Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be

  • rojane
  • 13:04 4 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku armanca wan ew e ku di hilbijartinê de herî kêm 100 parlamenteran derxînin û wiha got: “Werin em bi hev re dîrokê jinûve binivîsin. Bila pisûlaya me Çepa Kesk be. Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan beriya hilbijartinên 2023’yan, di civîna koma partiyê xwe ya dawî de axivî û rojevên heyî nirxand. Buldan, da zanîn ku dê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinên 2023’yan û wiha got: “Weke koma herî xurt û bihêz a serdema nû, em ê dîsa li vir bin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em, ji bo ku rihên dara Çep a Kesk hîn xurtir bikin û ji bo ku di her şaxê wê de çîçek vebibin em tên. Û em dibêjin; di darekê rihên wê saxlem de şax kêm nabin û ji tu bageran natirse. Em jî natirsin, dê netirsin. Me bi hev re li ber xwe da û dê bi berxwedana xwe her tim hebin.” 
 
Bi domdarî Buldan ev tişt anî ziman: “Bila kesek mirûzê xwe nexweş neke û bêhêvî nebe. Tarîtiya li hemberî me tu astengiyan li pêşiya me derxîne jî, tu kes dê nekare xwe li ber bayê meşa guherînê ya gel bigire. Êdî dem hatiye ku em vê rastiyê careke din nîşanî wan bidin. Tevî hemû astengiyan jî em tu carî dudilî tevnegariyan û me di siyaseta demokratîk de israr kir. Me bi israr got aştî, edalet û demokrasî. Me got ku teqez rêyên nû hene. Me soz dabû ku dê bi tu awayî gelên Tirkiyeyê bêalternatîf nehêlin û me soza xwe bi cih anî û em bi ser ketin. 
 
BANGA JI BO PARTIYA ÇEP A KESK
 
Navê rêya me nû ava kirî û navnîşana wê Partiya Çep a Kesk e. Me rêya xwe ya sêyemîn bi rêya Kesk û Çepê re kir yek û veguherand rêya guherîna hevpar a gelên Tirkiyeyê. Em, ji bo di vê rêyê de destkeftiyên mezintir bi dest bixin tên. Weke jinan em ê dawî li vê rejîma yekzilamî bînin. Em tên da ku Tirkiyeyê veguherînin bihara jinan.
 
BEYANNAMEYA ME MANÎFESTOYA JINÛVEAVAKIRINÊ YE 
 
Me duh bi partiyên kurd re li Amedê beyannameya xwe eşkere kir. Me peyama xwe ya çareseriya demokratîk û yekitiya demokratîk li Amedê da. Ji çar aliyên Tirkiyeyê weke Çep a Kesk a bi milyonan kesan tên. Divê her kesên xwe weke demokrat dibînin çavekî li beyannameya me bigerîne. Beyannameyên me, bernameyên xurt ên demokratîkkirina Tirkiyeyê ne. Beyannameya me, temînata jiyana azad û wekhev a hemû kesên rastî cihêkariyê tên e. Bingeha demokrasiyeke xurt, aştiyeke birûmet, edalet, wekhevî û azadiyê û temînata çareseriyê ne. Her teahûda di beyannameya me de, bawer bikin manîfestoya jinûveavakirina Tirkiyeyê ne.
 
HÊVÎ DI ÇEP A KESK DE YE
 
Hêvî em in, hêvî Çep a Kesk e. Çareserî, Çep a Kesk e. Soza me heye, em ê çareser bikin. Biryara me heye, em ê biguherînin. Em, ji bo ku bi hev re demokrasiyê ava bikin tên. Lê divê em ji ewil vê pergala faşîzmê ya weke ewrên reştarî li ser serê vî welatî biguherînin. Em ji bo ku vî welatî ji rejîma AKP-MHP’ê ya ku xwe bi şer, cihêkarî, siyaseta nefretê û kedxwariyê xweyî dike rizgar bikin, tên. Em ê bi hev re Tirkiyeyê ji yekperestî, ji darbeyên qeyûman xelas bikin. Divê tevahiya gelê me baş bizane ku kedxwarî, pergala koletiyê, birçitî û hejarî qedera wan nîne. Polîtîkaya şer a ku tenê bi xwe re êş û wêraniyê tîne, qedera wan nîne. Divê bizane ku bêedaletî, zilm û pergala yekperest a mêran ku bingeha xwe ji neheqî, tundî, cînayet û newekheviyê digire qedera wan nîne. Pêşeroja hatiye dizîn û bêhêvitiya hatiye afirandin, qedera ciwanan nîne. Karesatên mezin ên ji ber polîtîkayên rantê diqewimin, qedera bajarên me nîne. Tu kes neçarî vê pergala krîzê ya AKP-MHP’ê nîne. 
 
EM Ê DAWÎ LI PERGALA HERAMIYAN BÎNIN
 
Me got ku rêyeke din pêkan e. Em ji bo vekirina rêyên jiyaneke azad, wekhev û demokratîk têkoşiyan. Navê wê rêyê jî Rêya Sêyemîn e, Çep a Kesk e. Em ê tenê kavilên AKP-MHP’ê li pey xwe hiştin ranekin, her wiha dê hesabê hemû felaketên wan bi serê gelê anîne ji wan bipirsin. Temenê zivistana reştarî ya AKP-MHP’ê heta Bihara Çep a Kesk e. Dê di biharê de têk biçin. Em ê dawî li vê pergala heramiyan bînin ku gel weke tebaa dibîne, hemû çavkaniyên welêt pêşkeşî çeteya 5’an dike û pergala dizî, talan û bêariyê ye. 
 
Ev welat deyndarê kurdan, elewiyan, ermenan, suryanan, êzidiyan, romanan û lazan e. Deyndarê hemû baweriyên vê xakê ne. Deynê wan ê demokrasî, aştî, azadî, makeqanûneke demokratîk, zimanê dayikê, mafên jinan, pêşerojeke azad a ciwanan heye. Ji bo ku van mafên xwe yên hatine xespkirin dîsa li xwe vegerînin, em ji bo avkirina demokrasiyeke xurt tên. Lewma hilbijartinên 14’ê gulanê krîtîrk û dîrokî ne. Ne tenê hilbijartineke. Her wiha dîroka pergala nû û diyarkirina pêşerojê ye.  
 
DIVÊ EM TEMPOYA XWE DERXIN LÛTKEYÊ
 
Ji bo hilbijartinan demekî kin ma. Êdî dem hatiye ku em xebat û tempoya xwe derxînin lûtkeyê. Em ê bi coş, kelecan û daxwazeke mezin, mezintirîn kampanyaya hilbijartinê ya di demên dawî de bimeşînin. Tevî hemû zext û astengkirinan jî me tu carî meydan bo faşîzmê nehişt. Tevî hemû bêedaletî û newekheviyan jî em ê li qadan bibin dengê gelê xwe. Em soz didin ku dê di hilbijartinan de qadê bo van nehêlin. Li dijî kompas, dozên girtinê, xefik û operasyonên siyasî, em soz didin ku dê li qadan û ser sindoqan bersiva herî xurt bidin. Em ê bi şev û roj bixebitin. Em ê bayê hêviyê yê Çep a Kesk li her çar aliyên Tirkiyeyê bigerînin. Em ê biçin her deverê û silav bidin her kesî. Ev yek soza me ya bo hevalên me yên di girtîgehan de, hevalên me yên li sirgunê û yên jiyana xwe ji dest dayîn e. 
 
HEBÛNA MECLIS ÇEP A LI MECLISÊ TEMÎNAT E
 
Belê, dema min beyanname eşker kirî jî gotibû. Hedefa me ew e ku herî kêm 100 parlamenteran bişînin Meclisê. Em xwedî wê hêz û baweriyê ne. Ji bo pêkanîna vê armancê em ê bi şev û roj bixebitin. Parlamentoyeke ku deng, reng û gotina me lê xurt, dê bibe Meclisa rasteqîn a gel. Ji ber ku temînata çareserî û demokrasiyê, hebûna Partiya Çep a Kesk a li Meclisê ye. Her kesê ku Partiya Çep a Kesk hildibijêre, her wiha jiyana xwe misoger dike. Lewma dibêjim werin em li dora Çep a Kesk bicivin û sedsala duyemîn a komarê bikin sedsala azadî û aştiyê. Werin em vê sedsalê bikin sedsala çareserkirina pirsgirêka kurd û dîrokê jinûve binivîsin. Bila pisûlaya me Çep a Kesk be. Bila rengê sindoqan Çep a Kesk be. Bila navê biharê, bihara Çep a Kesk be.”
 

Sernavên din

17/08/2023
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin