Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike

  • rojane
  • 10:59 15 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Hiqûqzan Mahmût Şakar diyar kir ku helwesta CPT’iyê di dewamkirina îşkenceya tecrîda li Îmraliyê de bi bandor e û got: “Heke AKP-MHP di hilbijartinê de têk biçin, divê hikûmeta nû ku were avakirin binpêkirina mafan a giran li Îmraliyê bi dawî bike. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in berdewam dike. Ji du salan zêdetir e tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî nehatiye girtin. Hevdîtina malbatan û parêzeran bi her awayî tê astengkirin. 
 
Her çiqas Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di îlona sala 2022’yan de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribe jî lê nayê agahiyek ku bi Ocalan û her sê girtiyên din re gelo ka hevdîtin kirine yan na. Bêdengiya CPT’iyê ya derbarê Îmraliyê de berdewam dike. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar helwesta CPT’iyê ya derbarê tecrîda Îmraliyê de axivî û diyar kir ku her çiqas CPT li dijî îşkenceyê hatibe avakirin lê di mijara li Îmraliyê de bêdeng dimîne. Şakar got CPT derbarê rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên de xwedî agahdar e û çi dibe bibe bila divê ew pêşî li îşkenceyê bigire. 
 
Şakar wiha axivî: “Ji 25’ê Adara 2021’an heta niha tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev yek ji neyînîyên şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê wêdetir bi rewşeke nû re têkildar e. Em di rewşekê de ne ku em nikarin tu agahiyan di warê mafê tendirustî û jiyanê yên birêz Ocalan de. Rastiyek wisa heye. Ev rewşek ne asayî ye ev rewşek awarte ye. Ji destpêkê ve daxwaza me ya sereke ew bû ku CPT li dijî vê rewşa awarte û gelekî xeter hem di warê siyasî û hem jî di warê hiqûqî de însiyatîfekê li pêş bixe.”
 
‘DIVÊ JI BÊHIQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ RE BÊJE BES E’ 
 
Şakar bal kişand ser serdana dawî ya CPT'yê ya Tirkiyeyê û anî ziman ku CPT tenê serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye. Şakar diyar kir ku CPT bi awayekî taybet çûye Îmraliyê û bi bîr xist ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê agahiyên ku Abdullah Ocalan bi CPT re hevdîtin pêk neaniye bi raya giştî re parve kirin. Şakar wiha got: “Parêzerên wî, malbata wî û tevahî gelê kurd û raya giştî ya demokratîk ji CPT’yê xwestin ku daxuyaniyê bide. Hem ji ber ku rewş awarte ye, hem ji ber ku tê gotin birêz Abdullah Ocalan hevdîtin nekiriye, hem jî ji ber ku 2 sal in rewşa bê agahdarkirinê didome, em li derveyî pêvajoyên rûtîn ji CPT’yê helwestek hêvî dikin. 2 sal in tu agahî ji girtiyên li girtîgeheke di nava sînorên Ewropayê de ye nayê girtin. Dema mirov vê dibêje jî ditirse. Ev nîşan dide ku rewş çiqasî giran e. Heke CPT di rewşeke wiha awarte de hêza xwe ji bo dayîna daxuyaniyekê bi kar neyne, wê kengê bîne?
 
CPT mîna ku tiştek nebe tevdigere. Em wek hiqûqzanan li bende ne ku CPT helwestek zelal bigire û fikarên me ji holê rake. Lê tevî ewqas dem derbas bû jî hê jî nêzîkatiyek ku wê fikarên me ji holê rabin nîşan nedaye. Hê jî tu agahiyek ka bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye an nekiriye, nedaye. Ev raye û înîsiyatîfa wê heye lê tercîh nake ku nîşan bide.” 
 
‘HELWESTA CPT’IYÊ BANDORÊ LI SER TECRÎDÊ DIKE’ 
 
Şakar da zanîn ku ev helwesta CPT’ê di berdewamkirina tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê de bi bandor e û têkildarî erka CPT’ê ya ku daxuyaniyê bide de wiha got: “Heke hûn nikaribin pirsgirêka heyî û feraseta rûtîn çareser bikin, hûn dikarin vê erka xwe bikar bînin. Ji ber vê yekê raye dane we. Heke hûn nikaribin wê pirsgirêkê bi dewleta endam re çareser bikin, heke li ser vê binpêkirinê israr were kirin, hûn xwediyê desthilatdariyê ne ku ji bo derbaskirina wê daxuyaniyek gelemperî bidin. Ji ber vê yekê hûn bi agahdarkirina hemû dewlet û civaka sivîl re dikarin zextê li welatê ku vê binpêkirinê didomîne bikin û neçar bikin ku gavan bavêje. Ji ber vê yekê ev desthilatdarî ango raye dane we. Heke hûn ê di derbarê Îmraliyê de ku ev 2 sal in agahî jê nayê girtin rayeya xwe bikar neyînin lê gelo hûn ê kengî bikar bînin? Bi hêrs rexneyan li CPT’iyê dikin. Em ji wan hêvî dikin ku helwestek rast û bi bandor nîşan bidin.”
 
‘DIVÊ TIRKIYE DEST JI HELWESTA XWE YAL IDJÎ HIQÛQÊ BERDE’ 
 
Şakar bang li Wezareta Dadê jî kir û got: “Pêwîste Tirkiye dest ji vê helwesta xwe ya li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye berde. Dixwaze bi tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan rejîma xwe ya zordarî û tundiyê ava bike. Ji bo hevdîtina parêzeran pêwîstî bi li bendemayîna rapora CPT’iyê nîne. Jixwe divê hevdîtin pêk bên. Hiqûq wisa dibêje. Tişta ku îktidar dike rewşek awarte ye. Em carek din daxwaz dikin ku dest ji vê berde.” 
 
PIŞTÎ HILBIJARTINÊ 
 
Şakar bal kişand ser hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên ku di 14'ê Gulanê de bên kirin û anî ziman ku heke AKP-MHP têk biçe, divê hikûmeta nû ku bê avakirin vê binpêkirina mafan a mezin li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ji holê rake û hêviyên wan ên bi vî rengî hene. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

03/09/2023
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin