Şahidê demê rastiya Hîzbûllahê vedibêje: Di bin navê pevçûnê de sivîl dikuştin

img
AMED - Melayê Şahid diyar kir ku Hîzbûllahê 2 endamên xwe yên li dijî pevçûnan nerazîbûn nîşan didan û veqetiyayîn kuşt, weke sedema êrişên li Kurdistanê bi kar anî û wiha got: “Tişta ku jê re dibêjin ‘Pevçûna Îlîm-PKK’ê’ di esasê xwe de kuştina sivîlan a ji hêla endamên Îlîmê ve ye.” 
 
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ragihand ku dê di hilbijartinên 14’ê gulanê de piştgiriyê bide AKP-MHP’ê. Piştî biryarê, têkiliya HUDA PAR’ê ya bi Hîzbûllahê re ku di salên 90’î de bi cînayet û îşkenceyên li bajarên Kurdistanê navê xwe da bihîstin, bû rojev. HUDA PAR, weke partiyeke ku xebatên qanûnî yên Hîzbûllahê birêve dibe tê nîşandan û gelek kadroyên wê jî ji wê rêxistina behsa xeberê ne. Di dosyaya me ya duh de me bal kişandibû ser pêvajoya damezirandina Hîzbûllahê û pêvajoya demên piştre. Di beşa dosyaya xwe ya îro de em ê qala serdema ku Hîzbûllahê dest ji pevçûnên li dijî koma Menzîlê berdayî û berê xwe dayî welatparêzên Kurdistanê bikin. 
 
ÊRIŞÊN ÇEKDARÎ
 
Hîzbûllahê di dawiya sala 1989’an de navber da êrişên xwe yên li dijî Menzîlê. Lê di vê navberê de car bi car êrişî Tevgera Îslamî û koma Vahdetê kir. Rêxistinê, êrişa xwe ya ewil a li dijî sempatîzanên PKK’ê û welatparêzan, bi kevir-çoyan pêk anî. Piştre jî êrişên çekdarî da destpêkirin. Sabrî-Hayriye Karaaslan di 7’ê gulana 1991’an de li navçeya Hezex a Şirnexê li mala xwe di êrişeke çekdarî de hatin kuştin. Hîzbûllahê, ji vê bûyerê PKK’ê sûcdar kir û di 3’yê kanûna 1991’an de li Hezexê li dijî Mîhaîl Bayru yê suryan ku digot têkiliya wî bi PKK’ê re heye êrişa çekdarî pêk anî û qetil kir. Cenazeyên kurên Sabrî-Hayriye Karaaslan ku Hîzbûllahê ji bo kuştina Bayrû weke hincet nîşan dabûn ê bi navê Mehmet Salîh ku nasnavê wî “Ahmet Usta” ye û birayê wî Mehmet Alî Karaaslan û biraziyê Sabrî Karaaslan Hamza Karaaslan, di 19’ê nîsana 2002’yan de ji vîllaya Hîzbûllahê ya li Dîlokê ku weke cebilxane dihat bikaranîn derketin holê. Mele Zekî Atak û Îbrahîm Kizmaz ji ber ku ji êrişên li dijî welatparêzên kurd aciz bûbûn, ji rêxistinê veqetiyan û hatin qetilkirin. Êrişên Hîzbûllahê yên sîstematîk jî piştî qetilkirina wan dest pê kirin. Hîzbûllahê bi hinceta “Dê di derheqê rêxistinê de agahiyan bidin”, Atak û Kizmaz înfaz kir û piştre jî êrişên xwe yên li dijî sivîlan zêde kir. 
 
‘TEHEMÛLA WAN LI DIJÎ KESÊN DERVEYÎ WAN NÎNE’
 
Di beşa ewil a nûçeya dosyayê de çalakiyên ewil ên Hîzbûllahê û têkiliya wê ya bi rêxistinên din re hatiye vegotin. Şahidê wê demê Melayê Şahid piştperdeya êrişên Hîzbûllahê yên heta îro jî li dijî sempatîzanên PKK’ê û welatparêzên kurd didomin vegot. 
 
Melayê Şahid di dema damezirandina Hîzbûllahê de ji endamên koma Menzîlê bû. Melayê Şahid dibêje ku dema Hîzbûllah di qonaxa komê de, dixwest guherînê bi rêya tundiyê pêk bîne û wiha got: “Her wiha ji bilî xwe tu komên din qebûl nedikir. Di bingeha êrişên Hîzbûllahê yên li Kurdistanê de referanseke pir hişk a îslamî heye. Weke Koma Menzîlê em kurdan weke mileteke xwedî bîr û baweriyên cuda qebûl dikin. Em dibêjin ku divê hemû komên siyasî û baweriyan ên Kurdistanê bi hev re guftûgoyê bikin û sedema hemû pirsgirêkên kurdan jî dewlet e.” 
 
Bi domdarî Melayê Şahid wiha dibêje: “Li gorî hizra me; pevçûneke di navbera kurdan de bi kêrî pergal û dewletê tê. Li gorî nêrîna me; di meseleya kurdan de hewceye cudahiyên îdeolojîk dernekevin pêş. Lê bêguman wê demê bi qasî niha me li mijarê berfireh nedinihêrt. Lê koma Îlîmê (Ji koma Menzîlê veqetiya), îslam bi şîroveyeke pir hişk dinirxand û digotin ku divê ji bo hemû mijar, hemû pirsgirêkan tenê Qur’an esas were girtin û bi şîroveyeke pir hişk a îslamî re dikarin bên çareserkirin. Anku tehemûla wan li hemberî cudahiyê, li hemberî kesên derveyî wan tune bû. Di mijara kurdan de jî meyleke wan a ji bo hevbeşîbûnê tune bû.” 
 
NÊRÎNA WAN A LI HEMBERÎ PIRSGIRÊKA KURD
 
Melayê Şahid dibêje ku koma Îlîmê ku cewhera Hîzbûllaha îro ye, xwedî feraseteke yekperest, hişk û tundrew e û wiha pê de çû: “Digotin ku bi rejîmeke îslamî dikare kurd ji bindestiyê xelas bibin. Anku wan digot divê ev têkoşîn bi rejîmeke îslamî û bi nêrîneke îslamî were dayîn. Hemû têkoşînên din ên derveyî vê rêyê jî weke têkoşînên neheq, dûrî aqil didîtin. Di mijara danîna peywendiyan a bi wan derdoran re de jî pir bimesafe nêz dibûn. Anku li gorî wan ew kes kesên din bûn, têkilîdanîna bi wan re ji hêla fiqihê ve (hiqûqa îslamî) caîz nîne.” 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ WELATPARÊZAN
 
Melayê Şahid da zanîn ku koma Îlîmê bi van saîkan li dijî koma Vahdetê ya li ser xeta Menzîl û Îxwanê êriş pêk anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dawiya sala 1989’an de ragihand ku êrişên li dijî Menzîlê dane sekinandin. Piştî ku êriş dan sekinandin, ji destpêka sala 1990’an ve li dijî sempatîzanên PKK’ê û kesên welatparêz êriş dan destpêkirin. Di destpêka salên 90’î û di sala 91’an de êdî bi awayekî sîstematîk êrişî PKK’ê kir. Ez baş dizanim ku ji ewil koma Îlîmê êrişî PKK’ê kir. Hêj PKK’ê li dijî wan êriş nedabûn destpêkirin ku wan êriş dan destpêkirin. Weke ku ji roja ewil heta niha dibêjim; meyleke Îlîmê ya wiha hebû. Kesên ne ji xwe – PKK’î – weke bêdîn didîtin. Lewma helwesteke wan a êrişkar hebû. Ez şahidê vê rastiyê me. Beriya bûyerên kuştinê dest pê bikin, ez baş dizanim ku ji ewil koma Îlîmê êriş pêk anîn. Dema Îlîmê dest bi êrişên li dijî PKK’ê kirî, navber da êrişên xwe yên li dijî Menzîl û Vahdetê. Heta destpêka sala 93’yan jî êrişî koma Vahdet û Menzîlê nekirin. Koma Îlîmê, wê demê bi hinceta ku ‘PKK’î ne’, hem kesên ji mizgeftê derdiketin, hem belavkarên rojnameyê, hem kesên rojname difirotin kuşt.” 
 
'CENAZEYÊN ZAROKAN JI MALA HÎZBÛLLAHÊ DERKETIN’ 
 
Melayê Şahid got ku ji malên endamên Hîzbûllahê yên Dîlokê ku kuştina Hayriye û Sabrî Karaaslan bo xwe weke hinceta êrişa li dijî PKK’ê nîşan dabûn, cenazeyên zarokan derketin. Melayê Şahid, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber wî şêweyê rêbaza wan, me xetere hîs dikir. Li gorî îdiaya Îlîmê; PKK’ê li Hezexê Sabrî û Hayriye Karaaslan kuştibû û wan jî bersiv daye. Wan jî li Hezexê suryanê bi navê Mîhaîl Bayru (ku ji bo biçûkxistinê jê re dibêjin Mixo) kuştin. Bi vê yekê re pevçûn bi awayeke fiîlî dest pê kirin.”
 
KUŞTINA ATAK Û KIZMAZ
 
Melayê Şahid, diyar kir ku Zekî Atak û Îbrahîm Kizmaz ji kuştina sempatîzanên PKK’ê û welatparêzan aciz bûbûn lewma ji Hîzbûllahê veqetiyan û wiha pê de çû: “Çawa ku ji nava wan derketin, hatin kuştin. Bi vê yekê re êrişên sîstematîk dest pê kirin. Hîzbûllah li van her du kesan xwedî derket û ji bo pevçûnan weke ‘amûr’ bi kar anî. Mele Zekî (Zekî Atak) li Cizîrê bû û ji pevçûnan aciz bûbû. Lewma ji wan veqetiya. Lê ew kuştin û weke amûra propagandaya xwe bi kar anîn. Bi hema awayî jî Îbrahîm Kizmaz ê ji Qoserê kuştin. Her duyan jî digotin ku ji van pevçûnan aciz in. Lewma her du jî kuştin. Koma Îlîmê got ‘PKK’ê ew kuştin e’ û bo xwe weke amûrekî bi kar anîn. Her du kes jî ji hêla derdorê ve dihatin hezkirin. Lewma bi gotina ‘PKK’ê Mele Zekî û Îbrahîm Kizmaz kuşt’ hewl dan kesên li derdora wan motîve bikin û kirin parçeyeke pevçûnan. Li gorî çavdêriyên me yên li qadê; ew her du kes jî ji hêla PKK’ê ve nehatibûn kuştin. Ev karê qirêjî, karê destên qirêjî bû ku digotin; ‘Ev kes ji xwe veqetiyan û dê biaxivin. Em bikin amûra propagandaya xwe.’ Ew bi xwe lê xwedî derketin û li ser wan sirûd xwendin. Mamoste Îbrahîm Kizmaz di demên berê de çepgir bû. Lewma dihat zanîn ku hesasiyeteke wî ya Kurdî heye. Hat gotin ku bi dengekî bilind li dijî pevçûna di navbera kurdan de derdiket. Îlîmê ev her du kes kuştin û got; ‘Lê binêrin PKK’ê ji me Mele Zekî û Îbrahîm kuştin. Em jî dê bersivê bidin.’ An jî pergalê û destên qirêjî bi van înfazan re hem nerazîbûn ji holê rakirin hem jî bi xwedîderketina wan re girseya wan motîve kirin.” 
 
‘TIŞTA JÊ RE DIGOTIN PEVÇÛN, KUŞTINA SIVÎLAN BÛ’ 
 
Melayê Şahid, got ku piştî bûyera behsa xeberê, Hîzbûllahê êrişên xwe zêde kirin û wiha derbirî: “Di pêvajoya piştre de Îlîmê, dest bi kuştina her ciwanên navên wan bi PKK’ê dihat zanîn, kesên rojnameyên Ozgur Gundem û Ozgur Ulkeyê çap dikirin, yên bayîtiya wan dikir, yên difirotin, dixwendin, kesên di nîqaşan de ji bo Hîzbûllahê digotin ‘şeytên’, kesên hezkirina wan bo PKK’ê heye, li ku bidîtina di kuştin. Anku êrişên pir bêkontrol dan destpêkirin. Di esasê xwe de tişta ku jê re dibêjin pevçûna Îlîm-PKK’ê, kuştina sivîlan a ji hêla koma Îlîmê ve bû. Mesele, Îlîmê çend milîtanên PKK’ê kuştin? Li çiyê bi PKK’ê re şer nekir. Yên ku hatin kuştin milîtanên PKK’ê nebûn. Kesên sivîl bûn.” 
 
Sibe: Hîzbûllahê çima berê xwe da koma Menzîlê? Bersiva Menzîlê çi bû? Di pevçûnên Hîzbûllah-Menzîlê de çend kesan jiyana xwe ji dest dan? 
 

Sernavên din

10/08/2023
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN