Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li welatên Ewropayê bi hezaran kurd û dostên wan daketin qada Newrozê û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de peyama mezinkirina têkoşînê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin dayîn.
 
Li gel Kurdistan û Tirkiyeyê her wiha li gelek welatên Ewropayê jî agirê Newrozê hate vêxistin. Di vê çarçoveyê de li Swîsre, Almanya, Awûstûrya û Swêdê gelek kurd û dostên wan daketin qada Newrozê û agirê Newrozê vêxistin. 
 
SWÎSRE
 
Pîrozbahiya Newrozê li Eywana Forûm Frîboûrgê ya bajarê Frîboûrgê hate lidarxistin. Siyasetmedarên swîsreyî, jin û ciwan jî di nav de gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Newroza li Swîsreyê diyarî qurbaniyên erdheja li Mereşê hate kirin. Dika Newrozê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan û Sakîne Cansiz û bi pankarta "Newroz pîroz be" hate xemilandin. 
 
Pîrozbahî piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenterên Federal ên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Mûstafa Atici û Ûrsûla Schneîder Schuttel axivîn. Di daxaftinan de Newroz li gel hate pîrozkirin û hat gotin ku dê piştgiriya wan a bi mexdûrên erdhejê re bidome. 
 
Piştre bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan peyam hate xwendin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û flamayên PKK'ê ketin hundirê eywanê û coşa Newrozê mezin kirin. 
 
AXAFTINÊN SIYASETMEDARAN
 
Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî di pîrozbahiyê de axivî û Newroz li gel pîroz kir û got ku dê bi ruhê Newrozê têkoşîna xwe mezintir bikin. Alîkarê Serokê Kantona Frîboûrgê Pîerre Sîggen jî beşdarî Newrozê bû û got ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Swîsreyê û Serokê Înîsiyatîfa Têkoşîna li dijî Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî Dr. Beppe Savary jî destnîşan kir ku divê Ocalan ji hêla fîzîkî azad bibe û ji bo vê jî têkoşîneke hevpar bê dayîn.  Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari û Şaredarê Frîboûrgê Thlery Steîert jî peyamên pîrozbahiyê û têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê dan. 
 
Piştî axaftinan, hunermend Ozan Comerd, Silbus û Tarî, Azad Bedran, Baran Bazîd, Koma Lêlo û Koroya Jinên Azad derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêşkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
SWÊD
 
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Swêdê ku di 17'ê adarê li bajarê Gavleyê dest pê kir, di 18'ê adarê de li paytext Stockholm û bajarokê Hoorê dewam kirin. 
 
Newroza li Stockholmê li Eywana Solnahallenê hat lidarxistin û bi hezaran kes tev li bûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bi peyamên nûnerên saziyan dom kir. Di peyaman de bang li gel hat kirin ku di 14’ê gulanê de biçin ser sindoqê û dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin. 
 
Di pîrozbahiyê de gelek hunermend derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha komên Şano û Govendê jî hunera xwe nîşan dan.
 
Li Swêdê Newroz dê îro li bajarên Goteborg û Orebro bê pîrozkirin. Di 20'ê adarê de jî dê li navenda bajarê Goteborgê bê pîrozkirin. 
 
AWUSTURYA 
 
Li bajarê Graz ê Awusturyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya nûnerên partî û rêxistinên xwecihî (Nûnerên KPO, SPO, Die Grunen û rêxistinên herêmî) resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
 
Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî bi dorê Grûp Dewran, Aref Cep, Şehrîbana Kurdî û Hozan Aydin derketin ser dikê. Siyasetmedarê kurd Firat Anli jî axivî û piştre sînevîzyon hate nîşandan.
 
Girseya gel li ber muzîkê govend gerand û Newroz bi coş pîroz kir.
 
ALMANYA
 
Li bajarê Leîpzîg ê Almanyayê, kurd tevî dostên xwe li Rabet Parkê li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Piştre jî siyasetmedar Menderes Canbeg axivî û Newroz li gel pîroz kir. Canbeg got ku alaya berxwedanê ya ku Mazlum Dogan li zindana Amedê li dijî teslîmiyetê li ba kirî gihîşt wan û ber bi serkeftinê ve diçe. Canbeg herî dawî jî bal kişand ser hilbijartinê û got ku divê îktîdara AKP-MHP’ê bê têkbirin û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
Pîrozbahî heta danê êvarê dom kir û bi dirûşma “Newroz pîroz be” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

28/07/2023
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin
16:44 Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin
16:19 Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an
15:39 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist
15:20 Li Hezexê agir bi çoltera gundekî ket
15:18 Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin
15:00 Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn
14:43 Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e
14:33 Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan şermezar kir
14:22 Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran