Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin

img
AMED - HDP’ê li Erxenî, Farqîn û Licê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûm daxuyanî da û di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku roja 14’ê Gulan roja hesabpirsîna hem ji îktidara AKP-MHP’ê ye hem jî hesabpirsîna ji qeyûman e. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan li navçeyên Erxenî, Farqîn û Licê yên Amedê di salvegera 3’yemîn a tayînkirina qeyûman de daxuyanî da. 
 
ERXENÎ
 
Daxuyaniya li Erxenî li Parka Botanîk hat lidarxistin û Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, rêveber û endamên HDP’ê yên bajêr û navçeyê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Zeyyat Ceylan di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku ew tu demê zîhniyeta qeyûm li Kurdistanê qebûl nakin û got: “Em dîsa dibêjin ev şaredariyên gelê me ne. Gel me hilbijart. Ji îradeya gel ditirsin. Qeyûm dijminatiya îradeya gel in. Qeyûm tu xizmetê ji gel re nakin. Li cihê ku qeyûm lê hene dizî û talan heye. Tu demê ev gel neşikest û dê ji niha şûn ve jî bi ser nekevin.” 
 
FARQÎN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Farqînê jî di salvegera 3’yemîn a tayînkirina qeyûman da daxuyanî da û şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya şaredariyê hat dayîn. Hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Azîzoglû û Endamên Meclisa Şaredariyê, atkîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, Hevşaredarên Bismil û Hezro yên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, rêveberên HDP, DBP, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk yên Amedê Pinar Sakık Tekîn û Abbas Şahîn û nûnerên gelek saziyan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevşaredarê Farqînê Abbas Azîzoglû ve hat xwandin. Azîzoglû anî ziman ku desthilatda AKP-MHP’ê ku bi dijminatiya demokrasiyê navdar e dixwaze faşîzmê bike sazî û li her derê bicih bike û got: “Kesên ku demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin jî li dijî qeyûman berxwedana xwe bidomînin. Dikarin şaredariya desteser bikin lê nikarin vîna gel desteser bikin. Wê desthilatdarî biçe û em ê dîsa li vir bin.”
 
Azîzoglû destnîşan kir ku di 23’ê adara 2020’yan de desthilatdariyê qeyûman tayînî ser vîna gel kir û wiha axivî: “Desthilatdariyê careke din nûnerên gelê kurd tune hesiband û carekedin nîşanda ku mafê dengdan û hilbijartina gelê kurd nas nake. Wekî hûn jî dizanin qeyûm ne tenê di sala 2020’an de di sala 2016’an de jî hatin tayînkirin û şaredariyên me ji hêla dewletê de hatin desteserkirin û hevşaredarên me hatin girtin. Piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an me careke din şaredariyê ji gel re vekir û bi gelê xwe re şaredariyê bi rê ve bir. Me ji bo xizmeta ji gel re deynê şaredariyê nekir pirsgkirêk. Ji bo budçeya şaredariyê hewldana me di serî de ji hêla Bankeya Îller û hemû sazî û dezgehên dewletê ve hat astengkirin.
 
Deriyê sazî û dezgehên dewletê hemû li şarederiyên HDP’ê hatine girtin. Ji bo ku em ji gel re xizmetê nekin û em û gel werin dij hev, lê serkeftî nebûn. Peywîra ku hişmendiya paradîgmaya şaredariya civakî da me, li dijî astengiyan jî me qet wext winda nekir û ji bo ku em pirojêyên xwe çebikin, em xebitîn. 
 
LICÊ
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Licê jî bi minasebeta salvegera tayînkirina qeyûman û zarokê bi navê Y.D. (14) ku ji aliyê polîsan hat îşkencekirin li kêleka avahiya Şaredariya Liceyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm li dijî vîna gel darbe ye” hat vekirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HDP’ê yên navçeyên Licê, Pasûr û Karazê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘Qeyûm ziman, vîn û nasnameyê nas nake’
 
Hevşaredarê Licê Tarik Mercan ê ku şûna qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin axivî û anî ziman ku tayînkirina qeyûman nenaskirina vîn û nasnameyê ye û wiha got: “Di avakirina Komara Tirkiyeyê de piştî komarê 1954’an mafê kurdan hat binpêkirin û kurdî axaftin hat qedexekirin. Îro ev yek gihiştiye asta herî jor. Ev zext, zilm û zordarî berdewam dike. Ziman, vîn û çanda me nasnakin. Îktîdara dagirker û faşîşt 8 salên dawiyê de her cure êrîşên xwe li ser me dimeşînin. Em vê yekê qebûl nakin û ji vê şûnde jî qebûl nakin.”
 
'ÎŞKENCE SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE' 
 
Tarik bal kişand ser rewşa Y.D. ku ji aliyê polîsan ve hatiye îşknecekirin û wiha got: “Di 21’ê Adarê de bi mîlyonan welatiyên me tev li Newrozê bûn. Armanca Newrozê li cihî zil û zordariyê serî rakirine. Ev yek di dîroka me kurdan û ya Licê de heye. Gelê Licê hertim li ber xwe daye. Çend roj berê zarokek me hate revandin û îşkence lê hat kirin. Dest û piyên wî hatin girêdayîn û avêtin newalê. Bi vê yekê dixwazin nîşan bidin ku zilm û zilma ku demên berê kirine niha jî bidomînin. Em vê yekê qebûl nakin. Çawa ku me di salên 90’î de li ber xwe da, em ê niha jî li ber xwe bidin. Çawa ku di salên 90’î de gundên me hatin valakirin, şewitandin û em hatin qetilkirin me serê xwe netewand, em ê ji vê şûnde jî serê xwe netewînin. Ji ber vê yekê em hertim xwedî zarokên xwe derbikevin. Ger ku em li dijî vê yekê dernekevin dê êrîşê zarokên me jî bikin. Divê cezayê herî giran li îşkencekaran bê birîn. Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev berxwedana me dê li dijî zilm û zordariyê bidome.”
 
Tarik bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê jî û got: “Dibe ku êriş û lîstokên girêjtir bên kirin. Lê em ê xwedî vîn û partiya xwe derbikevin. Em ê di hilbijartinê de bersiva wan bidin.”
 
 

Sernavên din

04/08/2023
11:41 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yanardag: Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe?
11:29 Ekolojîst dê li dijî talanê li Cizîrê bin
10:56 Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre
10:26 7 cenaze anîn nexweşxaneyê
10:21 Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin
10:07 ‘Jinên êzidî yên tune dihatin hesibandin îro pêşengtiya berxwedanê dikin’
09:02 Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!
09:02 ‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
09:02 ‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin
09:00 Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN
03/08/2023
23:00 Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin
22:03 Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:55 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev
21:27 Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire
21:20 Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin
11:08 TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
10:58 KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin
10:45 Li Îranê piranî jê kurd 225 kes hatin girtin
10:38 Xelkê Şengalê çû serdana gorên komî
10:05 ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
10:01 Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin
09:21 Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê!
09:07 ‘Divê li Cûdî û Akbelenê li dijî talanê refleksa hevpar bê nîşandan’
09:04 Dayika êzidî ya berxwedêr: Dayê Gulê
09:03 Berdana nivîskar Baltaci yê girtî 11 meh in tê astengkirin
09:01 Civaknas Bariş: Fermana 74'emîn bi êrişên Tirkiyeyê didome
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN
02/08/2023
22:10 Rojên Sînemaya Kurdî dest pê kirin
20:12 Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin
18:40 Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin
18:11 ‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’
17:44 Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin
17:09 Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê
16:26 Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin
16:03 'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’
15:56 Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin
14:36 Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê