Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin

img
 
ŞIRNEX - Ji şahidên Newroza Cizîrê ya 1992'yan Hasan Altan ku birayê wî, xalê wî û pismamê roja Newrozê hatine qetilkirin bilêv kir ku îro Newroz bi saya ruh û têkoşîna salên 90'î bi awayekî azad tê pîrozkirin û wiha got: "Bi saya vê tekoşînê îro tenê kurd, hemû cîhan Newrozê pîroz dike."
 
Di sala 1992'yan debi hezaran kes ji tax, gund û navçeyan ji bo Newroza Cizîrê hatin ba hev. Lê bi helîkopteran û wesayîtên zirxî derdora wan hat dorpêçkirin û ji hewa û bêjahiyê ve hatin gulebarankirin. Gelê Botanê li her cihê ku lê bû bi pêxistina agirê Newrozê bersiv da êrişan. Di van êrişan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin binçavkirin û îşkencekirin. Wê demê rojnamevanên ku ji bo şopandina Newrozê çûn herêmê û di dema êrişan de alayên spî hilgirtin jî rastî gulebaranê hatin û rojnamegerek jî hat qetilkirin. Li gorî agahiyên fermî di êrişan de 57 kes mirine û li gorî gelê herêmê ev hejmar di ser 100’î re ye. 
 
Li herêma Botanê ku bi salan e rastî komkujiyan tê, 31 sal in agirê Newrozê her hil dibe. Îsal jî agirê Newrozê wê li 43 navendan bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” were vêxistin. Yek ji van navendan jî Cizîra Şirnexê ye. Botan a ku bi salan e rastî komkujiyan tê û bi berxwedana xwe bersiva êrişan dide, îsal jî wê bi beşdariya bi hezaran Newrozê pîroz bike. 
 
Hasan Altan (49) ku di sala 1992'yan de ji gundê Ernabatê yê Cizîrê tev li Newroza Cizîrê bûye û bi birayê wî Huseyîn Altan (17), xalê wî Hacî Erten (24) û pismamê wî Alî Bozkûrt di Newroza 92'yan a Cizîrê de li ber çavên wî hatine qetilkirin û şahidê wê demê Mehmet Emîn Kasirga (57) behsa wan rojan kirin.
 
'HEGER RUHÊ 90'AN NEBÛYA NEWROZ ÎRO NEDIHATIN PÎROZKIRIN'
 
Hasan Altan ku di Newroza wê salê de sê kes ji malbata wî hatine qetilkirin diyar kir ku Newroz îro bi saya ruh û têkoşîna salên 90’î hatiye tê pîrozkirin û wiha got: “Em roja Newrozê li gel gundên derdorê li hev civiyan. Wê rojê armanca me pîrozkirina Newrozê bû. Em neçûbûn ku şer bikin, yan jî bên kuştin. Li gel gundên derdorê bi hejmareke mezin ku bi qasî du hezar kesî hebûn, em ber bi Cizîrê ve meşiyan. Tenê ji van gundan bi hezaran kes hebûn. Dema ku em gihîştin noqteya leşkeran, leşkeran ji me re got, 'Heke hûn werin em ê we bikujin.' Ev anons dihatin kirin. Li ser serê  me helîkopter û li kêleka me jî wesayîtên zirxî hebûn. Bi hezaran mirov ev anons guhdar nedikirin û em ber bi Cizîrê ve meşiyan. Me bi destên hev girt û em ber bi leşkeran ve meşiyan, wan jî bi maşîneyên zirxî em gulebaran kirin. Tenê li cihê ku ez lê hebûm 20 kes hatin qetilkirin. 20 kes di encama wê êrişê de ketin erdê."
 
Altan wiha domand: "Heger êrîş nekiribana me yê Newroza xwe pîroz bikira û vegeriyana malên xwe. Ji gundê me tenê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gundên derdorê jî kesên ku jiyana xwe ji dest dan hebûn. Ewqas cenaze ketin erdê ku ji ber wê girseyê me kesek nedît. Min li wir bira, xal û pismamê xwe winda kirin, armanca me tenê pîrozkirina Newrozê bû, lê nehiştin. Armanca me ew bû ku hemû cîhan me bibîne. Em kurd bûn û me dixwest ku her kes zanibe ku em hene. Di navbera Newroza salên 90'î û Newroza îro de ferqeke mezin heye. Wê demê cesaret hebû. Ger îro Newroz bi awayekî azad bê pîrozkirin ev bi saya ruh û têkoşîna salên 1990’î ye. Îro Newrozê ne tenê kurd hemû cîhan pîroz dike. Ger di salên 90’î de em ji bo Newrozê netêkoşiyana, dibe ku îro Newroz nehatina pîrozkirin û belkî me nikarîbûna pîroz jî bikira.”
 
'JI BO BÎRANÎNA WAN TEV LI DIBIM'
 
Altan got ku ew her sal ji bo xatirê kesên ku di Newroza 1992'yan de hatine qetilkirin tev li pîrozbahiyê dibe û wiha domand: "Ji wê demê û vir ve ez beşdarî Newrozê dibim. Lê carna ez ji xwe dipirsim û dibêjim, 'gelo wê dîsa mîna wê demê êrişî me bikin?' Wê demê me cesaret hilgirt û em niha natirsin. Ez dixwazim Newroza îsal bibe sedema yekitî û yekitiya gelê kurd, tirk, ereb, çerkez, laz û hemû gelên cîhanê. Em hemû bi hev re Newrozê pêşwazî bikin û pîroz bikin. Cejin ne tenê cejna kurdan, cejna hemû gelan e. Heta ez hebim ez ê Newroza 1992’yan ji bîr nekim. Wê rojê gelek neheqî li me kirin, ez ji bo bîranîna birayê xwe, ji bo bîranîna hemû kesên ku hatine qetilkirin diçim Newrozê."
 
'KESEKÎ GAV PAŞDE NEAVÊT'
 
Ji heman gundî Mehmet Emîn Kasirga ku tev li Newroza Cizîrê bûye, diyar kir ku li gel hemû êrişan jî agirê Newrozê pêxistine û ev tişt anî ziman: "Bi hezaran kes di meşê de israr kirin. Kesî gav paşde neavêt. Lê dixwestin ku bi gulebaranê girseyê rawestînin û di encama gulebaranê de bi sedan kes hatin kuştin. Di êrişa yekem de bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Gule berdan hewa, lê em tevî wê jî meşiyan. Hemû reviyan aliyekî, ez neçûm. Ji ber ku li erdê cenaze hebûn, ew qas tund mudaxele kirin ku kesên ku qetilkirin roviyên wan derketibûn derve. Mirovan di nava wê aloziyê de pêl wan dikir. Ez çi bikim, ez wan rojan ji bîr nakim. Leşker dihatin li cenazeyan dinêrîn û diçûn. Weke berê niha zêde cesaret nîn e. Hêvî dikim ku ew Newroz, bibe wesîleya azadiya hemû girtiyan." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

21/07/2023
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye