Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye

  • rojane
  • 10:02 5 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azad Şêro diyar kir ku serhildanên Îranê bi xwe re guhertinên mezin anîn û wiha got: “Niha li Rojhilat û Îranê bêdengiyek heye. Ev bêdengî, bêdengiya beriya tofanê ye. Tê gotin ku gel xwe birêxistin dike. Ev serhildan an dê rejîmê hilweşîne yan jî dê gel heta hetayê neçarî rejîmê bike.” 
 
Di 16’ê îlona 2022'yan de piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengtiya jinan û bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" serhildan dest pê kir. Di dîroka Rojhilat û Îranê de yekemîn car bû ku li hemû bajaran bi pêşengtiya jinan gel kolan bi kolan li ber xwe da. Ji zanîngehan heta dibistanan, xwendekaran serî hil dan û karker li febrîqeyan ketin grevê. Di vê serhildana dîrokî de bi sedan çalakvan hatin qetilkirin, bi dehhezaran hatin birîndarkirin û bi dehhezaran jê hatin girtin û binçavkirin. Lê tevî vê yekê jî çalakvanan paşdegav neavêtin û çalakî di meha 7’an de berdewam bike. 
 
Rojnameger Azad Şêro ku rewşa Rojhilat û Îranê ji nêz ve dişopîne, têkildarî geşedanên dawî bi ajansa me re axivî. 
 
Azad Şêro, da zanîn ku çalakiyên gel ên li Rojhilat bi rêxistinî didomin û wiha got: “Çalakî mîna roja ewil mezin nînin. Lê belê ew ruhê gel ê çalakiyan hêj didome. Ew tiştê ku rejîm dixwaze ku bi darê zorê bide qebûlkirin, gel dijî wê derdive. Hê nerazîbûnek heye lê belê ne weke roja ewil e. Sedemên vê jî gelek in. Pergalek an jî hêzeke ku gel birêxistin bike tune ye. Li hundirê welat rêveberiyek tune ye. Ji ber ku li derveyî welat e, bandora wê kêm e. Lê li Rojhilat bi taybet jî li bajarên Sine, Seqiz û Mahabadê her çend ku kêm jî be bandora hizbên kurdî yên weke Partiya Demokrat a Kurdistan a Rojhilat û Komeleyê hene. Ev hîzb daxuyaniyan didin û gel vedixwînin qadan. Gel van banga bi erênî dibersivîne. Lê li seranserî Îranê hêzeke ku gel birêxistin bike tune ye. Lê dîsa jî gel xwe bi xwe birêxistin dike. Di cejnan de jin derdikevin kolanan, direqisin û bi vî awayî peyamê didin rejîmê. Çalakî gelemperî li Tehran, Şîraz, Îsfehen, Ehwal, Kerec û Tebrîzê bi pêşengiya jinan didomin. Dema deh jin li cihekî kom dibin, ev yek rejîmê pir aciz dike. Xwepêşandanên li heremê niha bi vî rengî ne.” 
 
'BÊDENGIYA BERIYA TOFANÊ YE'
 
Şêro, diyar kir ku li Rojhilat û Îranê heta daxwazên gel pêk tên dê çalakî nesekinin û wiha domand: “Gel niha careke din xwe birêxistin dike. Di serî de Rojhilat, rewşa gelemperiya Îranê ya aborî gelek aloz e. Heta niha her 6 mehan carekî tişt biha dibûn, lê di van salên dawî de her roj biha dibin. Ev yek bi xwe re aloziyê tîne. Gelên Rojhilat û Îranê li dijî zehmetiyan li ber xwe didin. Ji hêla civakî û siyasî ve Rojhilat her tim serbixwe ye. Beriya Newrozê rejîmê li Urmiyeyê çend kurd darve kir. Rejîm her sal heman rêbazê bi kar tîne. Bi vê yekê dixwaze çavê siyasetmedarên Rojhilat bitirsîne da ku ji bo Newrozê xebatekî nekin. Hewl dide ku agirê Newrozê neyê vêxistin. Di salên dawî de bi taybet jî li Sine, Urmiye, Mahabad, Pîranşer û Kirmaşanê cejna Newrozê pir xurt tê pîrozkirin. Rejîm dixwaze rê li ber vê bigire. Çalakî ne weke roja ewil in lê gelek pispor dibêjin bêdengiya gel, bêdengiya beriya tofanê ye. Tê gotin ku gel xwe birêxistin dike û dê careke din serî hil de. Bi vê serhildanê yan dê rejîm hilweşe yan jî dê gel neçarî rejîmê bibe.” 
 
'ÊDÎ JIN HÎCABA ÎSLAMÎ LI XWE NAKIN'
 
Bi domdarî Şêro bal kişand ser rewşa jinan û ev tişt anî ziman: “Jin, niha sûdê ji fêkiyên serhildanê digirin. Di daxwazên xwe de biisrar in. Serhildan, 7 meh berê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li bajarên kurdan dest pê kir. Piştre ev dirûşm hat birêxistinkirin û li hemû bajaran belav bû. Bi vê dirûşmê xwestin bibêjin ku dê tu tişt mîna berê nebe. Em dibînin ku gelek jin êdî hîcaba îslamî ya ku rejîm ferz dike li xwe nakin. Bi taybet jî li kolan, tax û bajarên mezin ên Rojhilat rewş ev e. Êdî jin bi darê zorê desmalê li xwe nakin. Jin pir bi wêrekî tevdigerin û gavan diavêjin. Belê gelek kes hatin girtin û îşkence kirin lê gav paşve neavêtin. Vê yekê cisaret da mêran jî. Dema jin li kolanan polîsan dibînin, bi wêrektî li hemberî wan disekinin û gotina xwe raste rast ji wan re dibêjin. Berê wisa nebû lê niha ew dîwar hatine hilweşandin. Vê jî di nava civakê de rê li ber kelecaneke mezin vekiriye. Êdî rejîm çi bike jî nikare pergala berê li jinan ferz bike. Êdî hêza wan jî nema ye.” 
 
'JINAN DAWIYA WAN ANÎ'
 
Di berdewamê de Şêro bi lêv kir ku tirsa rejîmê ya herî mezin ew bû ku jin dawî li wan bînin û ev nirxandin kir: “Niha jî ev tirsa wan bi serê wan tê. Rejîm dibêje; ‘heke em yek gavê jî paşve biavêjin dê dawiya paşvegavavêtinê neyê.’ Dema guhertinê hatiye û ditirsin. Wezîrê karên hundir ê rejîmê 9 meh berê gotibû; ‘Xetereya herî mezin a li ser Komara Îslamî, jin in.’ Ev tirs her tim di dilê wan de heye. Niha jî ji bo pêşîlêgirtina vê serhildanê dê her tiştekî bikin. Lê ya ku em dibînin, rejîm hemû hêza xwe seferber bike jî dê nekare rê li ber serhildanê bigire.” 
 
'JI BO JIYANEKE AZAD MIRIN DAN BERÇAVAN'
 
Rojnameger Şêro, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîtîkayên rejîmê bi saya berxwedana gel vala tên derxistin. Di kolanan, ser banên xaniyan zarok, ciwan û kal hatin qetilkirin. Hin kesan destên xwe, hin kesan çavên xwe wenda kirin. Lê tevî vê yekê çirûska şoreşê venemirî. Îcar serî li senaryoyeke cuda dan û binçavkirî bidarve kirin. Lê gel ji bo jiyaneke azad mirin da ber çavan. Di dîroka Îranê de cara yekem bû serhildaneke wiha çêbû. Gel bi encamên wê jî dizane lê dîsa dadikeve kolanan. Niha pir kêm ma ye ku gel bigihije encamê. Tiştek êdî şênber bûye, gel êdî venagere rewşa berê. Daxwaza gel ew e ku rejîma Komara Îslamî hilweşe. Hêza gel heye ku rejîma 43 salî biguherîne. Heke dewletên ewropî û DYA ji ber bernameya nukleerî ambargoyê deyne ser rejîmê û pêşî lê bigire, dê rejîm neçar bimîne ku pergala xwe biguherîne û ev serhildan bigihije encamê.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

17/08/2023
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin