikeve hilbijartinê, ji niha ve yek ji mijarên herî zêde tê mereqkirin e. Di lîsteya partiya Çepên Kesk de ji gelek etnîsîte, çand û nasnameyên cuda namzet hene. Li Dîlokê di rêza ewil a lîsteya Partiya Çepên Kesk de Sevda Karaca heye. Li hêla din di rêza ewil a lîsteya hemû namzetên partiyên din de jî zilam hene. 
 
Sevda Karaca
 
ROJNAMEGEREKE JIN A SOSYALÎST
 
Karaca, di sala 1984’an de li Edeneyê weke zaroka malbateke karkerên tekstîlê ji dayik bû. Ji Beşa Zanista Siyasetê û Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) mezûn bû. Di dema zanîngehê de mereqa Karaca bo rojnamegeriyê çêdibe û di sala 2007’an de li Rojnameya Evrenselê dest bi rojnamegeriyê kir. Karaca, di damezirandina Televîzyona Hayatê de jî cih girt û piştî nûnertiya televîzyonê ya Enqereyê, bû endama Koordînasyona Weşanê. Bernameya Ekmek ve Gul (Nan û Gul) a televîzyonê pêşkeş kir ku gelemperî jinên karker û kedkar û têkoşîna jinan mijara bernameya wê bûn. Di heman demê de koordînatoriya bernameyê kir. Karaca, ji sala 2010’an heta niha jî edîtoriya kovara Nan û Gulê dike ku pêveka jin a Rojnameya Evrenselê ye. 
 
SALÊN DIRÊJE TÊDIKOŞE
 
Ji îlona sala 2022’yan ve bi pêşengtiya Nan û Gulê kampanyaya “Li dibistanan danek bêpere, xwarina bi tendurist maf e!” hate destpêkirin û di rêxistinkirina kampanyayê de jî Karaca cih girt. Piştî erdhejên 6’ê Sibatê jî Karaca dest bi xebatên ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jinan kir. 
 
Karaca, bi sala dûvdirêj ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn têkoşiya û di heman demê de endama Lijneya Rêveberiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) ye. Di Rojnameya Evrenselê de bi navê “Nar” nivîsan dinivîse û di heman demê de yek ji endamên damezirîner a Komîsyona Jin û LGBTÎ’yan a Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ye. 
 
Karaca, di heman demê de di nava lîsteya “Jinên ku Rojhilatê Ewropayê Guherandin” de cih digire ku Das Osteuropayê ev lîste di sala 2017’an de amade kir û ji 21 welatan gelek rojnameger, sendîkavan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamegerên jin tê de cih digirin. 
 
PROFÎLA NAMZETÊN LI HEMBERÎ WÊ
 
Di rêza ewil a lîsteyên namzetan ên partiyên din de zilam hene. Polîtîkayên van kesan ên derheqê jin û zarokan de, li nava xelkê bajar rê li ber fikaran vedike. Namzetê AKP’ê yê di rêza ewil Abdulhamît Gul e. Gul, di navbera salên 2017 û 2022’yan de wezîrê dadê bû û tundiya li dijî jinan herî zêde di dema wî de çêbû. Namzetê Partiya Îyî yê di rêza yekemîn de jî Mehmet Mûstafa Gurban e. Gurban, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî di parvekirinên xwe de bedena jinê hedef digire û ev parvekirinên wî hêj jî tên nîqaşkirin. Her wiha bi hinceta ku Gurban li ser hesabên xwe yên Twîtter û Telegramê derheqê borsayê de agahiyên şaş dide, gelek caran cezayê pereyan lê hatiye birîn. 
 
Yek ji namzetên ku jinên bajar ji ber namzetiya wî bifikar jî Şehzade Demîr e. Demîr, di lîsteya HUDA-PAR’ê di rêza ewil de cih digire. Partiya Demîr ji xwe weke “dijminê jinê” tê naskirin û bi dijbertiya xwe ya li dijî Peymana Stenbolê û qanûna Hejmar 6284 tê naskirin. Di heman demê de nivîsên Demîr ên têkildarî jin û zarokan de jî rê li ber gelek bertekan vekiriye. Demîr, di nivîseke xwe ya di sala 2020’an de destdirêjiya li dijî zarokan wiha diparast: “Zîna serbest e lê zewaca di temenekî biçûk de sûc e. 4 hezar mirov tenê ji ber ku di temenekî biçûk de bi helalî zewicî ne, niha di girtîgehê de ne.” Namzetê MHP’ê yê di rêza ewil de jî Sermet Atay e. Atay, ji ber îdiayên tiryak û fihûşê bûbû rojev û hêj jî tê nîqaşkirin. 
 
Em bi Sevda Karaca re axivîn ku dixwaze têkoşîna jin û kedê bi dirûşma “Dê patron winda bikin, jin bi ser kevin” li meclisê jî bidomîne. 
 
‘TIFAQA ME HAWÎZA TÊKOŞÎNA HEVPAR E’
 
Karaca, diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê di demeke ku welat ji hêla kedkar, gelan, jinan, ciwanan û ji her alî ve di qonake krîtîk de, ji bo pêkanîna hêviyan bi roleke dîrokî rabûye û wiha got: “Mîna hawîzekê ye ku çemên cuda yên têkoşînên dûvdirêj lê diherikin û lê kom dibin. Lewma jî her diloopa têkoşînê ya li wê hawîzê zêde dibe, tifaqê jî bihêztir dike û dibin bingeha têkoşîneke hevpar. Ez li Dîlokê weke namzet hatim nîşandan. Ev bo min cihê serbilindiyê ye. Weke jineke ku di nava têkoşîna jinan de mezin bûyî, bo min pir binirx e ku li dijî tifaqên mêrê serdest weke namzet hatim nîşandan. Pir bi kelecan im.” 
 
‘ÎKTÎDAR DIXWAZE ÇANDA JIYANÊ YA DÎLOKÊ TUNE BIKE’
 
Bi domdarî Karaca anî ziman ku nasname û baweriyên cuda li Dîlokê çandeke jiyanê ava kirine û ev tişt anî ziman: “Lê îktîdarê hemû polîtîkayên xwe yên şer û nefretê li Dîlokê ceribandin û hewl da vê çanda jiyanê ji hev belav bike. Li gorî me, di avakirina xwîşk-biratiya gelan de gelê Dîlokê dê xwedî cihekî girîng be. Her wiha yek ji mezintirîn bajarên pîşesaziyê yên Tirkiyeyê ye. Gelek patronên ku rekora îxracatê têk dibin jî li vir in. Di esasê xwe de ji bo vê ‘serkeftina’ xwe, deyndarên xelk û kedkarên Dîlokê ne anku ‘kesên keda wan tê xwarin e.’ Ji 2 milyon nifûsa Dîlokê ji çar paran yek jê karker e. Beşeke pir mezin li bajar heye ku keda wan tê xwarin. Li Dîlokê derdora 130 hezar karker hene. Ji sedî 47’ê xalîçeyên makîneyan ên cîhanê ji Dîlokê tên pêşwazîkirin. 
 
EM Ê DÎLOKÊ BIKIN HÊLÎNA XWÎŞK-BIRATIYA GELAN
 
Erdogan, çendek roj berê ji bo îstîsmarkirina olê cilnimêj derxist. Ev cilnimêja ku Erdogan gel pê dixapîne jî ji hêla kedkarên Dîlokê ve tê çêkirin. Anku ew cilnimêja ku pê îstîsmara dîn dike, ji hêla kedkarên ku rojê 12 saetan dixebitin ve tê hilberandin ku ev kedkar nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Dixwaze vê rastiyê bi cilnimêjê veşêre. Her wiha ev der navenda hilberandina meqerne ya Tirkiyeyê ye. Yek ji amûrên ku wan beşeke mezin a xizanan kişandin cem xwe jî meqerne bû. Lê li Dîlokê kedkarên ku wê meqerneyê hildiberînin anîn astekî wisa ku neçarî wê meqerneyê bibin. Her wiha li ser Doza 10’ê Cotmehê yek ji tiştên herî şênber ew e ku Dîlok veguherandine hêlîna hêzên tarî. Li vê derê mijarên weke ked, azadî, aştî, têkoşîna mafan ên jinan, hesreta ciwanan a pêşerojê, pêşerojeke bitendurist a zarokan tevek ketine nava hev. Em jî dixwazin wan mijaran tevekan bigirin dest û bikin bingeha xwîşk-biratiya gelên kurd, tirk, sûriyeyî û elewiyan. 
 
HEMÛ HÊZÊN PAŞVERÛ DI HEMAN TIFAQÊ DE BÛNE YEK
 
Di berdewamê de Karaca destnîşan kir ku li hemberî wan Tifaqa Cumhur heye ku dixwaze rejîma yekzilamî mayînde bike û wiha pê de çû: “Hemû hêzên paşverû di vê tifaqê de bûn yek. Li hêla rexa din jî Tifaqa Milet heye ku xwe weke ‘hikûmeta restorasyonê’ pênase dike. Di bernameyên her du tifaqan de jî xuya dibe ku nikarin pêdiviyên karkeran, kedkaran û gelê kurd ên weke demokrasî, aştî û wekheviyê pêk bînin. Xwedî perspektîfeke wisa nînin. Arîtmetîka meclisê çawa dibe bila bibe, divê em li dijî van tifaqên restorasyonparêz û paşverû pir xurt bisekinin. Ne tenê li meclisê lê divê li kolanan jî wisa be. Em ê meclisê veguherîn cihê wisa ku daxwaza ked, azadî û aştiyê lê herî zêde xurt tê parastin. Em ê gotinên jinan, ciwanan, gelan û hemû derdorên ji baweriyên cuda veguhêzin meclisê û dê ji vê mijarê tawîz nedin.” 
 
RÊJEYA NAMZETÊN JIN A ÇEPÊN KESK
 
Karaca, got ku rêjeya zêde ya namzetên jin a di Partiya Çepên Kesk de tiştekî rasthatî nîne û sedema wê wiha vegot: “Gelek sedemên vê hene. Weke ku hûn jî dizanin di nava 20 salên dawî de herî zêde jin hedef hatin girtin. Hewl dan mafên wan ên herî bingehîn ji destê wan bigirin. Jin îro ketine derdê canê xwe. Têkoşîna xwe ji bo jiyanê dide. Bi rastî jî tevgera jinan li dijî van êrişan di nava 20 salan de xwe pir birêxistin kir û bû yek ji hêmayên herî berxwedêr. Di nava 20 salan de di gelek platformên cuda de hatin ba hev û têkoşiyan. Vê têkoşînê kir ku di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de gelek rêhevalên me yên jin di rêza ewil de cih bigirin.” 
 
‘ÇAVÊ WELÊT LI DÎLOKÊ YE’
 
Herî dawî jî Karaca ev tişt anî ziman: “Em di lîsteyên Dîlokê de dibînin ku kesên dijminatiya xwe ya jinan bi eşkereyî tînin ziman, yên ku dibêjin jin û mêr tu carî wekhev nabin, yên ku tehemûl nakin ku di heman wêneyî de jin û zilam hebin û sekreterê giştî yê HUDA-PAR’ê ku di hafizeya gelê kurd bi girêka beraz û cînayetên kiryarnediyar tên naskirin, di rêza ewil de cih digirin.  Dema em li lîsteyan dinêrin, ‘tifaqa patronan’ dibînin. Li wir rekorên îxracatê tên têkbirin û 10 kesên li ser keda kedkarên Dîlokê dewlemend bûn niha di lîsteyên wan de cih digirin. Em dibînin ku kesên bi awayekî bûne parçeyên têkiliyên tarî di wan lîsteyan de cih digirin. Li hemberî me namzetên jin tune ne. Wisa xuya dike ku li Dîlokê dê jin, kedkar, gel û ciwan berê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Li gorî me ji jinan ditirsin. Em dîsa dubare dikin; yek ji girîngtirîn cihê ku hêzên demokrasiyê li vî welatî bikarin li dijî dijminên jinan bi hemû rengên xwe li cem hev cih bigirin jî Dîlok e. Çavê welêt li Dîlokê ye.” 
 
MA / Firat Can Arslan

Sernavên din

03/09/2023
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin