Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye

  • rojane
  • 09:04 12 Nîsan 2023
  • |
AMED - Ekîn Yeter ku bû Hevseroka Giştî ya OHD'ê, destnîşan kir ku daxwazên wan ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwazine rewa û qanûnî ne û got ku dê têkoşîna wan a di vî warî de bidome. 
 
Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), yekşema borî Kongreya Asayî ya 3'yemîn bi dirûşmeya "Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin" li dar xist. Di kongreyê de Ekîn Yeter û Serhat Çakmak wekî Hevserokên Giştî yên OHD'ê hatin hilbijartin, di kongreyê de îşaret bi şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter, têkildarî peyamên di kongreyê de derketin pêş ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'ME DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ DE KONGREYA XWE LI DAR XIST'
 
Ekîn Yeter anî ziman ku çendî OHD ne xwedî kevneşopiyeke dûr û dirêj be jî, lê ew parêzerên kurd xwedî kevneşopiyekê ne û wiha got: “Me ji Şevket Epozdemîr û Tahîr Elçî mîraseke hiqûqî girt. Di vê wateyê de ji ber pêwîstiya heyî me di pêvajoya MHD'ê ya 2015'an de dest pê kir, lê ev komele bi biryarnameya di hikmê qanûnê de hat girtin. Di sala 2019’an de me bi OHD’ê berdewam kir. Em weke komele li dijî bêhiqûqiya li gelê kurd û hemû gelên bindest tê kirin têdikoşin. Ji ber ku em li welatekî wiha ne ku em her roj bi bêhiqûqiyên nû re rû bi rû dimînin. Bi taybetî di pêvajoyeke wiha de ku hilbijartineke dîrokî li pêşiya me ye, me kongreya xwe bi beşdariya hemû şaxên xwe li dar xist. Me di dîroka OHD'ê de kongreya herî bi heybet li dar xist. Em vê weke berpirsyariyeke ku di vê pêvajoya dîrokî de em dikarin hesab bipirsin, dinirxînin.”
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Yeter dirûşmeya kongreyê “Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin” bibîr xist û ev tişt gotin: “Em OHD bi salan e têdikoşin. Di vê çarçoveyê de me bi îmzeyên bi sedan hevrêyên xwe serî li Wezareta Dadê da. Me bi îmzeya bi sedan hevrêyên xwe banga bidawîkirina tecrîdê kir. Ji bo azadiya Ocalan me serî li Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê da. Em vê pirsgirêkê wekî pirsgirêka herî bingehîn a hemû parêzvanên mirovahiyê dihesibînin. Dema behsa tecrîdê tê kirin, em vê tecrîdê wekî tecrîdeke ku li Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahiya civakê belav bûye pênase dikin. Bi gotineke din, tecrîda li Îmraliyê hatiye çêkirin pêvajoyek e ku dem bi dem tê dirêjkirin û ji sala 2019’an û vir ve di asta herî jor de tê pêkanîn. Eşkere ye ku cihê vê tecrîdê di Destûra Bingehîn, Qanûna Îdamê û peymanên navneteweyî de yên îmzeya Tirkiyeyê jî li bin wan heye, nîn e. Eşkere ye ku azadiya ragihandinê, hevdîtina bi malbatê an jî bi parêzeran re û mafê nameşandinê divê neyên binpêkirin. Pênaseya qanûnê çi dibe bila bibe, ji bo hemû cezayên dîsîplînê yan jî pirsgirêkên ragihandinê. Ev bi tevahî îşkence ye. Yanî ji bilî nirxandina vê qanûnê, guherandina qanûnê li gorî girêdana siyasetê nêzîkatiyek e ku bi giştî dibe sedema îşkenceyê. Weke sazî em vê bi tu awayî qebûl nakin."
 
TECRÎD, ŞER, KRÎZ Û XIZANÎ
 
Yeter destnîşan kir ku daxwaza wan ya ji bo rakirina tecrîdê daxwazeke hiqûqî û mafdar e û got ku ev daxwaz ne tenê ya wan ya tevahiya civakê ye. Yeter wiha domand: “Tecrîd rojeva me ya sereke ye. Em rakirina tecrîdê ji bo bidawîkirina van pirsgirêkan wekî pêdiviyeke bivênevê dibînin. Ji bo em ji krîz û kaosa ku em tê de ne xilas bibin, rakirina tecrîdê weke pêwîstiyekê dibînin. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan bi nêrîn, nirxandin û pêşniyazên xwe dikare van pirsgirêkan çareser bike. Lewma ev tecrîda li ser wî tê ferzkirin, bi rastî jî sedema herî bingehîn a kûrkirina vê krîzê ye. Di vê xalê de ez careke din diyar dikim ku ev daxwazeke rewa û hiqûqî ye. Ji bo em karibin ji vê rewşê derkevin, beriya her tiştî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Di vî warî de me di kongreya xwe de careke din ev peyam bi awayekî zelal eşkere kir. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
CPT XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNE
 
Yeter bilêv kir ku welatên Ewropayê mijarên wekî pozîsyona jeopolîtîk a Tirkiyeyê û penaberan di qada hiqûqa navneteweyî de kirine mijara bazarkirinê û got: "Bi vî awayî Tirkiye bi berdewamî vî karta penaberan bi kar tîne. Ji ber vê jî mekanîzmayên navneteweyî nikarin mudaixleyî mekanîzmaya hundirîn a Tirkiyeyê bikin. Nêzîkatiya dawî ya CPT ji bo vê mînak e. CPT, di raporên xwe yên berê de pergala tecrîdê ya li Îmraliyê wekî îşkence nirxandiye. Lê niha der barê Îmraliyê de tu daxuyaniyan belav nake. Ev jî dide der ku bi beyana xwe di nava nakokiyan de ye. Li holê rewşeke ku wekî îşkenceyê tê binavkirin heye. Îşkence niha jî didome. Yanî em wiha dinirxînin ku ew çavê xwe ji îşkencê re digirin. Ne pêkan e ku mirov van helwestên wê qebûl bike. Û ev dijî gelek xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye."
 
Yeter destnîşan kir ku tecrîd veguheriye pergaleke îzolasyonê û got: "Birêz Abdullah Ocalan bi fikirên xwe, li bara gelê kurd û gelên bindest beranberiyeke wî heye. Qedexeya di navbera wî û civakê de, dike ku faşîzm xurt bibe. Desthilata siyasî jî vê rêbazê ji bo xurtkirina xwe wekî firsendekê dibîne. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Yeter serlêdanên parêzeran a li Wezareta Dadê yên ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin bibîr xistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sedema nebersivandina serlêdanan, a rast ji ber ku bersiveke wan tune ye. Gava pirsgirêkên wekî gihaniyê an jî cezayên dîsîplînê binivîsin, dê zanibin kes ji van bawer nake. Haya parêzerên Ocalan jî ji cezayên li Ocalan tên birîn tune ye. Bi vî awayî mafê wî yê parastinê tê binpêkirin. Mafê darizandina adil û mafê agahîwergirtinêy ê saziyan tê binpêkirin. Şaxên me di ser baroyan re serî li Wezareta Dadê dan. Baro jî tevberiyan û serî li Yekîtiya Baroyan û Wezareta Dadê dan. Lê hê jî bersivek nehatiye dayîn. Em ê bi koordînasyona xwe ya ku me ji bo şikandina tecrîdê ew ava kiriye, vê mijarê nîqaş bikin û hem di warê herêmî hem jî di warê navneteweyî de têkoşîna xw eya hiqûqî bidomînin." 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

28/08/2023
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin