Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin

img
AMED - Jinên amedî ku bal kişandin ser krîza aboriyê û xizaniyê, bi gotina “Em nikarin sifreyê deynin” li bendê ne ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de guhertin çêbibe.
 
Jinên ku li navçeya Rezan a Amedê ya krîza aborî û xizanî kûr tê hîskirin, barê malbatên ku herî kêm 8-9 nifûsa wan heye di malên xerabûyî û du odeyên wan hene de dijîn hildigirin, di hilbijartinan de guhertinê dixwazin. Jinen ku bi xizaniyê re têdikoşin bal kişandin ku piştî erdhejê barê wan zêdetir bûye. Hin jinên ku em di kolanên Rezanê de pê re axivîn, qala rewşa xesara malên xwe, hinekan qala bihabûna xurekan, hinekan jî qala mesrefên zarokên xwe yên dibistanê kirin. Lê fikra hevpar a hemû jinan bû “guhertina hikumetê”.
 
Jinên ku hewldan krîzê bi rê ve bibin û berpirsyartiya malê girtine ser xwe anîn ziman ku di Meha Remezanê de zehmetiyê dikişinin ku di fitarê û paşîvê de sifreyan deynin. 
 
BI HEZAR 500 LÎREYAN DEBAR!
 
Salîha Atay (41) a 14 sal in li Taxa Kaynartepeyê dijî anî ziman ku ew bi tenê bi mûçeyê astengdariyê yê hevserê xwe dijîn. Atay anî ziman ku di erdhejê de xesar gihiştiye xaniyê wê lê rapora “bêxesar” jê re hatiye dayîn û got: “Tuwaleta me serşoka me ye. Em li xaniyekî du ode hene dijîn. Ez nexweşê dil im, doktor got ji bo pîl 8 hezar lîre hatiye xwestin. Meaşê ku ez distînim hezar û 500 lîre ye. Heke ez nekarim 8 hezar lîre bidim, ma divê ez bimirim?”
 
‘EM NIKARIN SIFREYÊ DEYNIN’
 
Atay, anî ziman ku ji ber krîzê nikarin biçin bazaran û wiha got: “Em di meha Remezanê de ne, du zarokên min hene, paşîv e, xwarine… şerme em bêjin lê hêj me goştê sor nexwariye. Em goştê mirîşkan dikirin ew jî kîloya wî bûye 60 lîre. Em perîşan in nikarin sifreyê deynin. Bi mûçeya asgarî debar nikare bê kirin lê ez bi hezar û 500’an çawa debara xwe bikim?” Atay, bal kişand ser hilbijartinên 14’ê gulanê û wiha berdewam kir: “Kî vê rewşê biguherîne dawî li vê bêedaletiyê bîne bila ew were.”
 
Rahîme Şaşan a dema li Taxa Mevlana Halîd a navçeya Rezanê dijî ji ber erdhejê bar kir Taxa Kaynartepeyê jî wiha got: “Em ji erdheje reviyan hatin vir. Em li vir di xaniyekî du ode de 6 kes dimînin. Xaniyekî biritûbet e. Her tişt gelek biha bûye, nikarin biçin bazarê. Êdî bi 100 lîreyî tiştek pê nayê. Kîloyeke pîvazê bûye 25-30 lîre.”
 
Şaşan, diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de baweriya wan bi Partiya Çep a Kesk heye û diyar kir ku guhertinê dixwazin. 
 
NANÊ KEVIN ZÊDE DIBE
 
Jineke din ku nexwest navê xwe bide jî wiha got: “Erdhejê bandor li me kir, em li derve man lê neçar man ku vegerin mala xwe ya bi xesar. Em dikarin hin tiştan bikirin. Em bi alîkariyên tên kirin debara xwe dikin. Ne hesan e sifreyê ji 8 kesan re danî. Em an savarê çêdikin an jî şorbeyekê. Ma qey em dikarin biçin bazarê! Em tiştên dixwazin nikarin bikirin. Xwarina duh dixwin. Nanê cîranan dixwim. Nanê kevin ê milet dişine kom dikim.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

08/04/2023
11:46 Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin
11:40 Mezlûm Ebdî: Piştgiriya YNK'ê ya ji bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
11:27 Siyasetmedarên li başûr êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin
10:59 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji hilbijartinan bi serkeftinê derkevin
10:57 Çavê her kesî li ser hilbijartina Tirkiyeyê ye: Bang li hilbijêrên Ewropayê hat kirin
10:48 Hinceta şewitandina înfaza girtiyê 30 salan: Birayê wî serdana girtiyekî din kiriye
10:17 Gelo li Serhedê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bibe wê tesîrê çawa li encamê bike?
10:06 Cendermeyan êrişî nobeta li Mûglayê kirin
10:04 ATK: Lîmîta leza wesayîta qeymeqamê ku Mûhammed eciqand 2 qat zêde ye
09:58 Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake
09:45 QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in
09:38 Bavê ku înfaza keça wî 4 caran şewitandin: Bandora tecrîda li Îmraliyê ye
09:15 Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin
09:02 Parêzer Gultekîn: Betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an de dê tundiyê rewa bike
09:01 Dîmenên dema êrişa li avahiya HDP'ê nehatin temaşekirin: Hardîsk xera bûye!
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'YAN
07/04/2023
23:15 Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
22:34 Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên!
19:58 Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'
19:43 Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:33 Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin
19:24 Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da
17:35 Li Mêrdînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
16:28 Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
16:27 Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
16:08 Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê
15:56 Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin
15:46 Di du rojan de 41 êriş hatin kirin
15:33 Şenyaşar: Wê zilmkar hesab bidin
15:09 Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
14:05 Li Hambûrgê konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' didome
14:01 Bernamzetên parlamenteriyê li Amedê belavok belav kirin
13:52 Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin
13:51 Tifaqa Ked û Azadiyê dê mutabaqata hilbijartinê eşkere bike
13:09 Çavûşoglû têkildarî Sûriyeyê daxuyanî da
13:00 Aslan ê ku 30 sal in girtî ye û înfaza xwe temam kiriye nayê berdan
12:50 Ji ciwanan seferberiya bo Partiya Çep a Kesk: Hedef ew e xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû
12:15 Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!
12:04 Li Wanê ji 15 kesên binçavkirî 8 kes hatin berdan
12:03 MHP’ê kujerê dozger Oz ê xebatên kontrgerîla lêkolîn dikir, kir namzet
11:40 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:39 Sêwirînerê herka ‘Bi saya Erdogan’ hat binçavkirin
10:42 Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk: Îdiaya me heye ku em rêjeya dengê xwe bikin ji sedî 20
10:15 'Ji bo çareseriyê divê Partiya Çep a Kesk bi xurtî ji hilbijartinê derkeve’
09:37 Bulbul ê HDP’î: Li girtîgehan îşkence tê kirin
09:14 Partiya Çep a Kesk hêviyê dide jinan
09:04 Li Egeyê amadekariyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk
09:03 Dûrmûş: 16 rojnamevan 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin
09:03 Serokê Baroya Êlihê Şenses: Şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn
09:02 Mexdûrê erdhejê: Wê ev toz me bikuje
09:02 Qeyûm îhaleyên 'rêyên muhtelîf' da heman fîrmeyan
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'YAN
06/04/2023
23:20 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Dê deriyên zindanan vebin
23:13 Ferît Şenyaşar: Em ê bi hev re darazê azad bikin
23:09 Li Botanê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hat vekirin
20:53 Ji kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes hatin berdan
20:05 Sancar: Em ê dawî li vê zilmê bînin
19:28 YNK: Tirkiye, ji ber kurdbûnê rêya hewayî li Silêmaniyê girt
17:45 Piştî 5 mehan daneyên Covîd-19'ê hatin eşkerekirin: 844 kes mirine
17:41 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
17:31 Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê
17:14 Di meha 2’yemîn a erdhejê de meş: Heta ku hesab nepirsin em ê bêdeng nebin
16:41 Bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin
16:26 Êriş û binçavkirina dayikan hat şermezarkirin
16:22 Êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
16:07 Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em ê serbikevin
15:38 Partiya Çep a Kesk li Edeneyê dest bi xebata hilbijartinê kir
15:34 HDP dê ji bo doza girtinê parastin neke
15:30 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir
15:24 7 kes hatin berdan
15:23 Bayindir: Di 14’ê Gulanê de serkeftina kurdan wê ezamet be
15:23 Li Kilîsê cenazeyê zaroka winda hate dîtin
14:22 Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barînên zêde
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin